KCK’ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir bersiva herî rast a ji bo Seyîd Riza û hevalên wî, azadkirina Kurdistanê û xweserkirina Dersimê ye.

KCK’ê di peyama xwe de got ku “Di salvegera 80’emîn a îdamkirina Seyîd Riza de em mêtingeriyê şermezar dikin û sozê didin ku em ê jiyana demokratîk û azad ava bikin.”

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye:

“Îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî, encama polîtîkaya qirkirinê ya li Kurdistanê ye. Bi îdamkirina pêşengên Dersimê xwestine qirkirinekê li ser Dersimê pêk bînin. Polîtîka û sepandinên din ên piştre jî ji bo qirkirinê ne. Berxwedana Seyîd Riza û gelê Dersimê, berxwedana li dijî qirkirinê ye. Polîtîkayên qirker kiriye ku gelê Dersimê li ber xwe bide.

Di qirkirina Dersimê de amadekarî berê hatiye kirin. Plana Islahata Şerqê hedefa wê hemû Kurdistan be jî, beriya her derê berê xwe daye Dersim û Rojavayê Firatê. Bi vê mebestê raporên Dersimê hatine amadekirin. Di van raporan de awayê qirkirina li Dersimê bi berfirehî hatiye diyarkirin.

Qirkirina li Dersim û Kurdistanê 100 sal in didome. Têkoşîna li dijî vî tiştî jî didome. Bersiva herî rast a ji bo Seyîd Riza, hevalên wî û jin û zarok û ciwanên wê demê hatine qetilkirin ev e ku, divê têkoşîn were geşkirin.

Li ser vî esasî em bang li gelê Dersimê û gelê Kurdistanê dikin ku li dijî mêtingeriya qirker têkoşînê geş bikin û jiyana azad û demokratîk ava bikin."