KCK: Em ê şopdarê rêbaza netewî ya Mamosta Îbrahîm Ehmed bin

KCK: Mamosta Îbrahîm Ehmed dibistanek mezin a siyaset, wêje, şoreşgerî û exlaqî ya Kurdayetiyê ye. Soz û peyman didin ta pêkanîna daxwazên mamostayê hêja em ê xebat û têkoşînê bikin.

KCK’ê têkildarî 21’emîn salvegera wefata Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed peyamek nivîskî belav kir.

Peyama KCK’ê wihaye:

“Di 21’emîn salvegera wefata şoreşger, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrê mezin ê gelê me Mamosta Îbrahîm Ehmed em bi rêzdarî bibîrtinin û soza bicihanîna daxwazên wî dubare dikin.

Mamosta Îbrahîm Ehmed dibistanek mezin a siyaset, wêje, şoreşgerî û exlaqî ya Kurdayetiyê ye. Karî bi hişmendî û fikra xwe guhertinên mezin di xebata netewî û azadîxwaz a Başûrê Kurdistanê de pêkbîne. Karî ji bo hişmendî û siyaseta Kurdî pêşengtiyê ji nûbûn û pêşkeftinê re bike.

Mamosta Îbrahîm Ehmed li aliyek li dijî hêzên dagirkerên Kurdistanê xebat û têkoşîn dikir, li aliyê din jî bi cesaretek mezin li dijî hişmendiya kevneperest a di nava civaka Kurd de têkoşînek bê hempa kir. Karî guhertinên mezin di nava civak, ferheng, wêje û siyaseta Kurdî de pêkbîne.

Di encama hewldan û têkoşîna Mamosta Îbrahîm Ehmed de jin, ciwan, rewşenbîr, çîn û beşên civaka Kurd li Başûrê Kurdistanê tevli xebata azadîxwaz a netewî bûn. Niha jî şopa guhertin û nûbûnên ku Mamosta Îbrahîm Ehmed pêşengtiyê jêre kir, di siyaset û civaka Kurd de diyare.

Yek ji rehendên din ên girîng yên têkoşîna Mamosta Îbrahîm Ehmed, derbaskirina hişmendiya parçeyî û pêşxistina siyaseta netewî û yekgirtina hemû parçên Kurdistanê bû. Ji bona wê li gel tevayî hêz û aliyên siyasî yên parçên Kurdistanê peywendî û dostaniyê pêşxist, alîkarî û piştgiriya wan kir. Bi taybet fikir û helwesta wî ya di derbarê xebata azadîxwaz a li Bakurê Kurdistanê, wek manîfestoyek netewî, demokrasî û rênîşandere ji bo her hêzek nîştimanperwer û azadîxwaz. Divê çarçoveyê de dostaniya Mamosta Îbrahîm Ehmed ya li gel Rêber Apo xwediyê rehendek kûr a dîrokî, çandî, rewşenbîrî ye. Destkeftên gelek girîng ji bo gelê Kurd afirandine, yek ji van destkeftên herî giring damezrandina Kongreya Netewî bû ku pêşengtiyê ji yekîtiya netewî û demokrasî ya gelê Kurdistanê re dike. Di qonaxa niha ku her çar parçên Kurdistanê dibin êrişên dagirkeriyê de ye, vegera li fikir û nêrînên Mamosta Îbrahîm Ehmed ya ji bo hişmendî û hestê netewî û nîştimanî, wê bibe rênîşander û hêza çareseriya ji bo hemû pirsgirêk û astengiyan.

Em Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê xwe wek şopdarên rêbaza nîştimanperwer û netewî ya Mamosta Îbrahîm Ehmed dibînin. Em ê girêdayî hest û helwesta dostanî û hevaltiya wî ya li gel Rêber Apo de bin. Di dawiyê em carek din Mamosta Îbrahîm Ehmed bibîrtinin, soz û peyman didin ta pêkanîna daxwazên mamostayê hêja emê xebat û têkoşînê bikin.”