KCK: Em bang li her kesî dikin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê baştir fêhm bikin

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê got “Xeta PKK’ê xeta 14’ê Tîrmehê ye’ û bang li hemû kesan kir kir ku divê ev berxwedan baş were fêmkirin, li hemberî dagirkerî û îxanetê jî divê bi gerîlayan re bin û têkoşînê geştir bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’emîn a berxwedana rojiya mirinê a mezin a ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li hemberî faşîzma cûntaya 12’ê Îlonê kiribûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em salvegera 40'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pîroz dikin, di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî, bi minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin û têkoşîna wan bi ser bixînin.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakiyeke mezin û dîrokî ye ku li dijî faşîzma cûnta 12'ê Îlonê hate lidarxistin, faşîzm têk bir û hêviya azadiyê ya gelan bi ser xist. Dewleta Tirk a mêtinger û dagirker ji bo eciqandina têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd, ji bo qirkirina Kurdan û tepisandina daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Tirkiyeyê di 12'ê Îlona 1980'î de darbeyeke leşkerî ya faşîst kir. Bi rêya darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê re li derve têkoşîna gel bi zext û tundiyê hate tepisandin û bi vî rengî xwest ku têkoşîna rizgarî û azadiyê ya gelê Kurd bi temamî bê qedandin. Bi vê armancê teslîmiyet û destberdana ji doza azadiyê li şoreşgerên girtî ferz kir. Ji ber ku girtiyan teslîmiyet qebûl nekirin, zexta li zindanan zêde bû û êşkenceyê destpê kir.

Ji ber ku gelê Kurd hêviya xwe bi Şoreşgerên Kurdistanê anî bû û ji wan bawer dikir ku bi pêşengiya wan wê azadî û rizgarî bi ser bikeve, rêveberiya cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê jî xwest bi teslîmgirtina girtiyan hêviyên gel bişikîne û ji bo îradeya girtiyan bişikîne û teslîm bigire, li zindanan dest bi zext û êşkenceyê kir.

Yek ji deverên ku zext û êşkence herî zêde lê hate kirin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû. Rêveberiya cûnta faşîst a mêtinger û qirker ji bo Şoreşgerên Kurdistanê yên dîlgirtî teslîm bigire, li zindana Amedê sîstemeke welê ya êşkenceyê danîn ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Li Zindana bi Hejmara 5'an a Amedê bi her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê dest bi êşkenceyeke giran kir û zindana Amedê kir keleheke zilmê.

LI HEMBERÎ CÛNTAYA FAŞÎST TEKANE RÊ BERXWEDAN E

Yê ku destpêkê nîşan da ku li dijî sîstema êşkenceyê ya rêveberiya cûnta faşîst a 12'ê Îlonê ya li zindana Amedê yekane rê û ya herî rast berxwedan e, Mazlûm Dogan bû ku bi çalakiya xwe ya dîrokî ya mezin ev yek raxist pêş çavan. Mazlûm Dogan destnîşan kir ku teslîmiyet xiyanet e, berxwedan jî serketin e û bi çalakiya xwe nîşan da ku divê li sîstema êşkenceyê teslîm nebin. Ev gotin û çalakiya Mazlûm Dogan bandoreke mezin li girtiyan kir û girtî xist nava lêgerînan. Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ku weke Çaran jî têne naskirin, teslîmiyet bi temamî red kirin û bûn ên destpêkê, ku dane ser şopa Mazlûm Dogan. Çalakiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê jî li ser rêya berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan nîşan da û Çaran jî bi bedena xwe ronî kirin, bû gavek.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê zanî bûn ku ya li wan tê ferzkirin teslîmiyet e û dixwazin hêviya azadî û rizgariyê ya gelê Kurd tune bikin. Bi vê têgihiştinê tevgeriyan û biryar dan ku çalakiya dîrokî û mezin pêk bînin. Bêguman ev helwesta Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê nîşaneya berpirsyariya dîrokî û dilsoziya wan a mezin a bi gel re ye. Eger ne ji vê hişmendî, dilsozî û berpirsyariyê bûya, nepêkan bû ku gaveke bi vî rengî mezin bihata avêtin. Lewma berxwedana 14'ê Tîrmehê bû çalakiyeke mezin ku bi kûrahiyeke dîrokî ya bi wate ye û gelek pêşketinên mezin afirand.

BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ SERKEFTIN JI XWE RE KIRIBÛ HEDEF

Taybetmendiya herî şênber a Berxwedana 14'ê Tîrmehê ew e ku li serketinê asê bûye, heta serketinê nasekine û ev yek jî pêk anî. Berxwedana 14'ê Tîrmehê serketina raperîna Mazlûm Dogan û Çaran a li dijî teslîmiyetê ye. Zindana Amedê ku ji aliyê rêveberiya cûnta faşîst a 12'ê Îlonê ve veguherî bû keleha zilmê, bi vê berxwedanê re veguherî keleha berxwedanê. Rejîma cûnta faşîst û sîstema êşkenceyê ya 12'ê Îlonê têk bir. Dijminê ku dixwest Şoreşgerên Kurdistanê teslîm bigire û di şexsê wan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê biqedînin, hêviya dijmin tune kir. Lewma Çalakiya Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li gel encamên xwe yên îdeolojîk ji aliyê siyasî ve jî pêngaveke gelekî mezin e.

Ji her demê bêhtir îro pêwîstî pê heye ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê bê fêhmkirin. Gelekî girîng e ku kesayetên ev çalakî kirine bêne naskirin, hest, serbilindî, estetîzm û hezkirina mezin a gel a ku cewhera vê çalakiyê ne, bêne fêhmkirin. Wan dema ku bi berpirsyariya dîrokî û dilsoziya mezin a bi gel û têkoşînê re ev çalakî kirin, diyar kirin ku ew deyndar in. Di rastiyê de ew afirînerên nirxên herî mezin e ku em îro xwediyê wan hemûyan e. Yên deyndar ne ew in, em in. Ew bîrdariyên herî mezin ên mirovahiyê ne ku bi her awayî hêjayî pesindayinê ne.

XETA PKK’Ê XETA 14’Ê TÎRMEHÊ YE

PKK'ê li ser esasê xeta 14'ê Tîrmehê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirand û îro jî li ser bingeha xeta 14'ê Tîrmehê li dijî mêtingerî û qirkeriyê têdikoşe. Lewma xeta PKK'ê xeta 14'ê Tîrmehê ye. Bêguman ê ku herî zêde xeta 14'ê Tîrmehê fêhm kiriye û li gorî vê xetê tevdigere Rêber Apo ye. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo karên têkoşîna çekdarî yên Rêber Apo ku dixwest li dijî mêtingeriya qirker bide destpêkirin, bû piştgiriyeke mezin, xwe spart vê berxwedanê. Lewma Rêber Apo hêzeke gelekî mezin ji çalakiya Berxwedana 14'ê Tîrmehê wergirt. Rêber Apo jî bi dilsoziya bi xet û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê gerîla afirand û pêngava gerîla ya mezin a 15'ê Tebaxê li ser hîmên Berxwedana 14'ê Tîrmehê pêk anî, bi vî rengî armancên Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi cih anî. Nirx û destketiyên ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hatine afirandin, hemû li ser xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê pêk hatine.

Faşîzma AKP-MHP'ê dewama faşîzma cûnta 12'ê Îlonê ye. Çawa ku beriya 40 salan faşîzma cûnta 12'ê Îlonê bi tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwest Kurdan qir bike, faşîzma AKP-MHP'ê jî bi heman armancê tevdigere û êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Lewma desthilatdariya AKP-MHP'ê rêxistiniyeke faşîst mêtinger û qirker a welê ye ku ji bo jinûve zindîkirina faşîzma cûnta 12'ê Îlonê ya mêtinger qirker, derketiye ser dika siyasî.

Faşîzma AKP-MHP'ê serî li kiryarên giran û derveyî mirovahiyê dide ku ji yên dema 12'ê Îlonê jî girantir e. Ji bo tasfiyekirina şoreşa azadiyê ya Kurdistanê û qirkirina Kurdan, êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla dike. Her roj bi dehan welatparêz, şoreşger û demokratên Kurd digire û dixe zindanê. Li ser gel sîstemeke mezin a zextê ava kiriye, bombardûmana şerê taybet li civakê dike. Faşîzma AKP-MHP'ê ji ber ku xwedî mejiyekî dijminê Kurdan e û hebûna xwe jî bi tunebûna gelê Kurd ve girêdaye, di şerê dijî Kurdan de hemû nirxên exlaqî û mirovî binpê dike û li dijî gerîla çekên kîmyewî û çekên nukleer ên taktîkî bi kar tîne. Li xaka Rojava û Sûriyeyê yên dagirkirî bi demografiyê dilîze û gelan qir dike. Her roj gefeke nû ya dagirkirinê dixwe. Ev hemû sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê şer û qirkirin e. Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP'ê van sûcan dike.

FAŞÎZMA CÛNTAYA 12’Ê ÎLONÊ ÎRO BI DESTÊ AKP Û MHP’Ê TÊ KIRIN

Faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê li derve, her wiha li zindanan jî êrîşan dike. Heman kiryarên faşîzma cûnta 12'ê Îlonê yên li zindanan, îro faşîzma AKP-MHP jî dike. Zext û êşkence li girtiyan têne kirin. Gelek girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye nayên berdan. Girtiyên ku 30 sal in di zindanê de ne û cezayê wan qediyane nayên berdan. Her roj cenazeyên girtiyan ji zindanan têne derxistin. Bêguman zindanî jî li hemberî van êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin. Faşîzm wê ti carî nikaribe bi zext û êşkenceyê îradeya girtiyên ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin bişikîne û wê ti carî bi ser nekeve. Ji ber ku şensê faşîzmê nîne ku li hemberî xeta 14'ê Tîrmehê bi ser bikeve.

Li hemberî artêşa dagirker û faşîzma AKP-MHP'ê ku bi tasfiyekirina gerîla dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin û Kurdan qir bikin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin û di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li her derê derbên giran li wan dixin. Gerîla ji xwe li ser hîmên xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê ava bû û timî li ser vê xetê meşiya. Gerîlayên ku li ser vê bingehê ava bûne û ber bi serketinê ve dimeşin, wê artêşa dagirker teqez têk bibin. Çawa ku li hemberî berxwedana 14'ê Tîrmehê faşîzma cûnta 12'ê Îlonê têk çû û kelehên zilmê hatin hilweşandin, veguherîn kelehên berxwedanê, çawa ku tarîtî veguherî ronahiyê; îro jî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin, wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Em gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin, derbên giran li artêşa faşîst dixin û her roj destanên lehengiyê diafirînin. Em silav û hezkirinên xwe pêşkêşî hemû hevalên xwe yên fermandar û şervanan dikin.

Eşkere ye ku li pêşberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi ruhê 14'ê Tîrmehê tevdigerin û têdikoşin, faşîzma AKP-MHP'ê hatiye ber hilweşînê. Li ser xeta 14'ê Tîrmehê bi geşkirina têkoşînê re wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe, Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê demokratîk bibin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê hîn bêhtir fêhm bikin, li gel gerîla cih bigirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê bi ruhê 14'ê Tîrmehê şer dikin û têkoşînê geş bikin. Serketin wê ya gelan, jinan û têkoşerên azadiyê be ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin."