KCK: Divê Elewî li cih û warê xwe bin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di çarçoveya Pîlana Şark Islahatê de bi komkujiyên mîna Komkujiya Mereşê û zext û zordariya piralî rojavayê Firatê ji Kurd û Elewiyan hate valakirin û banga vegerê li Kurdan kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an daxuyaniyek weşand. Hevserokatiyê bi bîr xist ku Komkujiya Mereşê hem ji bo afirandina bingeha darbeya faşîst a 12'ê Îlonê hem jî ji bo qirkirina Kurdan a li rojavayê Firatê hate kirin û wiha dewam kir, "Artêşa Tirk ku di rewşên cuda de gelekî zû tevdigere, dema ku mijar bû kuştina Kurdan û Elewiyan, piştî komkujiyê gihîşt cihê bûyerê. Helwesta polîsan û artêşê ya di komkujiyên Mereşê û Sêwasê de nîşan da ku armanc qirkirina Elewî û Kurdan e."

KUŞTINA ELEWIYAN Û KURDAN TÊ XELATKIRIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Komkujiya Mereşê raxist pêş çavan ku di nava sînorên Tirkiyeyê de kuştina Elewiyan û Kurdan normal bûye û hate gotin, "Yên ku Kurdan û Elewiyan dikujin, cezakirin li aliyekî tên xelatkirin. Lewma komkujiyên bi vî rengî bi hêsanî tên kirin. Elewî û Kurd îro jî tên kuştin û polîtîkaya bêcezahiştinê dewam dike. Ciwanê Kurd ê Elewî Kemal Kurkut li pêş kamerayan hate kuştin, kujerên wî serbest hatin berdan ku ev yek nîşaneya şênber a vê polîtîkayê ye. Li Pirsûsê sê mirovên ji Malbata Şenyaşar ji aliyê xizmên parlamenterekî AKP'î ve tên kuştin, lê belê yên tên girtin zarokên Şenyaşar in. Dewleta Tirk karakterê xwe di van her du bûyeran de bi têrkerî nîşan dide. Bi sedan, bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene.

LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN A VEŞARTÎ

Li Tirkiyeyê destûreke bingehîn a fermî heye, her wiha yeka veşartî jî heye. Destûra bingehîn a veşartî Tirkkirina Kurdan û Sûnîkirina Elewiyan weke armanc datîne ber xwe. Ya ku bi esasî di meriyetê de ye ev destûra bingehîn a veşartî ye. Polîtîkaya ku li dijî Kurdan û Elewiyan bê meşandin di Pîlana Şark Islahat de ya slaa 1926'an bi awayekî eşkere hatiye diyarkirin. Komkujiya Mereşê di çarçoveya Pîlana Şark Islahatê ya 1926'an de hatiye kirin. Hedefa xwe ya destpêkê jî Kurdên Elewî yên li rojavayê Firatê û Dersim e. Piştî Komkujiya Mereşê Kurd li rojavayê Firatê nehatin hiştin ku ev yek nîşan dide ku ev komkujî bi kîjan armancê hatiye kirin. Rojavayê Firatê bi giranî ji nifûsa Kurd û Elewiyan pêk dihat, lê îro ev nifûs daketiye ji sedî 10'an. Bi komkujiyan, zextan û polîtîkayên piralî rojavayê Firatê bê Elewî, bê Kurd hatiye hiştin.

QIRKIRINA BAWERIYAN JÎ TÊ KIRIN

Di Komkujiya Mereşê de extiyar, jin, zarok jî di nav de zêdeyî 200 mirov hatin qetilkirin. Ev yek encama nêrîna dewleta Tirk a qirker a li Elewiyan û Kurdan e. Ne tenê faşîstên MHP'î her wiha beşek ji Mereşiyan jî cihê xwe di nava vê komkujiyê de girtin ku ev yek nîşa dide bê vê dewletê civakeke çawa afirandiye. Me ev yek di Komkujiya Madimakê ya Sêwasê de jî dît. Îro jî her roj di nêzîkatiya li Kurdan û Elewiyan de tê dîtin. Li dijî Elewiyan polîtîkayeke qirkirina baweriyê tê meşandin. Heta ku Elewî vê rastiyê nebînin ne dikarin Komkujiya Mereşê fêhm bikin, ne jî pêşî li vê qirkirina baweriyan bigire. Pêwîste Elewî hemû bibînin ku ev dewlet dixwaze Elewiyan ji aliyê bawerî û çandê ve jî qir bike, li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin û têbikoşin.

DIVÊ CIHÊ XWE DI NAVA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DE BIGIRIN

Elewî, bi guhertina vê zîhniyeta dewletê dikarin hebûna xwe biparêzin. Heta ku ev zîhniyet neyê guhertin şaş e Elewî nikare ji qirkirinê rizgar bibin û bi Elewîtiya xwe bijîn. Fikrekî berevajî vê xefleteke mezin e, her wiha xiyaneteke nezantî ye. Lewma wezîfeya bingehîn a civakî û baweriyê ya Elewiyan cihgirtina li nava têkoşîna demokrasiyê ye. Ji bo Elewiyan niha îbadeta herî mezin têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber ku tenê dema ku Tirkiye demokratîk bû hingî Elewî dikarin baweriya xwe biparêzin û li gorî cewhera wê bijîn.

DIVÊ ELEWÎ LI CIH Û WARÊ XWE BIN

Hêrsa li dijî Komkujiya Merşeê beriya her tiştî bi hêrsa li dijî armancên vê komkujiyê dibe. Eger wan xwestin ku bi rêya van komkujiyan rojavayê Firatê û Dersimê bê Elewî û bê Kurd bihêlin hingî vegera li vê xakê, zindîkirina bawerî û çanda xwe li vê xakê wê bibe bersiva herî baş. Bicihbûna li Egeyê, li metropolên Tirkiyeyê û deverên din ên cîhanê wê bibe pêkhatina armancên qirkirinê. Têrê nake ku tenê extiyar li vê xakê bimîne û li vê xakê vegere, divê ciwan jî li vê xakê bimînin, bi keda xwe vê xakê careke din bikin xaka Elewîtiyê û Kurdîtiyê. Bi vî rengî em ê karibin bersiva herî rast bidin bîranîna mirovên me yên di van komkujiyan de şehîd bûn.

ZÎHNIYETA KOMKUJER LI SER DESTHILATDARIYÊ YE

Bila gelê me zanibe; zîhniyeta li Komkujiya Mereşê dewam dike. Xwediyên zîhniyeta ku li Mereşê û Sêwasê komkujî kirin niha li desthilatdariyê ne. Ji wê dmeê bêhtir rastiyeke dewletê heye ku dijminatiyê li Elewiyan dike û dixwaze Elewîtiyê ji holê rake. Ev rastî bi tena serê xwe wezîfeyên dikeve ser milê Elewiyan û Kurdan radixe pêş çavan. Di serî de Elewî û Kurd, civakên zerar ji vê dewleta qirker dîtine, kedkar, jin û ciwan divê tifaqeke demokrasiyê biafirînin û li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têkoşînê mezin bikin. Bi bilindkirina vê têkoşînê re dema ku Tirkiye demokratîk bû, hingî Elewî jî, Kurd jî, civak û baweriyên cuda jî wê di nava feraseta Neteweya Demokratîk de bi bawerî, nasname û çanda xwe bi rengekî azad bijîn.

Em kesên ku di Komkujiya Mereşê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad a ku hesreta wan bû pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokrasiyê hemûyan dikin ku ji bo zîhniyeta Komkujiya Mereşê kir ji desthilatdariyê bixîne, têkoşînê bilind bikin."