KCK'ê hikumeta Paşînyan şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku desthilatdariya Ermenistanê Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Elîşer) radestî dewleta Tirk kiriye û hikumeta Paşînyan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Çîçek û Yildirim ji aliyê Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatine kirin û wiha hate gotin:

"Hevalên me Leheng (Atîlla Çîçek) û Elîşer (Huseyîn Yildirim) ji aliyê dewleta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatin kirin. Îdîaya ku dibêje, hevalên me bi operasyonekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, dûrî ji rastiyê ye. Hevalên me Leheng û Alîşer ku Mijdara 2021'ê ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve hatin girtin û ji hingî ve girtî bûn, di encama xiyanetê de radestî dewleta Tirk hatin kirin. Bi rêya vê nûçeya derewîn hewl hate dayin ku xiyaneta hikumeta Ermenistanê bê veşartin û nixumandin.

EM HIKUMETA PAŞÎNYAN ŞERMEZAR DIKIN

Herdu şoreşgerên Kurd ên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiyan, ji bo wezîfeyeke şoreşgerî derbasî Ermenistanê bûbûn. Di demekê de ku bi tevdan û piştgiriya dewleta Tirk xaka Ermenistanê hatiye dagirkirin, gelekî manîdar e ku herdu şoreşgerên Kurd ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatine kirin. Vê rewşê bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan ku hikumeta Paşînyan hevkariyê bi dewleta Tirk a mêtinger qirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst re dike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, em hikumeta Paşînyan a ku herdu hevalên me teslîmî dewleta Tirk kiriye, ji ber vê helwesta xwe şermezar dikin.

Vê helwesta Hikumeta Paşînyan, rexne û sûcdariyên di mijara dagirkirina xaka Ermenistanê de lê tênekirin, piştrast dike. Di pêvajoyekê de ku xaka Ermenistanê tê dagirkirin, li şûna ku piştgiriyê bide kesên li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker têdikoşe, radestkirina wan a ji bo dewleta Tirk vê rewşê nîşan dide. Ev rewş di heman demê de xiyaneta li têkoşîna gelê Ermen a li dijî qirkirinê ye. Radestkirina van herdu hevalên me ji bo dewleta Tirk, rastiya xiyanet û hevkariya veşartî ya Hikumeta Paşînyan raaxistiye pêş çavan.

HIKUMETA PAŞÎNYAN XIYANETÊ LI GELÊ ERMEN DIKE

Ji bo gelê Ermen vê rastiya Hikumeta Paşînyan baş fêhm bike û ji bo raya giştî ya demokratîk a gelê me rastiyê zanibe, em vê daxuyaniyê didin. Radestkirina van herdu hevalên me ji bo dewleta Tirk eşkere dike ku Hikumeta Paşînyan xiyanetê li doza gelê Ermen û gelan hemûyan dike, bi dewleta Tirk a mêtinger û qirker re hevkariyê dike ku di dîrokê de gelê Ermen qir kir û îro jî xaka Ermen a mayî dagir dike. Her wiha radixe pêş çavan ku bi polîtîkaya dagirkerî û qirkirinê re ye. Em bang li gelan û dostan, bi taybetî jî gelê Ermen dikin ku li ber vê hikumeta hevkar rabin. Em pê bawer in ku gelê Ermen wê helwesta pêwîst li hemberî vê hikumetê nîşan bide û hesabê hevkarî û xiyanetê bipirse.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadî û rizgariya gelên herêmê hemûyan bi taybetî jî ji bo azadiya gelê Ermen têdikoşe. Gelê Kurd bi çavê biratiyê li gelê Ermen dinihêre. Welatê ku lê ye weke Welatê Hevpar dibîne û bi vê hestê nêzî gelê Ermen dibe, piştgiriyê dide doza gelê Ermen. Gelê Ermen jî gelê Kurd jî baş bi vê zanin û herdu gel bi hestên erênî nêzî hev dibin. Ya ku hevkar dikin jî wê nikaribe zerarê bide hevkariya têkoşînê û biratiya gelên Kurd û Ermen. Berevajî; nêzîkatiyên bi vî rengî wê bibin sedem ku gelên Kurd û Ermen hîn bêhtir hevkariyê li ser têkoşînê bikin. Ev helwesta Hikumeta Paşînyan destpêkê zerareke mezin dide doza gelê Ermen û têkoşîna wê ya hebûnê. Jiyaneke rast û bi rûmet ne bi hevkariyê lê bi berxwedan û têkoşînê bi dest dikeve. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li Hikumeta Paşînyan dikin ku dev ji têkiliyên hevkariyê yên bi dewleta Tirk a mêtinger qirker berde û ji ber vê bûyerê lêborînê ji gelê Ermen û Kurd bixwaze."