KCK'ê Şehîd Helmet bi bîr anî: Dema qewitandina dagirkeriya Tirkiye ji Kurdistanê ye-NÛ BÛ

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Hevrê Şehîd Helmet; li ser bingehê zanista netewî ya hilgirtî, îdealên xwe yên Kurdistana azad a Demokratîk, her roj zêdetir mezin kir, hem jiyana xwe ji bo vê bexşand.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, Diyar Xerîb (Helmet) bibîr anî:

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê wiha ye:

“Em ewladê leheng ê Başûrê Kurdistanê, kadroyê pêşeng ê partiya me, heman demê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrêyê me yê bi nirx Diyar Xerîb û hevrêyên din Şahîn û Devran ên li gel wî şehîd bûne, di salvegera şehîdbûna wan a 2’an de bi hezkirineke mezin û rêzdarî bibîr tînin. Li ber hesretên wan ên pîroz bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin. Di şexsê van hevrêyên me yên bi nirx, hemû Şehîdên Leheng de, em soza girêdanbûna xwe ya bi wan re dubere dikin. Kurdistana Azad a Demokratîk ku di oxira wê de şehîd bûne, hedef û xeyalên wan ên jiyana azad, civaka azad û mirovên azad ên nîvço hiştine, ji bo bi cih bînin, em diyardikin ku em ê têkoşînê mezin bikin û biryardariya me ya gihiştina serketinê ji her demê zêdetir mezintire.

Hevrê Helmet; bi girêdanbûna bê dawî ya bi nirxên jiyana azad û netewî re, ji bo yekîtiya netewî ya demokratîk a gelê Kurd pêk bîne, bi hestayariya xwe, zanist û kesayeta xwe ya rewşenbîrî ve, dîsa bi sekna xwe ya jiyana dil nizim her demê û li her cihî bûye hevrêyeke me yê ku bibe mînak. Wê tim di dilê me û hemû gelê me de, di hişê me de heta heta bijî, wê nirxan ava bike. Çawa ku dema dijiya jibo yekîtiya netewî ya Kurd û demokratîkbûnê û dîsa li dijî mêtingerî û dagikeriyê rabû, pêşengê berxwedanê bû, piştî şehîdbûna xwe jî îro jî heman rolî bi domdarî dilîze.

Şehîd Hevrê Helmet; weke ciwaneke rewşenbîr ê Başûrê Kurdistanê, ji roja ku hate dinê û şûnde, ji êrîşên qirkirinê yên rejîma Baas faşîst, qetlîam û enfalê re şahidî kir û jiya. Her bûyera qirkirinê ku şahidî jêre kir, her çîroka qetlîamê ya bihîstibû, rê li ber avakirina hestên şoreşgeriyê vekir. Bi saya pêşbîniyên mezin ên hebûn, sanista dîrokî ya kûr a pêşxistî, polîtîkayên qirker-mêginter ên dijminê Kurdan dibîne, terciha xwe ya polîtîk-îdeolojîk li gel xeta azadiyê ya Rêber Apo diyar dike. Jiyana madî ya basît a li pêşiya wî hate danîn red kir, hê di temenê xwe yê ciwan de berê xwe da ye çiyayên welatê xwe. Mîna ku têhniyê çiyayên Kurdistanê, berê xwe daye refên azadiyê yên têkoşînê, bi lez xwe pêş dixe, xwe bi Gerîlayên Azadiyê re kiriye yek û bûye hevrêyeke ku Rêber Apo himêz kiriye. Bi boneya rastî, durist, dil vekirî û tevlîbûna kedê, dîsa zanista polîtîk-îdeolojîk re, rastiya Kurd û Kurdistanê, rastiya têkoşînê, di pratîka xwe ya têkoşînê ya çaryek ya sedsalî bilez girtiye û kûrkiriye, gihaye asta pêşnegek rast.

JI XETA TÊKOŞÎNÊ QET GAV BI ŞÛN VE NEAVÊT

Şehîd Hevrê helmet; bûye yek ji hevrêyê me yê herî zêde pradîgmaya Civaka Demokratîk a Rêber Apo fêm bike û bikeve nava hewldanên pêk anînê. Ji bo pradîgmaya Rêbertiyê bê famkirin, bê pêkanîn û pratîkkirin bi xwe eleqedar bû. Di têkoşîna pêkanîna pradîgmaya Rêbertiyê erkên cuda girte ser milê xwe û rola pêşengtiyê rabû. Bû xwedî seknekî ku her demê di her astê de PKK’ê temsîl bike. Di rêgezên hevrêtiyê de û di nêzîkatiya jinê de, rêgez û pîvanên azadiyê di her astê de di sekna xwe ya kesî de nîşan da. Yanî di nava partiyê de, di pêvajoyên cihê de, di têkoşînên xeta bilindkirinê de, qet gav bi şûn ve neavêt. Mîna ku di her mijarê de, di mijara têkoşîna rêxistinî-îdeolojîk de, her demê bûye xwedî seknekî şoreşgerî yê pêşeng. Seknekî derveyî xetê qet qebûl nekiriye. Zanî ku her demê bi vê re têkoşînê bike. Di vê mijarê de jî bû yek ji hevrêyê ku şopdarê herî baş ê Rêber Apo û milîtanekî pêşeng.

Hevrê Şehîd Helmet; li ser bingehê zanista netewî ya hilgirtî, îdealên xwe yên Kurdistana azad a Demokratîk, her roj zêdetir mezin kir, hem jiyana xwe ji bo vê bexşand. Rastiya qirker a gelek carî li ser gelê Kurd hatî kirin, rastiya welat a hatî parçe parçe kirin, rastiya gel û êşên mezin, birînên kûr ên nayên pêçan, bi hemû hucreyên xwe hîs kir û jiya. Bê nasnametî û statûbûna a ji bo gelekê tê çi wateyê baş dizanî. Ji bo vê her kêliya temenê xwe, her saetê, ji bo pêçana birînên gelê xwe yên kûr, ji bo êşên wê aş bike, pirsgirêkan çareser bike, ji bo têkbirina lîstikên dijmin, tim têkoşîneke xurt dikir. Bi zanista dîrokî ya kûr û bi saya zanîna siyaseta rojane, tim ji bo hemû erka zendû bendê xwe hildaye, bûye xwedî tevlîbûneke mînak. Ji bo yekîtî û yekbûna gelê Kurd pêk bê, dîsa ji bo bi gel û baweriyên din re wekhev-azad û bi xwişk-biratî ji bo siberojek bê avakirin her erka girt ser milê xwe , bi hesteke mezin û kêrhatiyeke xurt û  di asta eşqê de bi cih anî.

HEVRÊ HELMET BÛYÎNA PÊŞENGÊ XETA ŞOREŞGERIYÊ YA LI BAŞÛR BI SER XIST

Şehîd Helme li Başûrê Kurdistanê seknek bû, xetek bû. Li Başûr bûye navê şoreşgerî, jiyana bi rûmet, seknekî serbilind, serî netewandin, û teslîm nebe. Bi kesayetiya xwe ya şoreşger, zanabûna welatparêziyê bûye temsîl û parêzvanên nixên azadîxwazî-demokratîkbûnê. Li Başûrê Kurdistanê bûye yek ji hevrêyên pêşengtiya xeta şoreşgerî û bûye pêşeng. Qibleya îdeolojî a şoreşgerî ya li Başûr xeta berxwedêr a bi rûmet a hevrê Şehîd Helmet e. Ji ber vê xwedî li hevrê Helmet derketin, tê wateya xwedî li Başûr derketinê. Li ser xeta Şehîd Hevrê Helmet meşîn, tê wateya başûr ji dagirkeran û dagirkeriyê rizgarkirinê.

Hevrê Helme bi taybet jin û ciwan qet ber bi îsafa çanda-paşverû, hişmeniya desthilat a eşîrî-malbatî qet berneda û qebûl nekir. Ji bo jin û ciwanên başûr zana û rewşenbîr bibin, ji bo derxistina hêza rêxistinî, jiyaneke wekhev, azadîxwaz û demokratîk, pêk bîne, bûye xwedî kedeke mezin. Li ser vî bingehî hebûna Hevrê Helmet li ser siberoja gelê me yê Başûr rê li ber bandoreke pir mezin vekiriye. Tam jî ji ber vê yekê ji aliyê hêzên dagirker û hevkarên xwecihî ve hate hedefkirin û bi hovane hate qetilkirin.

Divê ev dagirker, hêzên qetlîamker û hevkarên xwecihî bizanin ku; têkoşîna hevrê Helmet bi dawî nebûye, dawî jî nabe. Mîna hemû Şehîdên Leheng ên me piştî şehîdbûna Hevrê Helmet jî wê vê rola pêşentiyê bi domdarî bilîze. Di serî de jin û ciwan, gelê me yê Başûr, wê xwedî li têkoşîna hevrê Helmet a nîvço mayî û ji her demê zêdetir mezin bike û xwedî lê derkeve. Ji ber ku Hevrê Helmet, li himêza gelê Başûr, bi lorînên Enfalê, bi tilîliyên raperînê mezin û bûye şoreşger. Hemû jiyana xwe da tolhiltana qetlîam-qirkirin û nefalên li Kurdistanê, di vê oxirê de şehîd bû. Gelê me yê Başûr bi sedan ciwanên şoreşger û mîna wî Helmet ji nava xwe bixuliqîne. Ji ber ku niha pêwîstiya gelê Başûr ê di bin dagirkeriya TC’ê de ye herî zêde bi kesayeteke pêşeng ê şoreşger ê mîna Hevrê Helmet heye. Ji bo hêzên dagirker-qirker ji Başûr bê qewitandin, dîsa ji bo têkoşîneke azadî û demokrasiyê ya rast, herî zêde pêwîstiya Başûr bi Helmetên ciwan ên nû hene.

JI BO CIWANÊN BAŞÛR BANG: XAYÎN Û HEVKARAN LI NAVA XWE NEHEWÎNIN

Ji bo vê taybet banga me ji bo ciwanên Başûrî ye; rê nedin hevkar û xayînên destê wan di xwîna hevrêyên me de hene û di nava xwe de ne hewînin. Divê qet rê nedin ku xayîn û hevkar di nava we de bijî. Van di nava jiyana û rêxistinkirina xwe de nehewînin. Ji bo li ser şopa birûmet a Şehîd Hevrê Helmet bibin pêşeng, divê bikevin nava pêşbaziyeke şoreşgerî. Ji bo tevlîbûna meşa wî ya şoreşgerî, azadîxwaz û wekhev, pêkanîna xeyalên wî yên Kurdistana azad û demokratîk, bi lezgîn berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê yên himêza xwe ji bo we vekirî.

Li ser vî bingehî di kesayetiya Şehîd Helmet û Hevrê Şahîn û Dewran ên li gel şehîd bûne, ji bo hestên Şehîdên xwe yên Leheng bidin jiyîn, xeyalên wan pêk bînin, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê hemû gelê Kurdistanê bang dikin ku yekîtiya demokratîk û hevrebûnê xurt bikin, li diî dagirkeriya TC a mêtinger, berxwedanê mezin, bi ruhê yekîtiya netewî ya demokratîk, dagirkeriya Tirk ji Kurdisatnê biqewitînin. Dem dema yekîtiyê ye.”