KCK: Divê destûr neyê dayin ku li Efrînê Helebçeyeke nû rû bide

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê işaret bi êrîşên li ser Efrînê kir û got, "Eger kes naxwaze bibe hevparê komkujiyeke nû ya mîna Helebçeyê, divê her kes bikeve nava liv û tevgerê."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê şehîdên Helebçeyê bi bîr anî û işaret bi êrîşên qirkirinê yên li Efrînê kir.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Salvegera 30'î ya Komkujiya Helebçeyê ye. Beriya niha bi 30 salî yek ji mezintirîn komkujiyên dîroka mirovahiyê hate kirin. Di şerê Îran-Iraqê de Başûrê Kurdistanê veguherandibûn qada şer. Sala 1988'an rejîma Saddam Huseyîn bi çekên kîmyewî li Helebçeyê komkujî li Kurdan kir. Jin, zarok, extiyar zêdeyî 5 hezar mirovên me hatin kuştin. Ji bo gelek bi çekên kîmyewî ji holê bê rakirin, bi armanca qirkirinê êrîş hate kirin. Bi vî rengî Kurd careke din li Rojhilata Navîn kirin qurban.

HESAB JI SADDAM NEHATE PIRSÎN

Dema li Helebçeyê komkujî hate kirin, hesab ji desthilatdariya Saddam Huseyîn qet nehate pirsîn. Piştre hevsengiyên siyasî guherîn, rejîma Baasê ya Iraqê bû hedefa DYA û cîhanê û êrîşa bi çekên kîmyewî li Helebçeyê hate kirin weke komkujiyê hate dîtin. Ev qirkirina ku di dema komkujiyê de ji nedîtî ve hatin, piştî hevsengiyên siyasî û têkilî guherîn, bi kampanyayeke berfireh weke komkujiyê hate dîtin. Saddam Huseyîn kirin hedef. Ji bo êrîşa li dijî Iraqê weke hincet hate nîşandan. Dema ku Kurd hatin qirkirin kesî deng nekir, lê gava mijar bû berjewendiyên wan, ev qirkirin xistin rojeva cîhanê. Propaganda wê yekê kirin bê zilmeke çawa li Kurdan tê kirin.

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YÊN LI SER KURDAN TÊN FERZKIRIN

Li dijî Kurdan bi taybetî sedsala 20'î polîtîkayeke giran a zilm û komkujiyê hate kirin. Lê belê ji ber têkiliyên navbera dewletan ev komkujî her tim ji nedîtî ve hatin. Mînaka şênber a vê yekê jî Qirkirina Dersimê ya 1938'an e ku bi deh hezaran jin, zarok, extiyar, ciwan hatin kuştin. Sedsala 20'î dewleta Tirk bi her awayî polîtîkaya zilm û qirkirinê meşand û Kurd bûn qurbanê polîtîkayên navbera dewletan.

DIVÊ LI BER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ RABIN

Polîtîkayên sedsala 20'an îro di asteke girîng de didomin. Yên ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê û El Nûsra de bi Kurdan re têkilî danîn, Kurd li qesrên xwe pêşwazî kirin, di manşetên çapemeniya xwe de cih dan wan û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê silav kirin, piştî ku DAÎŞ hate qelskirin bi çavê dema sedsala 20'an li Kurdan nêzî Kurdan bûn. Dîsa dixwazin Kurdan bikin qurbanê têkiliya navbera dewletan. Bêdengiya ku niha li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê tê nîşandan, dema Komkujiya Helebçeyê tîne bîra mirovan. Tevî ku bi sedan sivîl hatine kuştin jî, hê pêşî li dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê nayê girtin ku polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan dimeşîne.

DIVÊ BIRYARÊN PARLAMENTA EWROPAYÊ BI CIH WERIN ANÎN

Parlamenta Ewropayê biryar da ku divê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê were girtin. Ev yek erênî ye. Lê belê biryareke derengmayî ye. Eger mîna Komkujiya Helebçeyê di dema xwe de helwest neyê nîşandan, wê pêşî li komkujiyan neyê girtin. Eger naxwazin bibin hevparê komkujiyeke nû ya mîna Helebçeyê wê demê divê vê biryara xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê gelên cîhanê li ber dagirkirina Efrînê rabin. Bi taybetî gel û hêzên demokrasiyê divê zextê li desthilatdariyên xwe bikin. Ev were kirin wê pêşî li komkujiyê bê girtin û biryara Parlamenta Ewropayê bi cih were anîn.

Di salvegera komkujiya Helebçeyê de, em wan kes û hêzên ku komkujî kirine, yên destek dane wan û li ber vê komkujiyê bêdeng mane bi tundî şermezar dikin. Em careke din soz didin ku ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê em ê têkoşîna xwe ya ji bo afirandina Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk geş bikin."