KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî

Konseya Rêveber a KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî, ku 15'ê Mijdara 1937'an bi komployekê hatin girtin û piştre hatin darvekirin.

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê de hate gotin, "Seyîd Riza û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk a mêtinger qirker nebûn û bi vî rengî helwesta berxwedanê ku gelekî hêja ye ji gelê Kurd re weke mîrate hiştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di helwesta gelê Kurd de ku li dijî komkujî û qirkirinê teslîm nabe, li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze, sekna Seyîd Riza û Şêx Seîdan xwedî cihekî girîng e." KCK'ê ragihand ku PKK'ê ev kevneşopiya berxwedanê veguherand xeteke bênavber a têkoşînê, gelê Kurd jinûve vejand û got, "Gelê Kurd wê bi berxwedan û têkoşînê, armanca xwe ya ji bo jiyaneke azad, Rêberê azad û welatekî azad, ku bi hesreta wê ye, teqez pêk bîne. Bi pêkanîna vê yekê wê hesabê dîrokî ji dijminê kujer bipirse."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Seyîd Riza û hevalên wî ji bo rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan hatin Xarpêtê. Lê belê di 15'ê Mijdara 1937'an de ji aliyê dewleta Tirk ve di çarçoveya 'tevgera Dersimê' de bi komployekê hatin girtin û darvekirin. Di salvegera darvekirina wan de em Seyîd Riza û rêberên Kurd ên pê re hatin darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin.

HESABÊ KOMKUJIYAN WÊ JI DEWLET A KUJER BÊ PIRSÎN

Dewleta Tirk a mêtinger qirker di salên 1937 û 1938'an de li Dersim komkujiyên herî mezin û hovane yên dîroka mirovahiyê pêk anî. Li Dersim û derdora wê bi deh hezaran Kurd bi çek, singu û gazên kîmyewî hatin qetilkirin. Em careke din kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dewleta Tirk û yên komkujiya Dersimê pêk anîne bi hêrseke mezin û bi tundî şermezar dikin. Gelê Kurd qet Komkujiya Dersimê ji bîr nake, wê teqez hesabê van komkujiyan ji dewleta qirker û mêtinger bipirse.

Bêguman komkujiya Dersimê yek ji wan bûyeran e ku hovîtiya dewleta Tirk û dijminatiya wê ya li Kurdan bi rengê herî şênber radixe pêş çavan. Di salên 1937-1938'an de li Dersimê komkujiyeke pir hovane hate kirin ku wijdan û dilê mirov di ravekirina wê de zehmetî dikişîne. Di vê komkujiyê de bi singuyan zikê jinên ducanî qul kirin û zarokên ku nehatine dinê jî qetil kirin. Mirovên ku ji komkujiyê reviyan, berê xwe dan çiyê û xwe li şikeftan girtin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her cûre zindî hatin qetilkirin, hovitî û qirkirineke mezin hate kirin. Hesabpirsîna ji dewleta zalim, hov û komkujer ku êş û azarên ewqas mezin gihandiye gelan, bi taybetî jî gelê Kurd; wezîfeyeke exlaqî û pêwîstiya herî bingehîn a mirovbûnê ye. Heta ev pêk neyê, mirov nikare rast bijî yan jî bibe xwediyê heqîqetê.

JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ BÊ DAYIN

Komkujiya Dersimê yek ji dehan komkujiyan e ku di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de hatine kirin. Dewleta Tirk bi van komkujiyan xwest Kurdan qir bike. Piştî her komkujiyê bi sirgûn û asîmîlasyonê hewl da vê yekê bike. Ji ber ku gelê Kurd dest ji nasname, ziman, çand û nirxên xwe berneda ev komkujî hatin kirin. Ji bo rewakirina komkujiyan her carê îdia kirin ku gel serî hildaye. Ev berevajîkirina rastiyê ye. Gelê Kurd hatiye înkarkirin û mafên wan ên rewa û demokratîk ên gelbûn û netewebûnê nehatine naskirin. Ziman, nasname û çanda gelê Kurd qedexe kirin û Tirkbûn li ser hate ferzkirin. Gelê Kurd li ber vê yekê rabû. Bersiva dewletê ya li hemberî vê rabûnê, komkujî û qirkirin bû. Tiştên ku li Dersimê û li deverên din hatin kirin, ev bûn. Mixabin rastiya dîrokî ya sedsalan bi êşeke wiha re derbas bûye. Heta ku ev rastî neyê dîtin û rû bi rû neyên, tu nirxandin û xwestek ne rast in û wê cihê xwe negire. Eger li Tirkiyeyê guhertin çêbibe û ber bi demokratîkbûnê ve biçe, ev yek tenê bi hesabdayina komkujiyên li ser gelê Kurd, bi taybetî komkujiya Dersimê, bi terikandina zihniyeta înkarê, bi eşkere û wêrekî parastin û naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd dibe. Rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn di vir de ye.

Em careke din di şexsê Seyîd Riza û Besêyan de kesên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em careke din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin. Seyîd Riza û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk a mêtinger qirker nebûn û bi vî rengî helwesta berxwedanê ku gelekî hêja ye ji gelê Kurd re weke mîrate hiştin. Di helwesta gelê Kurd de ku li dijî komkujî û qirkirinê teslîm nabe, li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze, sekna Seyîd Riza û Şêx Seîdan xwedî cihekî girîng e. PKK'ê ev kevneşopiya berxwedanê veguherand xeteke bênavber a têkoşînê, gelê Kurd jinûve vejand. Gelê Kurd wê bi berxwedan û têkoşînê, armanca xwe ya ji bo jiyaneke azad, Rêberê azad û welatekî azad, ku bi hesreta wê ye, teqez pêk bîne. Bi pêkanîna vê yekê wê hesabê dîrokî ji dijminê kujer bipirse."