KCK’ê Cejna Noelê ya alema Xirîstiyan pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Noelê ya alema Xirîstiyan pîroz kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Noelê ya alema Xirîstiyan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Cejna Noelê ya alema Xirîstiyan pîroz kirin.Em hêvîdar in ku wê sala 2020’an aştî û aramiyê bîne ji hemû mirovayetiyê re.

Rojhilata Navîn qada avabûn û geşbûna Xirîstiyaniyê ye lê îroj li her dera wê şer heye. Hinek kes dînê Îslamê îstîsmar dikin û gelên Xirîstiyan ên li Rojhilata Navîn dikin hedef. Di vî şerî de herî zêde dewleta Tirk tevî çeteyên xwe êrîşî Kurdistaniyan dikin.

Di sala 2019’an de ji ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk herî zêde gelê me yên li Serêkanî û Girê Spî êş kişandin. Dewleta Tirk a qirker Xirîstiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de, li ser hemû gelan xetereyeke mezin e. Ev desthilatdarî ne bi tenê dijminatiya gelê Xirîstiyan dike. Ev desthilatdarî dijminatiya Êzidî, Elewî û hemû bîr û baweriyan dike. Li hemberî van êrîşan divê hemû bîr û bawerî li ser xeta neteweya demokratîk yekîtiya xwe pêk bînin.

Gelê me yê Siryan û Ermen ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de, em Cejna Noelê ya hemû alema Xirîstiyanan pîroz dikin. Em hêvîdar in sala 2020’an wê bibe sala ku xerabî bi dawî bibe û têkoşîna neteweya demokratîk bi ser bikeve.”