KCK: Divê gelê me li her cihê ku lê ye rabe ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sê parçeyên Kurdistanê û qadên gerîla de daxuyaniyek da û li dijî wan êrîşan got, “Divê gelê me li her çar parçeyan û li derve li her cihê ku lê ye, rabe ser piyan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di derbarê êrîşên hewayî yên di şeva 19'ê Mijdarê de destpê kir de daxuyaniyeke nivîskî da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

EM ÊRÎŞÊN FAŞÎST ŞERMEZAR DIKIN

“Dewleta Tirk a qirker û dagirker 19’ê Mijdara 2022’an li hemberî Başûr, Rojava, Rojhilat û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî yê dijwar pêk anî. Di wan êrîşên ku li hemberî tevahî Kurdistan û gelê Kurd pêk hat de bi dehan cih û war hatin hedefgirtin û di encama wan de gelek mirov şehîd û birîndar bûne. Em van êrîşên faşîst û qirker ên qirkirina Kurdan armanc dike û li hemberî aştiya herêmê û xwîşk û biratiya gelan pêk hatî şermezar dikin, yên di wan êrîşan de şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi van êrîşan wê ti carî nekaribe bigihîje armancên xwe, wê nekaribe sekna jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurdistan û gelên herêmê bişkîne û wê li pêşberî berxwedan û têkoşîna gelên me têk biçe.

GELÊ ME WÊ YÊN LI REX GELÊ KURD CIH NEGIRITINE Û ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN AKP-MHP’Ê REWA DIKIN, QEBÛL NEKE

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dijminê Kurdan e û yekane armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Bi êrîşa ku di şeva 19’ê Mijdara 2022’an de dan destpêkirin, rastiya qirker û dijminatiya Kurdan a AKP-MHP’ê bi awayeke zelal derket holê. Di van êrîşan de hemû Kurdistan û gelê Kurd bûn hedef. Bi van êrîşan derket holê ku hebûna gelê Kurd û vîna jiyana bi hev re di bin êrîş û gefan de ye. Piştî vê qonaxê wê gelê me bi ti awayî domkirina ev helwesta ku heta niha tevî êrîşan li rex gelê Kurd cih negirtiye û êrîşên qirkirinê yên AKP-MHP’ê rewa dike, qebûl neke.

DIVÊ TU KURD LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞAN BÊBERSIV NEMÎNE

Desthilatdariya qirker a faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê êrîşî parçeyekî, beşek ji Kurdan dike, li çar parçeyên Kurdistanê êrîş dike û hemû Kurdan dike hedef. Ji bikaranîna çekên kîmyewî bigire heta bi avêtina bombeyan ji hewayê ya bi balafiran, bi her cure rêbazên dijmirovî û wêranker, ji bo qirkirina Kurdan bê navber êrîş dike. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz jî li dijî van êrîşên bê navber û dijwar ên faşîzma AKP-MHP’ê di nava berxwedaneke bê navber de bin û li her derê dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin. Divê tu Kurd li hemberî van êrîşan bêbersiv nemîne û li mala xwe nemîne. Divê bi tundî hemû hêzên hegemonîk ên ku bêdeng dimînin û destekê didin van êrîşan protesto bikin.

XWESTIN KU ZEMÎNEK JI ÊRÎŞÊN BERFIREH ÊN LI DIJÎ KURDAN Û DAGIRKERIYA ROJAVA RE WERE AMADEKIRIN

Weke ku me berê jî ji raya giştî re ragihandibû ku tê xwestin ku zemînek ji êrîşên berfireh ên li dijî Kurdan û dagirkeriya Rojava re were amadekirin. Ji ber vê jî diyar e ku êrîşa Taksîmê ji aliyê desthilatdariya faşîst, MÎT û Silêman Soylû ve hatiye kirin. Teqîna li Taksîma Stenbolê bi vê armancê hat kirin. Jixwe piştî vê teqînê şefên faşîst ên AKP-MHP’ê Rojava kirin hedef û diyar kirin ku ew ê êrîşî Rojava bikin. Vê êrîşê niyet û armanca desthilatdariya faşîst bi awayekî pir zelal eşkere kir.

ÊRÎŞA LI SER KURDAN NE DI BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ Û GELÊN TIRKIYEYÊ DE YE

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di nava planên tarî de ye û ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her cure rê û rêbazên qirêj dide. Divê her kes vê rastî û planên AKP-MHP’ê bibîne û fêm bike. AKP-MHP jî bi lêdana Kurdan, êrîşa li ser Rojava û dagirkirina Rojava re dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û Tirkiyeyê bixe nava pêvajoyeke tarî û paşverû. Lewma divê bi qasî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û hemû beşên pêşverû li dijî van plan û êrîşên qirker, qirêj û tarî yên AKP-MHP’ê derkevin û bertek nîşan bidin. Divê her kes bizane ku êrîşa li ser Kurdan bê guman ne di berjewendiya Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê de ye, xizmeta azadî û demokrasiyê nake. Berevajî vê, her êrîşeke li dijî Kurdan tê wateya êrîşa li dijî hemû gelên Tirkiyeyê, demokrasî û azadiyan. Ji bo vê jî divê her kes li hemberî van êrîşên li dijî Kurdan bi dengekî bilind bertekên xwe nîşan bide û bi gelê Kurd re bibe yek.

HÊZÊN KU ŞIRÎKÊ QIRKIRINA KURDAN IN

Dewleta Tirk a qirker a mêtinger van êrîşan bi erêkirin û piştgiriya hêzên hegemonîk pêk tîne. Di serî de DYE û Rûsya, hêzên hegemonîk bi erêkirin û destekdayîna van êrîşên ku qirkirina Kurdan armanc dikin, nîşan didin ku hevparê qirkirina Kurdan in. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve were zanîn. Ger erêkirin û piştgirîdayîna hêzên hegemonîk nebe, dewleta Tirk wê nekaribe di nava koordînasyona êrîşên di vî astî de cih bigire. Gelê me bi vê rastiyê dizane û helbet li gorî wê helwest û nêzîkatiyê raber dike. Encax divê her kesên alîgirê azadî û demokrasiyê, xwedî helwest bin û li dijî van hêzên ku destekê didin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kurdan û hevkarên qirkirina Kurdan in, derkevin û helwest nîşan bidin.

DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ RABE SER PIYAN

Êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê jî li dijî aştiya herêmê û vîna gelan a jiyana bi hev re tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi pêkanîna qirkirina Kurdan re dixwaze xwe bigihîne sînorên mîsaqî-mîllî û li herêmê hegemonyaya xwe ava bike. Destwerdana welatên herêmê dike û wana tevlê qirkirina Kurdan dike û bi vî rengî îradeya wan zewt dike. Divê welatên herêmê jî vê yekê zanibin ku heta ku bêdeng bin an jî bibin şirîkê êrîşên li dijî Kurdan, wê îradeya xwe winda bikin û bibin pêlîstokên ku xizmeta dewleta Tirk dikin. Ji ber vê yekê ne tenê Kurd, divê ew jî li dijî van êrîşên dewleta Tirk derkevin û nebin şirîkê wê.

Em careke din van êrîşên qirkirinê şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşên qirkirinê bertekên xwe nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin. Divê gelê me li çar parçeyan û li derve li her cihê ku lê ye rabe ser piyan û bertekên xwe bi daketina qadan nîşan bide. Êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya ku armanca wan tinekirina gelê Kurdistanê ye, encax bi bertekên tund û têkoşîneke topyekûn dikare bê sekinandin.”