KCK'ê ji YNK'ê re serketin xwest ku kongreya xwe ya 4'an pêk anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku YNK'ê kongreya xwe ya 4'emîn bi rengekî serketî pêk anî û di karê wan de daxwaza serketinê kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"YNK'ê kongreya xwe ya 4'emîn bi rengekî serketî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Em di wê baweriyê de ne ku biryarên di kongreyê de hatin standin wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi xêr bin û em daxwaza serketinê ji rêveberiya nû re dikin.

YNK tevgereke siyasî ye ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de cihê xwe girîng e. YNK ku bi nêrîn û karakterê lîderên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ava bû û bi pêş ket, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd di asteke girîng de xurt kir. Dostaniya Rêber Apo ya li ser bingeha biratiya gelê Kurd bi lîderên siyasî yên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî re kir, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd xurt kir û nirxên girîng lê zêde kir. Nirxekî siyasî yê watedarê vê têkiliyê çêbû û li Kurdistanê kevneşoiyeke siyasî ya mînakdar afirand. Em; Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi vê têgihiştinê tevdigerin û destnîşan dikin ku piştî vê kongreya bi rengekî serketî hate kirin wê helwesta me bi heman rengî be.

Di demekê de ku li Iraqê û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng ên siyasî diqewimin, pêkhatina kongreya YNK'ê gaveke dîrokî ye. Dema ku xwe li bûyerên diqewimin amade bikin, ev yek wê ji bo destketiyên gelê Kurd, ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd wê encamên gelekî erênî biafirîne.

Em di wê baweriyê de ne ku YNK wê di çarçoveya nirxên şehîdên Kurdistanê û lîderên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî de tevbigere, li ser xeta wan a siyasî ji niha û pê ve bêhtir xizmetê ji gelê Kurd re bike. Em ji civata YNK'ê re di karê wan de serketinê dixwazin."