KCK: Divê em dev ji fikirandina parçeyî berdin

Nûnertiya KCK’ê ya Başûrê Kurdistanê li gel Komîteya Karên Derve li Silêmaniyê bi rewşenbîran re civiya. Varto yê di civînê de axivî diyar kir ku ji derveyî yekîtiyeke netewî ti rêyek din nîne û got: “Divê em dev ji fikirandina parçeyî beridin.”

Nûnertiya Koma Civakên Kurdistan (KCK) a Başûrê Kurdistanê li gel Komîteya Karên Derve li Silêmaniyê bi rewşenbîran, nivîskar û akademîsyenan re civiya. Di civîna îro saet 15:00’an li Nûsîngehî Nivîskaran pêk hat de, bi dehan rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Silêmanî beşdar bûn.

Di civîna ji encamên Nûnertiya KCK’ê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Huseyîn Amed li gel Merwan Amed û Endamê Komîteya Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto jî beşdarî kirin de, li ser navê oraganîzasyonan û Akademiya Demokrasî û Siyasetê Belen Îzzet, diyar kir ku ji bo yekîtiya netewî û bûeryên dawî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin gotûbêj bikin ev civîn organîze kiriye. Îzzet wiha got: “Hêvîdarim nirxandinên ji vê civînê derbikevin zimetê ji gelê me re bike.”

 ‘DIVÊ EM LI XWE TEMAŞE BIKIN’

Piştî Belen Îzzet, Endamê Komîteya Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto mafê axaftinê girt û diyar kir ku piştî şerê cîhanê yê yekem û duyem tişta ku der ket Kurdan ziyanek mezin jê dîtin û dixwazin îro jî heman tiştê bikin. Varto got: “Di vê pêvajoya ku îro diqewimi de, weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirinî, gelo em ê çi bikin gotûbêj bikin. Berê me gelek kir qîr û hewar. Çima hûm me nabînin. Lê em lê nevgeriyan me li xwe temşe nekir. Em çiqas hev dibînin. Mixabin hê jî em israr dikin di nedîtina hev de.”

‘PARTIYÊN YEKÎTIYA NETEWÎ SITRATEJIYEKE MEZIN E’

Serhat Varto destnîşan kir ku ji bo Kurd di sedsala 21’an de nebe yê winda kirî, ji bo pêkanîna yekîtiya netewî di asta man û nemanê de ye. Varto wiha pêde çû: “Em carekî didin dibînin ku bê çima yekîtiya netewî ji bo me pêwîste di vê pêvajoya ku em têre derbas dibin hê baştir zelal dike. Lê em dibînin yekîtî tenê di aliyê partiyan de girtina dest wê ti wateyê nede. Ev partiyan derbas dike, partîbûn stratejieyek mezintir e. Ev ne mijareke ku li ser bazar bê kirin. Me beriya niha gelek hevdîtin pêk anî. ev hevdîtin encamên civînên me em bi we re parve dikin. Nêzîkatiya me ev e: Em mijareke ji partîbûnê derbas dike, yekîtiya netewî ji bo gelê me wateya ji nû ve jiyanê ye.

 ‘DIVÊ HÛN ÎNSYATÎF BIKAR BÎNIN’

Serhat Varto got: “Divê yekîtiya netewî tenê ji bo însyatîfa partiyên siyasî nehêlin.” Varto di dewam axaftina xwe de wiha anî ziman: “Piştî ku girîngiya yekîtiya netewî derket pêş û şûnde, bê ka em ê çi bikin em ê baxivin. Ji bo yekîtiyê pêwîstiya me bi hinek prensîban heye. Ew prensîb jî wê bibe nexşerêya me. Di çarçoveya van rêgezan de emê yekîtiya xwe nîqaş bikin. Hûn weke rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên wî welatî divê êdî însyatîf bigirin.”

'DIVÊ DEVJI FIKIRINADINA PARÇEYÎ BERDIN’

Varto destnîşan kir ku êdî divê em dev ji fikirinadina parçeyî ya Kurdistanê berdin. Serhat Varto wiha nirxand: “Divê em Kurdistanê weke çar paçe û di nava parçeyan de weke Kurd, Êzidî, Sunî, Şîa Feylî, Kakayî, Zaza, Hewremî, Misliman, xeyrî Misilman bi nav nekin. Ev netewe yan jî mezhebên me gotin bi nasname û çanda xwe parçeyek ji Kurdistanê ne, dewlemendiya vê xakê ne. Em hişmendiyên ku me tîne himberî hev û me ji hev dûr dike ji nû ve li ber çavan re derbas bikin. Di heman demê de ev ji bo sînorên bi Lozan û Sykes-Pîcok hatiye xêzkirin jî derbasdare.”

 ‘MAFÊ ÇARENÛSA XWE DIYARKIRIN MEŞRÛ YE’

Serhed Varto behsa mafê diyarkirina çarenûsa xwe jî kir û got: “Weke hemû netewan mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ev mafeke demokratîke û di qanûnên navnetewî de heye. Ti kes nikare vê mafê ji dest Kurdan bigire. Bes dema vê mafê xwe bikartîne divê bi navê giştî Kurdan were bikaranîn ne tenê ji bo beşeke Kurdistanê were xwestin. Ev ji bo PYD’ê, Ji bo PKK’ê, ji bo PDK’ê, YNK û Goran û ji bo me hemûyan derbasdare.”

Piştî axaftinên Serhat Varto yên li ser yekîtiya netewî û rêgezên pêşkêş kirî û şûnde, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Silêmanî jî mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe yên li ser yekîtiya netwî anîn ziman.