KCK'ê qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlanê bi rêzdarî bi bîr anî

KCK: Em qurbaniyên Komkujiya Geliyê Zîlanê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji hêzên komkujiyê û hevkarên wan, wê teqez hesab bêpirsîn û jiyana demokratîk û azad bê avakirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Dewleta Tirk a mêtinger qirker di sala 1930'î de komkujiyeke mezin pêk anî ku weke Komkujiya Geliyê Zîlanê tê naskirin û li tevahiya herêma Serhedê belav bû. Di vê tevgera qirkirinê de ku bi rengê rêze komkujiyan hate kirin, bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Di salvegera komkujiyê de em kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Soza ku me dane şehîdên xwe em careke din dubare dikin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Komkujiya Geliyê Zîlanê êşeke gelekî mezin di dilê gelê Kurdistanê de hiştiye. Artêşên dewletê yên bi komkujiyê hatin wezîfedarkirin avêtin ser bi hezaran gundan û komkujî li gel kirin. Hejmara rastî ya mirovên hatin qetilkirin hîn baş nayê zanîn, lê belê artêşa komkujiyê li her devera ku bi dest xist bi rengekî komî qirkirin pêk anî. Tê gotin, tenê li Geliyê Zîlanê bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Organên weşanê yên dewleta qirker bi xwe ragihand ku Geliyê Zîlanê bi cesedan tijî bû. Ev gotin bi xwe radixe pêş çavan bê komkujî çiqasî mezin e, gelê Kurdistanê ev komkujiya giran û bi êş ti carî ji bîr nekir, her tim bi bîr anî.

Komkujiya Geliyê Zîlanê mîna komkujiya li Dersimê, karakterê qirker û dijminê Kurdan ê dewleta Tirk bi şênberî raxist pêş çavan. Ji helwest û gotinên rayedarên dewletê yên di dema komkujiyê de kirin tê fêhmkirin bê li pişt vê komkujiyê mejiyekî çawa heye. Mejiyê ku dewlet ava kir û bi rê ve bir, ji bo dewlet û civakeke bi yek rengî ava bike dest bi komkujiyan kir. Ji xwe hêza ku dewlet bi rê ve bir, ragihand ku ji bilî Tirkbûnê daxwaz, heq û hiqûqa kesî nîne, yên daxwaza vê bikin jî wê sax neyên hiştin. Komkujî di çarçoveya vê armancê û vî mejî de hatin kirin. Komkujiya Geliyê Zîlanê jî bi vê armancê hate kirin û mîna komkujiyên din ji bo tuekirina rastiya Kurd û Kurdistanê pêk hat. Ji ber ku Kurdan qebûl nekirin ku dest ji welat, ziman, çand, nasname û civakîbûna xwe berdin, bi kurtasî dest ji Kurdbûna xwe bernedan, komkujî li wan hate kirin.

Ev mejiyê ku xwe dispêre tunekirina Kurdîtiyê, îro jî neguherî ye û ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve dewam dike. Mîna di dîrokê de niha jî ji gelê Kurd tê xwestin ku dest ji rastiya xwe berde, li dijî Kurdên ku vê qebûl nakin, xwedî li hebûn, îrade û azadiya xwe derdikevin, polîtîkaya komkujiyê tê meşandin. Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê û polîtîkaya wê ya şer hemû bi vê armancê ne. Tecrîda li ser Rêber Apo, ajotina DAÎŞ'ê bi ser gelê Kurd ve, komkujiyên ku bi destê DAÎŞ'ê hatin kirin, qetilkirina xelkê me yê Ezidî, êrîş û dagirkreiya li ser Rojava, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, êrîşên li ser penaberên siyasî yên li kampa Mexmûrê, girtin û operasyonên siyasî yên li dijî siyaseta demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, zext û êrîşkariya faşîst a li ser gel, şerê taybet û êrîş û sûîqestên ji bo tunekirinê yên li her derê têne kirin, encama vê polîtîkayê ne. Bêguman serkêşê dewleta Tirk a qirker mêtinger ê ku van hemûyan dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Bêguman mîna ku di dîrokê de hate kirin, îro jî komkujî û qirkirina Kurdan bi xwespartina li xayinên ku xiyanet li nasname, rastî û gelê Kurd kiriye, dewam dike. Yên ku di nava AKP'ê de ne, pê re di nava danûstandinan de ne û piştgiriya wan dike, bi xayinên di dîrokê de ji heman qumaşî ne. Gelê Kurd ê welatparêz van hêzên xayin baş nas dike, ku van hêzan asîmîlasyon, qirkirin qebûl kirine, dest ji nasname û rastiya xwe berdane û xizmetê ji qirkirina Kurd re dikin. Mîna ku di dîrokê de jî hate dîtin, kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên madî û dewlemendiyê li gel desthilatdarî û dewletê cih digirin li ber çavên gelê Kurd di asta firotî û xiyanetê de ne. Bêguman gelê Kurdistanê mîna berê wê îro jî têkoşîna xwe mezin bike, yekîtiya xwe xurt bike û hesabê pêwîst ji xayinan bipirse.

Di serî de Komkujiya Geliyê Zîlan, divê mirov hîn zêdetir li ser van komkujiyan bisekine, vê dîroka qirker bi hemû aliyan ve derxîne holê û ronî bike. Ne tenê Kurd, divê rewşenbîrên Tirk jî ji bo eşkere kirina dijminahiya dewletê ya li hemberî Kurdan û kesayeta wê ya qirker derxîne, bikeve nava hewldanê. Li Tirkiyeyê mirov rû bi rûyê rastiya Kurd nemîne, vê rastiyê bi hemû aliyan ve dernexîne holê û xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dernekeve, ti pêşketin çênabe. Guhertina Tirkiyeyê, demokratîkbûna wê, ronîbûna wê encex bi helwesta li dijî neheqî, qirkirin û komkujiyan dibe. Li Tirkiyeyê divê helwesteke wisa pêş bikeve û divê bi rengekî xurt piştevaniya rewşenbîrên Tirk ên ev helwest pêş xistî, were kirin. Li Tirkiyeyê pêdiviya bûyîna rewşenbîr, pêşverû, sosyalîst, demokrat, bi exlaq û bi wijdan teqez bi dîtina vê rastiyê û xwedî derketina wê pêkan e.

Em car din kesên di Komkujiya Geliyê Zîlan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdar bi bîr tînin. Wê hesabê ji qirkeran û hevkarên wan were pirsîn û jiyana azad û demokratîk pêk were. Bingeh û armanca derketina dîrokî ya tevgera me ev e. Li ser vî bingehî di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, divê hemû dost û hêzên demokrasiyê li dijî êrîşên tecrîd û qirkirinê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku di roja me siyaset û zihniyeta qirker dimeşîne, hîn xurttir têbikoşin."