KCK'ê di salvegera 27. de Raperîna Ranyayê bi bîr anî

KCK'ê bi wesîleya salvegera 27'an a raperîna li Ranyayê ya li dijî rejîma Baas hate kirin, peyamek weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek da û bi bîr xist; "5'ê Adara sala 1991'ê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê ji Ranyayê dest bi raperîna li dijî rejîma Baas a mêtinger kir."

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Raperîna li Ranyayê dest pê kir li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav bû. Ji ber vê yekê navê 'Bajarê Raperînê' li Ranyayê hatiye kirin. Ranya di hemû raperînan de bi erka pêşengiyê rabû û sala 1991'ê jî ev pêşengiya xwe nîşan da. Bi wesîleya salvegera raperînê, em pêşengên raperînê silav dikin û şehîdan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin."

KCK'ê destnîşan kir ku Raperîna 5'ê Adara 1991'ê gaveke diyarker bû ji bo destketiyên li Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Ya ku li Başûrê Kurdistanê destketî afirand, Raperîna 5'ê Adara 1991'ê ye. Serhildana 5'ê Adarê nîşan da ku azadiya gelê Kurd di destê wan bi xwe de ye. Ev serhildan wê ji bo Başûrê Kurdistanê her tim bibe mînak. Raperîna 5'ê Adarê her wiha yek ji pêngavên herî girîng ên şoreşa demokratîk a li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê hemû gavên şoreşgerî demokratîk û têkoşîna demokratîk li ser bingeh û şopa Raperîna 5'ê Adarê pêk tên."

KCK'ê got, "Ev yek bi zelalî eşkere bûye; heta ku welatên Rojhilata Navîn demokratîk nebin û Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê azad nebin, ti destketiyên li Kurdistanê ewle nîne" û wiha dewam kir:

"Ji ber vê yekê, hişmendiya demokrasî û azadiyê, hişmendiya raperînê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Êrîşa li ser Efrînê careke din raxist pêş çavan bê dijminê Kurdan çiqasî êrîşkar û komkujer e. Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê dike, li Başûrê Kurdistanê 15-20 baregehên xwe yên leşkerî hene û bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e. Ev rastî nîşan dide ku têkoşîna azadkirina Başûrê Kurdistanê ya ku bi Raperîna 5'ê Adarê dest pê kir hê temam nebûye. Dewleta Tirk a ku li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e, her gavê dibêje 'Em ê şaşitiya ku me li Bakurê Iraqê kirine li Bakurê Sûriyeyê dubare nekin' û bi vî rengî dibêje ku dema firsend dît wê destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî ji holê rake."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Helwesta dewleta Tirk û bûyerên li tevahiya Kurdistanê diqewimin nîşan didin bê çiqasî girîng e ku hişmendiya Raperîn timî zindî be. Gelê Başûrê Kurdistanê bi desteka xwe ya ji bo Berxwedana Efrînê careke din raxist pêş çavan ku hişmendiya xwe ya Raperînê çiqasî berz e.

Di salvegera 27'an a Raperîna 5'ê Adarê de em di wê baweriyê de ne ku ev ruhê Raperînê wê jiyana demokratîk û azad bîne gelemperiya Kurdistanê. Gelê me wê bi vî ruhî li Efrînê û li her herêma Kurdistanê têkoşîna xwe bi ser bixîne."