KCK: Em ê Şengalê ji qirkirina duyemîn biparêzin

Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK'ê têkildarî êrîşên bi ser Şengalê de daxuyanyeke niviskî da û got, ''Hêzên ku îro êrîşên bi ser Şengalê de digirin û hêzên ku 2014'an bi ser Şengalê de girtin xwedî heman hişmendî û armancên polîtîk in''

KCK'ê bal kişande ser wê ku piştî Mesûd Barzanî û rayedarên Tirk li hev rûniştine van êrîşan destpê kiriye û got: ''Divê hemû gelê me zanibe, tevgera me wê bi çi rengî dudulî nebe û weke 2014'an wê gelê Êzîdî yê Şengalê biparêze.''

KCK'ê êrîş weke qirkirina 2. bi nav kir û bang kir ku di serî de gelê Başûrê Kurdistanê hemû gelê Kurd li dijî dewleta Tirk û taşeronên wan bihistyar bin.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê hate dayin wiha tê gotin:

''Êrîşên PDK'ê û dewleta Tirk ên devkî yên bi ser gelê Şengalê û hêzên wê yên parastinê de ji duh ve ketiye rewşeke din. Ji duh ve êrîşên bi ser gelê Şengalê û hêzên wê yên parastinê YBŞ'ê û YJŞ'ê de hatiye qonaxe dî. Watedar e ku ev êrîş piştî ku Mesûd Barzanî di nav hefteyekê de bi Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li hev rûniştin pêk hatiye. Êrîşên dawî yên bi ser Şengalê de di van hevdîtinan de hatiye plankirin. Jixwe Wezîrê Karê Derve yê Tirk duh daxuyanî da û bi hişkere got ku ew ê bi PDK'ê re êrîşê bibin ser Şengalê. Êrîş jî heman şevê piştî vê mikurhatinê berê sibehê pêk hatiye.

HEVDÎITINÊN BARZANÎ YÊN LI ENEQERÊ

Tê fêhmkirin ku hêzên êrîş birine ser Şengalê û gelê Êzîdî ew çete ne ku PDK û dewleta Tirk bi hev re çêkirine û ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin. YBJ û YJŞ di qirkirina 2014'an de ya bi destê DAIŞ'ê bûye bîrdariyeke wiha ku hem keleha berxwedanê ya Êzîdiyan e û hem jî şerma hêzên qirker li rûyê wan xistiye. ''Hêzên ku îro êrîşên bi ser Şengalê de digirin û hêzên ku 2014'an bi ser Şengalê de girtin xwedî heman hişmendî û armancên polîtîk in''

Hêzên ku îro êrîşê tînin dixwazin keleha berxwedanê ya ku 2014'an ava bûye hilweşînin, dawî li hebûna Êzîdiyan a li Şengalê bînin. Dewleta Tirk bi van êrîşan di serî de Şengal dixwaze cografayaya Başûrê Kurdistanê bike qada şer û bi vî rengî jî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bê şik û guman e ku ti têkiliya van êrîşan bi Kurdayatî û berjewendiya Kurdan re nîn e. Ev êriş bi temamî xizmetê ji dewleta Tirk û hikûmeta AKP-Erdogan re dikin.

BANGA LI GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ji bo vê sedemê di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hemû gelê me divê li dijî êrîşên dewleta Tirk û taşeronên wan bihistyar bin. Bihistyariyeke zêdetir jî divê hêzên welatparêz ên siyasî û hêzên civakî nîşan bidin. Divê hemû gelê me bizanibe tevgera me wê nekeve ti dudiliyekê û weke 2014'an wê gelê Êzîdî yê Şengalê biparêze. Li ser vê bingehê li dijî êrîşên qirker ên 2. yên TC'ê û PDK'ê ku lidijî gelê Êzîdî yên Şengalê û hêzên wê yên parastinê de pêk tînin bihistyar bin. Di serî de gelê me yê Başûr em bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya dinyayê dikin ku bibin xwedan helwest.''