KCK: Bi geşkirina pêngavê mirov dikare dawî li lîncan bîne

KCK'ê diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê bingehê ji êrişên nijadperestiyê re amade dike û destnîşan kir, "Bi xurtkirina pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' dikare dawî li van lînç û bûyerên kuştinê bê anîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrişên nijadperestî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Kurdên bi salane li Tirkiyeyê dijîn, ji bo kar çûne Tirkiyeyê, yan jî li zanîngehên wan dixwînin, dibin hedefa êrişên nijadperestiyê. Ev êriş bi giranî jî bi şêweyê lînçkirinê rû didin. Bi kêrê, bi çekê gelek caran Kurd tên kuştin. Beriya çend mehan ciwanekî Kurd li Enqereyê ji ber ku li strana Kurdî guhdarî kiribû, hatibû kuştin. Vê dema dawî li Sakaryaryê êriş birin ser jin, zarok, extiyarên Kurd. Herî dawî li Afyonê ciwanekî Kurd ji aliyê êrişkarên nijadperest ve hate kuştin. Ev êrişên li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tên kirin, hatine asayîkirin û ji rêzê tên nîşandan. Ev bûyerên kuştinê ku li deverên cuda yên cîhanê gelekî cidî tên dîtin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine asayîkirin. Tevî ku di sedan êrişên wiha de gelek Kurd hatine kuştin jî kujer nehatine cezakirin.

DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê ÊRIŞAN TEŞWÎQ DIKE

Li Enqereyê zext li malbata wî ciwanî kirin ê ku ji ber guhdarîkirina strana Kurdî hatibû kuştin û bi vî rengî kirin ku malbat îfadeyeke cuda bide. Ya ku bingehê ji van êrişan re amade dike û teşwîq dike, polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan e. Desthilatdarî polîtîkayeke welê li dijî Kurdan dimeşîne, ku li ber çavê Tirkên ketine bin bandora şovenîzmê, Kurd sûcdarên gengaz in. Kurdan bi giranî weke terorîst dibînin. Eger desthilatdariya AKP-MHP'ê her roj HDP'ê weke rexistineke terorê nîşan bide, hingî wê asayî be ku Tirkekî ji rêzê Kurdan weke dijmin bibîne. Dema ku mohra cihêkarî û terorîzmê li têkoşîna demokasî û azadiyê ya Kurdan hate xistin, hingî wê lînçên bi vî rengî û bûyerên kuştinê her tim rû bidin.

'ÊRIŞÊN LÎNÇKIRIN Û KUŞTINÊ JI ALIYÊ RÊXISTINÊN ÎSTÎXBARATÊ VE TÊN PLANKIRIN Û PÊKANÎN'

Faşîzma AKP-MHP'ê zemînê ji van êrişan re çêdike, êrişan teşwîq dike. Piraniya êrişên lînçkirinê û kuştinê ku weke êrişên nijadperestiyê tên pênasekirin, ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve tên plankirin û bicihanîn. Ev êriş weke parçeyek ji polîtîkaya zext, kontrolkirin û qirkirina civaka Kurd tên kirin. Polîtîkaya qirkirinê êrişên kuştinê yên bi zanebûn û plankirî ne. Bi şovenîzma sorkirî mirovên Tirk dixin vî halî; piştre jî wan bi rêxistin dikin û berê wan didin Kurdan. Kurdên ku daxwaza nasname, ziman, çand, rêveberiya xweser û jiyana demokratîk û azad dikin, bi vî rengî dixwazin zextê li wan bikin, bitepisînin û bikin ku serî li ber qirkirinê bitewînin. Lewma ji bilî çend heban, piraniya van êrişan ji aliyê îstîxbaratên MÎT û polîsan ve tên birêxistinkirin.

Teqez ev êrîş birêxistinkirî û bi plan in. Wê demê berxwedana li hemberî van êrîşan bi rêxistinbûn û xweparastinê ya Kurdan dikare pêk were. Divê gelê Kurd bibîne ku ev êrîş bi plan in û li hemberî vî tiştî tevdîra xwe bistîne. Bêguman tevdîra mayinde ev e ku mirov li Tirkiyeyê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê têk bibe, Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bîne. Ji ber vê yekê divê bi xurtî tevlî pêngava 'hilweşandina faşîzmê, avakirina demokrasiyê, pêkanîna edaletê' bibin, ku Konseya me ya Rêveber a KCK'ê 12'ê Îlonê da destpêkirin û wê ji aliyê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ve bê pêkanîn. Bi xurtkirina pêngava demokratîk û şoreşger a bi navê ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' mirov dikare van lînç û kuştinan bi dawî bike. Li Tirkiyeyê heta ku faşîzm neyê hilweşandin, demokrasî pêk neyê, ne mumkun e ku mirov van êrîşan bi dawî bike.

Divê were zanîn ku li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve li her derê polîtîkaya êrîşên wisa tên birêxistinkirin, divê Kurd jî li her derê xweparastina xwe pêk bîne. Divê were nîşandan ku bi van êrîşan nikarin zextan bi Kurdan bikin û Kurd ne qurbanî ne. Divê gelê Kurd bi awayekî cîddî li ser van êrîşan bisekine, Kurd divê van êrîşan bikin sedema perwerdehî, xwerêxistinkirin û têkoşînê.

Em sersaxiyê ji malbata ciwanê Kurd ê li Afyonê hate qetilkirin re dixwazin. Diyar dikin ku em ê têkoşîna Kurdistaneneke Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk bilind bikin a ku Kurd ew ê neyên lînçkirin û kuştin. Bang li hemû dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku em pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyên xurt geş bikin."