KCK: Bi jinên Kurd re serdema jinên azad dest pê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got, jinên Kurd bi têkoşîna xwe rê li ber serdema jinên azad vekir. KCK'ê ji bo Efrînê jî bang kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di peyama KCK'ê de jinên ku li çeperên Efrînê bi lehengî li ber xwe didin hatin silavkirin.

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin. Em jinên azad ên li Efrînê di çeperan de bi lehengî şer dikin silav dikin û 8'ê Adarê li wan pîroz dikin."

Di dewama peyama KCK'ê de wiha hate gotin: "8'ê Adarê êdî ne tenê roja jinên kedkar in. Bûye rojeke ku hêviya rizgariyê ya hemû mirovahiyê lê zêde bûye. Rastiyên dîrokî û civakî raxistine pêş çavan ku jin azad nebin, civak jî azad nabin. Ya ku civakê azad bike, mêr jî ji qilêrê paqij bike û ji jiyana gemarî rizgar bike, têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Têkoşîna civakî ye ku li ser xeta azadiyê ya jinê tê kirin.

Rêber Apo, îdeolojiya rizgariya jinê afirand, li ser bingeheke teorîk bi cih kir û têkoşîna azadiya jinê ku îro tê kirin gihand asteke girîng. Destnîşan kir ku azadî, demokrasî û sosyalîzma demokratîk li ser xeta azadiya jinê dikare bi cih were anîn û têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê xist ser rêyeke ku qet têk neçe. Têkoşîna azadiya jinê îro li gelemperiya cîhanê bi rengekî hê xurt tê kirin. Jin bûne hêza pêşeng a têkoşîna azadî û demokrasiyê. Bi bîr û baweriya ku jin nebe demokrasî nabe, jin nebe azadî nabe û jin nebe sosyalîzm nabe, jin bi erka pêşengiyê radibin."

DIVÊ JINÊN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ LI DORA EFRÎNÊ BICIVIN

KCK'ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiya jinê ku jê re digot 'karê min ê destanî' bi pêş ve bir û kir ku jinên Kurd ne tenê li Kurdistanê, her wiha li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bibin hêza bingehîn û pêşeng a têkoşîna azadiyê jinê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Jinên Kurd bi têkoşîna xwe rê li ber serdema jinên azad vekirine" û wiha dewam kir:

"Mîna ku Rêber Apo destnîşan dike, sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinan. Jin wê di sedsala 21'ê de bi têkoşîna azadiya jinê re demokrasiya rasteqîn biafirînin û dawî li sîstema mêtinger û zordar a ji serdestiya mêr bînin.

Piştî ku têkoşîna azadiya jinê ji aliyê Rêber Apo ve li ser bingeha teorîk û îdeolojîk hate bicihkirin, hebûna sîstema zordar û mêtinger a ji serdestiya mêr wê nema karibe demeke dirêj bidome. Sîstema mêtinger û zordar ku li ser bingeha kolekirina jinê derkete holê, wê bi têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê ya li ser xeta azadiya jinê ji holê bê rakirin.

Jin li gelemperiya cîhanê bi vê bîr û baweriyê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi pêş ve dibin. Pê zanin ku heta civakê azad nekin û mêran ji nobedariya sîstema mêtinger û zilmê rizgar nekin wê nikaribin jiyaneke azad û demokratîk a rasteqîn biafirînin. Bi vê têgihiştinê wê pêşengiyê ji hemû têkoşînên civakî re bikin. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê têkoşîna azadkirina jinê ye; her wiha têkoşîna wê yekê ye civakê azad dike û mêr ji sîstema gemarî rizgar dike. Ji ber vê yekê, mêr û hemû civak wê ji niha û pê ve têkoşîna azadiya jinê weke têkoşîna demokrasî û azadiya xwe bibînin. Wê cihê xwe di nava têkoşîna li dijî sîstema bi serdestiya mêr de bigirin.

Jinên Kurd tevî ku niha têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş dibin, civaka Kurd jî diguherînin û dikin hêza bingehîn a şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn. Jinên Kurd bi geşkirina têkoşîna azadiya jinê re li Rojhilata Navîn di xeta azadiya jinê de rê li ber têkoşîna şoreşa demokratîk vedikin. Êdî ne tenê Kurdistan, wê tevahiya Rojhilata Navîn mîna berê nebe. Bi şoreşên demokratîk ên li ser xeta azadiya jinê re Rojhilata Navîn jî ketiye nava pêvajoyeke mezin a guherîna demokratîk. Pêkhatina Şoreşa Rojava bi rengê şoreşa jinê, berxwedana bi pîvanên azadiyê ya li Efrînê ku bi ruhê azadiyê yê jinê tê kirin, şoreşên demokratîk ên li Rojhilata Navîn bi pêş ve birine û xurt kirine.

Jinên ku îro li Efrînê di çeperan de li ber xwe didin, rastiya têkoşîna azadiya jinê ku têk naçe nîşanî tevahiya cîhanê didin. Berxwedana li Efrînê, weke berxwedana şoreşa demokratîk a di xeta azadiya jinê de ne tenê sîstema konfederal a demokartîk a li Efrînê, her wiha demokratîkbûna Rojhilata Navîn diparêze. Îro li Efrînê di xeta azadiya jinê de berxwedana demokrasiyê ya li dijî despotîzm û faşîzmê didome. Di vê 8'ê Adarê de em bang li hemû jinan û hêzên demokrasiyê yên li gelemperiya cîhanê dikin ku li dora Berxwedana Efrînê li hev bicivin, bi xurtî xwedî li Berxwedana Efrînê derkevin û taşîzm û dagirkeriyê têk bibin.

Faşîzma AKP-MHP ji bo îradeya şoreşa demokratîk a xeta azadiya jinê li Efrînê bişikîne, bi tank û topan êrîşî navçe û gundan dike, jin, zarok, extiyar, sivîlan dikuje û komkujiyan dike. Wezîfeya hemû jinan û mirovahiyê ye ku li dijî faşîzma AKP'ê li cem têkoşîna azadiyê ya jinên di çeperan de li ber xwe didin cih bigirin.

Ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê ya jinan a li gelemperiya cîhanê, em çalakiyên jinan ên li qadên 8'ê Adarê silav dikin û di meşa serketinê ya berxwedêrên Efrînê de serketinê dixwazin."