KCK'ê sala 8'an a şoreşa Rojava pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad."

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hate gotin, "Şoreşa Rojava dikeve sala xwe ya 8'an ku ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir. Em gelê Rojavayê Kurdistanê yê ku ev şoreş pêk aniye pîroz dikin û şehîdên ku di parastin û pêşvebirina şoreşê de bi rola esasî tevgeriyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji xaziyên şoreşê re jî ji bo têkoşîna wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.

Gelê Kurd bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a Rojava re nîşan da ku gelekî demokratîk şoreşger ê pêşengê Rojhilata Navîn e. Tevî gelên Ereb û Suryan şoreş veguherand şoreşa gelên Sûriyeyê û bi vî rengî ji bo şoreş veguhere şoreşa Sûriye û Rojhilata Navîn hêvî ji gelan re afirand. Li Rojhilata Navîn ku gel û baweriyên cuda kirine dijminê hev bûye şoreşeke zîhniyetê ya ku biratiya gelan û baweriyan a li Rojhilata Navîn pêk aniye. Bi vî rengî eşkere bû ku Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê şoreşger ê gelên Rojhilata Navîn e.

Sîstema xweseriya demokratîk a ku bi rêxistinbûna civaka demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkete holê veguherî modeleke demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn. Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Durzî, Çeçen û Tirkmen weke neteweya demokratîk DAÎŞ û El Nûsra têk birin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li pişta wan koman e. DAÎŞ bi hêza civaka demokratîk û neteweya demokratîk hate têkbirin. Vê yekê nîşan da ku gel çawa dikarin li Rojhilata Navîn bi sîstemeke siyasî û civakî bi ser bikeve. Gelan bi vî rengî dîtin ku çawa dikarin ji nava êşên li Rojhilata Navîn rizgar bibin.

ŞOREŞ TÊK NAÇE

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkbirina DAÎŞ'ê re ne tenê hêzeke despot a li Rojhilata Navîn têk birin, di heman demê de rêxistineke taşeron jî têk birin ku dijminatiyê li mirovahiyê dike. Gelên Bakurê Sûriyeyê di nava 7 salan de ji ber êrîşên hêzên dijminê azadî û demokrasiyê zêdeyî 10 hezar şehîd dan û zêdeyî 20 hezar jî şervanên wan xazî bû. Di serî de sosyalîst bi sedan enternasyonalîst ji çar aliyên dinyayê hatin û gelek ji van şoreşgerên demokratîk şehîd bûn ku ev yek jî karaktera vê şoreşê nîşan dide. Şoreşa demokratîk a gelên Bakurê Sûriyeyê di heman demê de bûye şoreşa demokratîk a gelên dinyayê. Ev rastî jî nîşan dide ku şoreş têk naçe.

Serketina şoreşa demokratîk a gelên Bakurê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd serketina tecrûbeya şoreşa demokratîk a dehan salan a gelên Rojhilata Navîn e. Mayindebûna xwe jî wê bi hêza şoreşa demokratîk a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk were. Bêguman şoreşa demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê nîşan da ku azadî ne bi têkoşîna ji bo avakirina dewletê pêkan e, di çarçoveya biratiya gelan de bi rêxistinbûna konfederal a demokratîk dibe. Destketiya herî mezin a gelên Rojhilata Navîn e ku hatiye fêhmkirin, azadî û demokrasî bi avakirina dewletê, bi feraseta navendîperestî û dewletperestiyê nabe. Ji ber vê zîhniyet û rêxistinbûnê, hêza sîstema xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku li dijî her şêwe êrîşan raweste. Lewma gelekî girîng e ku şoreşa demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî bê xurtkirin.

Sîstema xweseriya demokratîk a ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate afirandin ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye qada azadî û demokrasiyê, bûye nefesa aştî û biratiyê. Divê Ereb, Tirk, Fars, Azerî, Ermen, Suryan û gel hemû xwedî li vê qada azadiyê derkevin. Êrîşa li dijî vê qada azadî û demokrasiyê êrîşa li dijî hesreta azadî û demokrasiyê ya gelan hemûyan e.

Ji ber vê yekê ne tenê hêzên demokrasiyê û gelên Rojhilata Navîn, divê mirovahî hemû û hêzên demokrasiyê yên li çar aliyên dinyayê xwedî li vê şoreşê derkevin. Divê li dijî her şêwe êrîşan piştevaniya vê şoreşê bikin.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê her tim xwedî li vê şoreşê derkevin ku bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka ekolojîk demokratîk û azadîparêziya jinê hatiye afirandin û em ê timî pê re bin. Divê gelê me yê li hemû parçeyan xwedî li vê şoreşê derkeve û êş û berdêlên xwe yên giran ên sed salan veguherîne coşa jiyana demokratîk û azad.

Şehîdên Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibin havênê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn wê teqez bi ser bikeve."