KCK'ê şehîdên Newrozê bi bîr anî

KCK: Bi taybetî ji neyekbûna Kurdan sûd wergirtine û êrîşî hêzên têkoşîna azadiyê kirine. Mixabin di dîroka me de mînakên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê Kurd ji bo vê rewşê dibêjin, kurmê darê ji darê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê 5 şoreşger û gerîlayên Newrozê li Qendîlê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Di êrîşa 21'ê Adarê de ya li dijî komîteya me ya têkiliyên derve hate kirin, destê ajanên xwefirotî heye. MÎT bi destê hin hêzên cuda kesayetên lawaz dike sîxur û bi agahiyên ji wan werdigire êrîşên hewayî tê kirin. Di vê êrîşê de jî mîna êrîşa dijî hevrê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) tiliya hevkaran heye."

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya 21'ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê, yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), ji kadroyên me yên têkiliya derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û şervanê me yê ciwan hevrê Şiyar Faraşîn şehîd bûn. Bİla serê gelê me û malbatên wan sax be; em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistanê azad bikin ku hesreta wan e.

Hevrêyê me Sînan (Alî Aktaş) sala 1978'an tevlî nava refên partiyê bû. Destpêkê li qada Mêrdînê karê partiyê kir, dema karê ciwanan dikir hate girtin û demekê li girtîgeha amedê hate hiştin. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê derbasî Rojhilata Navîn bû; tevlî amadekariyên têkoşîna gerîla bû. Dema ku pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê dest pê kir li Botanê şervan û fermandar bû. Heta ku şehîd bû di serî de li Botanê li gelek herêman fermandarî kir û di xurtkirina têkoşîna gerîla de bi roleke mezin tevgeriya. Salên dawî li gelek qadan karên civakî û siyasî kir, dema ku karê Komîteya Maliyeyê dikir hate şehîdxistin.

Hevrêyê me Şehîd Sînan kedeke mezin da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di serî de li nava gelê Mêrdîn û Botanê di nava gelê me de xwedî cihekî nayê jibîrkirin e. Hevrêyên wî û gelê me wê Fermandar Sînan ti carî ji bîr nekin û daxwaz û hesreta wî teqez pêk bînin.

Şehîd Serhat Varto (Emrûllah Dûrsûn) sala 1991'ê tevlî nava refên gerîla bû, li her devera Kurdistanê û li Amanosan fermandarî kir. Sala 2000'î li eyaleta Xorosanê ya Îranê di nava Kurdan de kar kir, kir ku Rêber Apo û PKK li Xorosanê di nava gelê Kurd de baştir bên naskirin.

Hevrêyê me Serhat Varto hevrêyekî ku fikrên wî xurt bû, ku tevlî her karên têkoşîna me ya azadiyê bû. Di nava Komîteya Hiqûqê, Komîteya Siyasî, Komîteya Gel û Baweriyan û Komîteya Têkiliyên Derve de berpirsyariyên girîng pêk anî, karên xwe hemû bi rengekî serketî kir. Der barê nirxandinên Îslama demokratîk ên Rêber Apo de xwe kûr kir, bi lêkolînên xwe tevkariyeke mezin li karên Îslama demokratîk kir.

Karekî din ê ku kedeke mezin a Şehîd Serhat Varto di nav de hebû karê dîplomasiyê bû. Ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî xebitî. Di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bi partiyên Başûrê Kurdistanê hemûyan re hevdîtin kir, bi helwesta xwe ya nerm û çêker xizmetên mezin ji afirandina feraset û zîhniyeta yekîtiya neteweyî re kir. Partiyên Kurdistanî hemûyan şahidî ji karên wî yên yekîtiya neteweyî re kirin. Karên wî yên bi vê armancê her tim bi rêzdarî hate pêşwazîkirin.

Şehîd Navdar Sînegîr (Mîkaîl Ozdemîr) jî tevî Şehîd Serhat Varto di Komîteya Têkiliyên Derve de bû. Di salên 1990'î de tevî gelek keç û xortên derdora malbata xwe tevlî nava refên gerîla bû. Demeke dirêj di serî de li Amedê li gelek herêman gerîlatî kir. Yek ji wan hevrêyên me ye ku li eyaleta Amedê di xurtkirina gerîla de kedeke xwe ya mezin heye. Piştre ji gelek karên rêxistinî re pêşengî kir; bi danhevî û tecrûbeya xwe bi rengekî çalak tevlî karên Komîteya Têkiliyên Derve bû.

Hevrêyê me Şehîd Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) jî sala 1988'an tevlî nava refên gerîla bû, salên dûr û dirêj li Dersimê, Zagrosê gerîlatî û fermandarî kir. Di salên 2000'î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî û fermandarî kir. Salên dawî her wezîfeya ku partiyê danî pêşiya wî pêk anî û dema ku karê Maliyeyê dikir ji ber êrîşa hewayî şehîd bû.

Şehîd Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) tevî temenê xwe yê ciwan di demeke kurt de şareza bû û bi fedakariyeke mezin tevlî têkoşîna me bû. Bû gerîlayekî ciwan ê fedakar û kedkar ê gelê Kurdistanê.

Di êrîşa 21'ê Adarê de ya li dijî komîteya me ya têkiliyên derve hate kirin, destê ajanên xwefirotî heye. MÎT bi destê hin hêzên cuda kesayetên lawaz dike sîxur û bi agahiyên ji wan werdigire êrîşên hewayî tê kirin. Di vê êrîşê de jî mîna êrîşa dijî hevrê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) tiliya hevkaran heye. Ev êrîşên ku bi taybetî li dijî hevalên me yên li Başûrê Kurdistanê tên naskirin tên kirin, nîşan didin ku MÎT'ê xwe li Başûrê Kurdistanê gelekî bi rêxistin kiriye. Eger ne ji alîkariya hin hêzan be MÎT nikare xwe li herêmên Behdînan û Soranê ewqasî bi rêxistin bike. Hikumet û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi rêxistinbûna MÎT'ê zanin û ji ber ku ji nedîtî ve tên li her qadê xwe bi rêxistin dike. MÎT'ê xwe li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi rêxistin kiriye. Naxwe nepêkan e ku xwe bigihîne heta Behdînan û Qendîlê û îstîxbaratê werbigire.

Di dîroka me ya têkoşîna azadiyê de dewleta Tirk her tim hin hevkar û ajan li dijî tevgera me bi kar aniye. Hêzên mêtinger qirker ji xwe her tim ji lawaziya li nava Kurdan sûd wergirtine. Bi taybetî ji neyekbûna Kurdan sûd wergirtine û êrîşî hêzên têkoşîna azadiyê kirine. Mixabin di dîroka me de mînakên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê Kurd ji bo vê rewşê dibêjin, kurmê darê ji darê ye. Di vê demê de ku hişmendî û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt bûye divê êdî dawî li lawaziyên bi vî rengî bê anîn. Divê gelê Kurd û raya giştî ya Kurd li dijî vê hevkariyê û şirîkatiya sûcê bi dijmin re helwestê nîşan bidin û xiyanetê û hevkariyê ji holê rakin.

Wezîfeyeke dîrokî dikeve ser milê partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û welatparêzên Kurd. Li dijî yên bi dijmin re hevkariyê dikin û zerarê didin têkoşîna azadiyê, kîjan partî, hêza siyasî, kes û kesayet dibe bila bibe divê helwestê nîşan bidin. Divê ti hêza siyasî, kes û kesayet êdî newêribin tiştên bi vî rengî bikin.

Divê gelê Kurd zanibe ku tevgera me ya azadiyê ew tevger e ku hesab ji sûcdaran dipirse, xiyanet û nokeriyê ji holê radike. Ji ber ku heta nokerî û xiyanet ji holê neyê rakirin nepêkane ku jiyaneke demokratîk û azad bê afirandin. Di vê çarçoveyê de wê tola Şehîd Helmet, Şehîd Sînanê Sor, Şehîd Serhat Varto, Şehîd Navdar Sînegîr, Şehîd Serhat Şafak, Şehîd Şiyar Faraşîn, Şehîd Şahîn Dîcle û Şehîd Devran bê hilanîn."