KCK: Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye

Ji bo dawî li xeteriyan bînin, ji bo jiyana azad û demokratîk biafirînin, ji 12'ê Îlonê û pê ve li Kurdistanê û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' em dest bi pêngavê dikin.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê li Rojhilata Navîn ku sala 1991'ê bi dagirkeriya Saddam a li Qûweytê û bi destwerdana leşkerî ya yekser a DYE'yê ya bi hevalbendê xwe re dest pê kir, 30 sal in dewam dike. Di nava 30 salî de ji her temenî bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest dan-birîndar bûn, bi milyonan mirov jî ji cih û warê xwe bûn. Ev şer hîn bi rengekî piraktorî dewam dike. Ji ber karakterê kapîtalîzma global, welatên kapîtalîst emperyalîst mîna şerê cîhanê yê 1'emîn û 2'emîn ji eniyê ve yekser tevlî şer nebûn, lewma pêvajo dirêj dibe. Hêzên xwecihî jî bi rengekî berfireh tevlî Şerê Cîhanê yê 3'emîn dibin.

Yek ji aktorên sereke ku yekser an jî neyekser tevlî Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê li Rojhilata Navîn dibe, dewleta Tirk a bi desthilatdariya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Piştî komploya navneteweyî ya ku DYE'yê beriya destwerdana berfireh a li Rojhilata Navîn li dijî Rêber Apo pêk anî, AKP anîn ser desthilatdariyê. DYE'yê dixwest, di destwerdana Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê bi kar bîne ku partiyeke hevkar a Îslamiya siyasî lê desthilatdar e. Avaniya dewleta Tirk a mêtinger qirker jî bi esareta Rêber Apo re hesabê wê yekê dikir ku PKK wê tasfiye bibe, lewma rol da AKP'ê ku bi karakterê xwe yê Îslamî Kurdan ji nû ve bixe nava sîstema qirker. Projeya darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ku dixwest Îslam a siyasî tevlî nava sîstemê bike û bi vî rengî plana qirkirina Kurdan bi ser bixîne, radestî desthilatdariya AKP'ê hate kirin. Tayyîp Erdogan sala 2003'an dema ku pirsa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jê hate pirsîn, weke bersivê got 'eger hûn lê nefikirin, hingî pirsgirêk tune ye'. Bi vê bersiva xwe re nêrîna dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd bi rengekî eşkere raxist pêş çavan.

DI 30'Ê COTMEHA 2014'AN DE BIRYAR HATE DAYIN KU PLANA TÊKBIRINÊ BI CIH BÊ ANÎN

Desthilatdariya AKP'ê heta sala 2014'an gelek rê û rêbaz bi kar anî û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd şerekî taybet meşand. Lê belê piştî ku hate fêhmkirin, bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk Tevgera Azadiyê ya Kurd nikare bê kontrolkirin û tasfiyekirin, di havîna 2014'an de Plana Têkbirinê hate amadekirin û di 30'ê Cotmeha 2014'an de di civîna MGK'ê de biryara bicihanîna vê planê hate dayin. Rêber Apo li dijî vê yekê projeyeke çareseriyê ya ji 3'ê qonaxan danî holê û xwest pêşî li vê planê bigire. Hewl da tifaqê di nava hêzên demokrasiyê de çêbike û li nava siyaseta Tirkiyeyê bi bandor bike. Hêzên ku Plana Têkbirinê amade kirin, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd destpêkê bi DAÎŞ'ê re tifaq kirin. Piştî 7'ê Hezîranê bi MHP û Ergenekonê re tifaq danîn û ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibin, dest bi êrişê kirin. Desthilatdariya AKP'ê li ser bingeha tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd xwest ku projeya bicihkirina Îslam a siyasî ya bi 12'ê Îlonê re dest pê kir, bi Fethûllahiyan re pêk bîne, lê piştî sala 2014'an xwest bi MHP û Ergenekonê li ser bingeha Îslama siyasî ji nû ve şekil bide dewletê. Plana Têkbirinê wê li ser bingeha tifaqeke bi vî rengî bihata meşandin û Kurd bihata qirkirin.

XWEST HEGEMONYA OSMANIYA NÛ AVA BIKE

Bi Plana Têkbirinê ya 2014'an re ne tenê êrişa ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd dane destpêkirin. Di heman demê de li ser bingeha tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd plana wê kir ku bi dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê re li ser xaka ku Osmaniyan hikum lê dikirn, ji nû ve hegemonya Osmaniya nû ava bike. Dewleta Tirk ku heta wê rojê polîtîkaya parastina sînorên siyasî yên heyî dimeşand, bi Plana Têkbirinê re polîtîkaya xwe ya derve jî guhert. Xala bingehîn a ku bû sedem ku dewleta Tirk vê polîtîkaya xwe biguherîne, xurbûna Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Di nava şert û mercên belavbûna sîstema ku bi Şerê Cîhanê yê 1'emîn de hate avakirin, Kurdan ev hêza xwe bi kar anîn û têkoşîna bidestxistina azadiya xwe ya civakî û siyasî meşandin. Ev têkoşîna Kurdan wê stratejiya dewleta Tirk têk bibira ku li ser bingeha qirkirina Kurdan dabû rûniştandin û dixwest Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk. Ji bo pêşî têkçûna vê polîtîkaya qirker bigire, li dijî Kurdan dest bi êrişa Têkbirinê kir. Bi vî rengî, çawa ku di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Pontûs û Rûm ên li Anatoliyê qir kir, di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de jî xwest, sûdê ji nakokiyên navbera dewletan werbigire û Kurdan qir bike. Kurd hemû, ji bo karibin di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn de polîtîkayeke rast bimeşînin û têkoşîneke rast bidomînin, pêwîste vê rastiyê bi xurtî têbigihêjin.

Şerê cîhanê û şerê herêmî di diyarkirina çarenûsa gelan û cografyayan de timî gelekî bi bandor bûne. Kurdistan li navenda Rojhilata navîn e ku Şerê Cîhanê yê 3'emîn lê diqewime. Rengê nû yê siyasî yê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye wê rêveçûna siyasî, leşkerî, civakî, çandî û aborî ya li Rojhilata Navîn diyar bike. Ji ber vê yekê, Kurd ji bo mîna dema piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn di nava sîstema mêtinger qirker de nemînin divê gelekî bi hesasiyet û hay ji xwe heyî tevbigerin.

Kurdan li her parçeyên Kurdistanê hin destketî bi dest xistine û derfetên xwe yên bidestxistina jiyana demokratîk û azad zêde kirine. Lê belê hêza ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike dewleta Tirk a mêtinger qirker e ku dixwaze bi guhertina demografiyê, bi rêya çandî û fîzîkî Kurdan tune bike. Bi gotina 'Lozan têkçûn bû' daxwaz û armanca xwe bi rengekî eşkere nîşan da ku dixwaze li ser xaka berê ya Osmaniyan di serî de li ser Kurdistanê bi temamî serwer be. Lewma di hedefa dewleta Tirk de ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li Bakurê Kurdistanê heye. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava, avakirina bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku xwe gihandiye heta nêzî Mûsilê, bombardûmana bênavber a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Şehrezorê, daxwaza dagirkirina qadên çiyayî yên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê nîşane û delîlên vê rastiyê ne. Lewma êriş û polîtîkayên dewleta Tirk gelê Kurd hemûyan eleqedar dike. Di rewşa heyî de gelê me û hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê, divê helwest û têkoşîna xwe ya esasî li dijî dewleta Tirk bimeşînin. Eger polîtîka û êrişên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyan hemûyan ve weke pirsgirêkeke man-nemanê neyê dîtin, ne polîtîkayeke rast dikare bê meşandin, ne jî têkoşîneke ku karibe pêşî li qirkirinê bigire bê kirin. Wê rewşeke metirsîdar a ji pergala piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn ava bû bêhtir xetere rû bide.

EGER KURD YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN, DIKARIN BIBIN EW GELÊ HERÎ SERKETÎ YÊ ROJHILATA NAVÎN

Di nava delweta Tirk a mêtinger qirker de ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, zîhniyeteke welê ya qirker û mêtinger heye ku ev zîhniyet bi Împaratoriya Osmanî re jî tune bû. Lê belê berevajî dema Şerê Cîhanê yê 1'emîn gelê Kurd êdî xwedî hişmendiya neteweyî ye, xwedî siyaseta neteweya demokratîk e û li ser vê bingehê bûye civakeke rêxistinbûyî. Hêza rêxistinbûna leşkerî û têkoşînê yekemcar di vê astê de bilind bûye. Dema ku sîstema qirker a piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li ser Kurdan ava bûbû ji hev belav bû, Kurd gihîştin hêzeke girîng a neteweyî, civakî, siyasî û leşkerî. Li aliyê din, Kurdên ku weke 'Gelê bêparêzer' dihate pênasekirin, niha li dinyayê bûye yek ji wan gelan ku herî zêde bi sempatî lê tê temaşekirin. Bi taybetî bi zîhniyeta xwe ya demokratîk, bi lêgerîna xwe ya li neteweya demokratîk, bi karakterê xwe yê azadîparêziya jinê û bi nêzîkatiyên xwe yên civaka ekolojîk û eko-endustriyê, bi baldarî tê şopandin û weke mînak tên nîşandan. Ev yek jî têkoşîna Kurdan xurtir dike. Eger Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, eger rastiay dijmin baş nas bikin, polîtîkayeke rast bimeşînin û têkoşîneke bi bandor bidin, wê di nava şert û mercên heyî yên Rojhilata Navîn de bibe ew hêz ku herî zêde bi ser ketiye. Ev derfet hene.

Di mijara bihêzbûna gelê Kurd de ya li hemû parçeyên Kurdistanê û bihêzbûna wan a li Rojhliata Navîn xeta polîtîk-îdeolojîk a Rêber Apo û hêza Rêbertî xwedî roleke girîng e. Bêguman hêzên din ên siyasî yên Kurd jî, gelê me yê li her parçeyî jî têkoşîneke bi berdêlên giran dane. Lê belê têkoşîna PKK'ê ya li hemû parçeyên Kurdistanê û birêxistinkirina Kurdan a li her devera cîhanê, kiriye ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bibe hêzeke girîng a siyasî, civakî û leşkerî. Paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, Kurd kiriye hêza herî hedem a siyasî û îdeolojîk, Kurd veguherandiye gelê herî pêşketî yê sedsala 21'ê. Karakterê rêxistinî û berxwedêrî yê Kurdan ku di xeta Rêber Apo de bû xwedî hêz, planên dewleta Tirk ser û bin kir û wê Kurdan bike hêzeke welê ku pêşî lê nayê girtin. Eger pêşî li vê xurtbûnê neyê girtin, ne tenê jiyana azad û demokratîk a Kurdan her wiha wê demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî pêk were. Dewleta Tirk piştî ku ev rastî dît, derfetên xwe hemû ji bo tasfiyekirina xeta demokratîk şoreşger a Rêber Apo bi kar anî. PDK jî bi berjewendiyên teng ên partiyî tevgeriya û ji bo nehêle xeta Rêber Apo li Kurdistanê veguhere hêza herî bi bandor, ji bo vê xetê lawaz bike di serî de bi dewleta Tirk re bi hêzên cuda re têkilî danî. DYE ku di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de dixwaze Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike, dixwaze PKK'ê lawaz bike û bê bandor bike. Bi vî rengî hêzên siyasî hemû yên ku naxwazin Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn demokratîk bibin, li ser tasfiyekirina PKK'ê bûne hevkar. Ev rastî nîşan dide ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi kîjan armancê tê meşandin.

Dewleta Tirk tevî ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo bêbandorkirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê hêzên cuda ve weke hêza esasî tê bikaranîn. Divê bê destnîşankirin, ku nedîtina rastiya dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo PDK'ê xefleteke giran e. Ev jî xusûseke ku li hemû parçeyên Kurdistanê, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd lawaz dike û dixe nava metirsiyê. Halbûkî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ne tenê li ser Bakur û Rojava, her wiha li ser Başûr jî metirsiyeke mezin e. Gef li destketiyên Başûrê Kurdistanê tê xwarin. Eger gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li ber dewleta Tirk ranebe wê dewleta Tirk sûdê ji vê rewşa parçebûyî werbigire, dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û di nava konjonktura siyasî de dema ku firsend dît wê polîtîkaya xwe ya desteserkirina Mûsil û Kerkûkê bixe meriyetê. Ev ne texmîneke, ev yek armanceke dewleta Tirk e ku rayedarên wan gelek caran anîne ziman.

Eger Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Rojhilata Navîn dewam dike û Kurdistan jî li navenda vî şerî ye; wê demê ev rastî nîşan dide ku li ser Kurdistanê têkoşîneke mezin a siyasî heye. Êrişên Tirkiyeyê yên li Bakur, dagirkeriya li Rojava û li dijî vê yekê têkoşîna xurt a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê; têkoşîna leşkerî û siyasî ya li ser Başûr ku rojane tê meşandin, neçareserbûna pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê; êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên azadiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê nîşan didin ku Kurdistan di bin şer û têkoşîneke mezin a siyasî de ye. Di Şerê Cîhanê yê 3'emîn de ku kaoseke mezin a civakî û siyasî lê heye, her hêz dixwaze destê xwe xurt bike û di hevsengiyên nû de xwedî avantaj be. Ji bo gelê Kurd ku di sedsala 20'an de qirkirin lê hate ferzkirin û di sedsala 21'ê de derfetên mezin ên azadiyê jê re peyda bûne, ev rastî hîn bêhtir derbasdar e. Di nava vî şerê giran de eger Kurd polîtîkayeke bi bandor nemeşînin, eger xwe nespêrin hêza xwe û têkoşîneke mezin nedin, wê vê firsenda mezin a dîrokî ji dest bidin. Lewma girîng e ku Kurd di vê demê de ji her alî ve bi berpirsyarî tevbigerin, tenê berê xwe bidin têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi yekîtiya demokratîk a neteweyî têkoşîna xwe mezin bikin. Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn de eger tenê li têkoşînê were temaşekirin ku gelek hêz di nav de ye, wê destketiyên nû neyên bidestxistin, jê wêdetir yên heyî jî dikarin ji dest biçin.

EGER KURD TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DI ASTA PÊNGAVÎ DE BIMEŞÎNIN DIKARIN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TÊK BIBIN

Dewleta Tirk a mêtinger qirker di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqîne, ji bo Kurdan qir bike û xeyala xwe ya bûyîna dewleta mezin a di genê wan de heye pêk bîne, polîtîkaya xwe ya hundir û derve bi temamî li ser şer daye rûniştandin. Bi taybetî li dijî gelê Kurd li her cihî polîtîkaya şer dimeşîne. Dewleta Tirk ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye, dijminê sereke yê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev rastî li Kurdan ferz dike ku li dijî dewleta Tirk li hemû parçeyan têkoşînê bimeşîne. Nepêkane ku bi têkoşîneke ji rêzê û ji hev parçebûyî bersiv ji êrişên dewleta Tirk a mêtinger qirker re bê dayin. Eger Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke hevpar û paralel di asta pêngavî de bimeşînin hingî ev êrişên dewleta Tirk dikarin bên têkbirin; ev mêtingeriya qirker êrişkar dikare bê hilweşandin û metirsiya li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin.

Tirkiye ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê lê desthilatdar e, li hundir li dijî Kurdan, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, li derve jî li dijî parçeyên din ên Kurdistanê, welatên din ên herêmê û gelan di nava êrişê de bin jî ne xwedî wê hêzê ye ku karibe di van êrişên xwe de bi ser bikeve. Desthilatdariya ku xwe dispêre tifaqa AKP-MHP'ê, li hundir bêhêz e, li derve jî eniyeke berfireh li dijî xwe vekiriye. Ji asta; li Rojhilata Navîn û bi cîranê xwe re bêpirsgirêk, gihîşte asta ku li dijî her hêza siyasî û dewletê şer dike. Bi şerê li hundir û derve dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne, lê ne tenê desthilatdariya xwe her wiha tevahiya Tirkiyeyê xistiye nava metirsî û rîskê. Hewl dide bi polîtîkaya şer a li hundir û derve lawaziya xwe ji holê rake, lê belê ev polîtîka gihîştiye wê nuqteyê ku dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bîne. Ji bo ji nava vê rewşê derkeve serî li polîtîkaya şantaj û gefê dide, lê belê ev rêbaz vê desthilatdariyê bêhtir dixitimîne.

DEMA KU DESTHILATDARIYA AKP-MHP HATE TÊKBIRIN WÊ LI ROJHILATA NAVÎN AZADIYA MEZIN PÊK WERE

Desthilatdariya AKP-MHP li hundir û derve xwe dispêre bingeheke qels. Lê belê potansiyela siyasî, dîplomatîk, aborî û civakî bi kar tîne, pêşkêşî her kesî dike û dixwaze bi vî rengî armancên xwe pêk bîne. Eger pêşî lê neyê girtin wê destê xwe xurtir bike, ji bo Kurdan qir bike û bandora xwe ya li herêmê zêde bike hîn bêperwa êrişên xwe zêde bike.

Desthilatdariya AKP-MHP bi êrişkariya xwe dixwaze li Tirkiye, Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşî li azadî û demokratîkbûnê bigire. Lê belê dema ku polîtîkaya dijminatiya li azadî û demokrasiyê ya dewleta Tirk a bi desthilatdariya AKP-MHP'ê bê têkbirin, wê ne tenê li Kurdistanê her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn azadîbûneke mezin pêk were. Lewma têkoşîna li dijî Tirkiyeyê têkoşîneke mezin û berfireh a demokratîkbûn û azadiyê ye. Ji bo serxistina vê têkoşîna azadî û demokratîkbûnê hêzeke xurt a Kurdan a têkoşînê heye. Xeta îdeolojîk-polîtîk, hêza leşkerî û siyasî û dostên li Rojhilata Navîn û cîhanê wê derfet û firsendê dide Kurdan ku vê têkoşîna xwe bi ser bixînin. Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xwedî piştgiriyeke xurt a civakî û danheviyeke cidî ye. Eger hêza demokratîk şoreşger a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn berê têkoşîna xwe bidin vê hêza serkêşê dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê wê teqez bi ser bikevin. Ev destketî jî wê ne tenê Kurdistan û Tirkiyeyê, wê tevahiya Rojhilata Navîn di nirxên demokrasî û azadiyê de ji tevahiya cîhanê re bike mînak.

JI 12'Ê ÎLONÊ Û PÊ VE EM DEST BI PÊNGAVÊ DIKIN

Firsendeke bi vî rengî li pêşiya Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bi serketineke mezin ji nava vê pêvajoya avabûnê ya kaosa Rojhilata Navîn derkevin. Konseya me ya rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên me yên girîng di pêvajoyeke wiha de li hev kom bûn, derfetên serketinê û metirsiyên heyî bi berfirehî nirxandin û biryarên girîng dan. Di çarçoveya van biryaran de ji bo metirsî bên beralîkirin, ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' di 12'ê Îlonê de em dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin. Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye, ku sîstema êşkenceyê ya xwe dispêre tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û tevgera psîkolojîk a li dijî gelê Kurd, dagirkeriyê belav dike, li hundir û derve li dijî gelê Kurd û gelan zextên faşîst giran dike.

Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd, polîtîkaya şênber û çavkaniya êrişên li dijî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîna herî eşkere û rasterast a demokrasî û azadiyê ye. Di dema vê pêngavê de xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya li dijî qirkirina gelê Kurd. Dema ku bê dîtin ku xeta polîtîk û îdeolojîk a Rêber Apo mifteya çareseriyê ya pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e, hingî wê bê dîtin ku azadiya Rêber Apo ji bo azadî û demokratîkbûna KUrdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelekî girîng û hêja ye. Lewma yek ji serketinên herî mezin ê vê pêngavê wê ew be ku di mijara azadiya Rêber Apo de encamên girîng biafirîne.

Eşkere ye ku pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' wê li hemû parçeyên Kurdistanê li gorî taybetmendiyên xwe yên xweser bê meşandin û di vê çarçoveyê de bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê;

BAKURÊ KURDISTANÊ-TIRKIYE

Li Bakurê Kurdistanê, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê wê di navenda pêngavê de be. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê desthilatdariyeke faşîst heye ku pirsgirêkan giran dike, bêhnê li gelan, Elewiyan, baweriyên cuda diçikîne. Ev desthilatdarî ji bo polîtîkaya we ya qirkirinê li Kurdistanê bimeşîne, zilma xwe ya li ser gelên Tirkiyeyê zêde kiriye. Ji bo Kurd sûdê jê negire dijminatiyê li demokrasiyê dike, her wiha ji ber ku piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan zexteke giran li hêzên demokrasiyê dike. Desthilatdariya faşîst ji bo karibe li ser piyan bimîne pêwîstiyê bi wê yekê dibîne ku zexta herî giran li civakê bike, lewma pîvanên edaletê hemûyan ên di dîroka mirovahiyê de hatine afirandin binpê dike, ji bo kes li ber desthilatdariya wan ranebe di asteke ku nehatiye dîtin de zextê dike. Dadgeh bi şeklî jî be li ti pîvaneke edaletê nayên. Dadgeh bi rengekî ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin veguheriye amûreke zextê li ser muxalîfan. Li Tirkiye û Kurdistanê ya ku li ser serê mirovan diheje êdî şûrê dadgeran e. Bi gotineke din, êdî di destê dadgeran de mêzîn nîne, li şûna wê, şûr heye ji bo li stuyê muxalîfan bixin. Çawa ku Serokê Karên Diyanetê şûr dihejand; di destê saziyên dadgeriyê yên Tirkiyeyê de jî şûr heye. Lewma yek ji aliyên herî girîng ên têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Tirkiyeyê, pêkanîna edaletê ye. Li devereke ku edalet nehatiye pêkanîn, bi ti awayî têkoşîn nabe xwedî wate. Lewma dem hatiye ku li Tirkiyeyê bi dirûşma 'Bes e ji faşîzmê re, dem dema avakirina demokrasiyê ye, pêkanîna edaletê ye' têkoşîn bê meşandin.

Li Tirkiyeyê gelekî girîng e ku têkoşîna gelê Kurd, ya Elewiyan û hêzên demokrasiyê hevkar bibin, bi hev re bên meşandin. Ji ber vê yekê girîng e ku gelê Kurd tevî daxwazên xwe her wiha xwedî li daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê derkeve. Bêguman divê hêzên demokrasiyê jî li ber zilma li Kurdistanê rabin û di pêkanîna azadiya Rêber Apo de bi rola xwe tevbigerin. Ji xwe heta ku daxwaza azadiya gelê Kurd û Rêber Apo neyê kirin, nepêkane ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê bi pêş bikeve, nepêkane ku Tirkiye demokratîk bibe.

Her roj bêhtir tê dîtin ku li Tirkiye û Kurdistanê hêza bingehîn a têkoşîna demokrasiyê û ruhê azadiyê yên jinan e. Di salên dawî de yên ku herî zêde desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hejand, faşîzm lawaz kir jinên ji bo azadiya xwe rabûne ser piyan. Lewma li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meşandina pêngava demokratîk a şoreşger de wê rêxistinî û têkoşîna jinan bibe çavkaniya herî dînamîk a pêngavê. Bi destpêkirina vê pêngavê re girîng e ku ev rastî bê dîtin û bi tevgerên jinan re ev pêngav bê xurtkirin. Ev pêngav wê ne tenê dawî li faşîzmê bîne, di heman demê de wê demokrasî û karakterê edaletê ya li Tirkiyeyê jî bi rengê jinê ava bike.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li ser destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî gefeke mezin heye. Destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê ji ber baregehên leşkerî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di bin zext û zordariyê de ne. Ji xwe êriş li hemû herêmên Başûrê Kurdistanê belav bûne. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku îradeya hêzên siyasî yên Kurd bê têkbirin. Ji bo van êrişan, PKK weke hincet tê nîşandan û mîna ku di şexsê PDK'ê de tê dîtin, hewl tê dayin ku hêzên siyasî yên Kurd bikin hevparê van êrişên tasfiyeyê yên li dijî PKK'ê. Tê xwestin ku pêşî li yekîtiya Kurdan bê girtin, hêza herî xurt a leşkerî û siyasî ya Kurdan PKK'ê bêbandor bikin, hemû parçeyên Kurdistanê dagir bikin û veguherînin qada belavbûna netewetiya Tirk. Ji ber vê yekê li Başûrê Kurdistanê bidawîkirina dagirkeriya Tirk û parastina Kurdistanê bûye wezîfeya bingehîn. Heta ku li Başûrê Kurdistanê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk neyê anîn û baregehên leşkerî ji holê neyên rakirin, destketiyên Kurdistanê ji bin zext û zordariyê nayên derxistin, Kurdistan nikare bê parastin û azadkirin. Bi wezîfeya dawîanîna li dagirkeriyê, parastina Kurdistanê û azadkirina Kurdistanê, gelekî girîng e ku li Başûrê Kurdistanê pêngav bê meşandin. Ji ber vê yekê weîfeyeke dîrokî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye ku bi pêngava 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye' bi pêngava li parçeyên din ên Kurdistanê re bibin yek. Bi vê pêngavê re ku wê li hemû parçeyên Kurdistanê bê meşandin, divê dawî li tecrîdê û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bê anîn, li hemû parçeyên Kurdistanê azadî bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê bi banga dawîanîna li dagirkeriyê û parastina Kurdistanê, divê di asta pêngavî de têkoşîn bê bilindkirin.

ROJAVA

Li Rojavayê Kurdistanê pêwîste ev pêngav bi dirûşma 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye' bê meşandin. Pêngava ku em ê di 12'ê Îlonê de dest pê bikin, bi qasî tevahiya Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî gelekî girîng e. Li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, her wiha dewleta Tirk a mêtinger qirker gefê dixwe ku tevahiya Rojava dagir bike. Bi êrişên xwe yên bêdawî nîşan dide ku dixwaze Şoreşa Rojava hilweşîne. Şoreşa Rojava tenê bi berxwedana li dijî dagirkeriyê û bi têkoşîna li tevahiya Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dikare bê parastin. Şoreşa Rojava tevî ku piştgiriyê ji gelê tevahiya Kurdistanê werdigire, her wiha ji hemû hêzên demokrasiyê, gelan, jin û ciwanan ên li tevahiya cîhanê destekê werdigire. Hêza Şoreşa Rojava ya têkoşîna li dijî dagirkeriyê, ji karakterê xwe yê demokratîk ê civakîbûnê û piştgiriya mirovahiyê ya ji bo şoreşê tê. Gelê Rojavayê Kurdistanê dema ku bi xurtî tevlî vê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bû, wê bibe xwedî hêza parastina şoreşê û dawî li dagirkeriyê bîne. Dagirker lawaz in; Şoreşgerên Rojava jî xurt in. Lewma ti hêza leşkerî û siyasî wê nikaribe li pêşiya bidawîkirina dagirkeriyê bibe asteng. Bi bidawîkirina dagirkeriyê re Şoreşa Rojava wê teqez bê parastin. Li ser vê bingehê Şoreşa Rojava ku qada azadiyê ya Rojhilata Navîn e, wê Sûriyeyê demokratîk bike, di demokratîkkirina Rojhilata NavÎn de wê bibe çavkaniya bingehîn a sûdwergirtinê.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê wê bi dirûşma 'Bes e ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye' beşdarî vê pêngavê bibe. Têkoşîna li dijî darvekirinan, têkoşîna demokrasiyê ya li ser bingeha biratiya gelan a li Îranê ye. Dema ku dawî li zîhniyeta tepisandaina azadiya gelan a bi îdaman re hate anîn, wê li Îranê ji bo demokratîkbûna li ser bingeha biratiya gelan û pêkanîna Kurdistana azad gaveke mezin hatibe avêtin. Îro li hemû parçeyên Kurdistanê dijminê bingehîn ê têkoşîna azadiyê dewleta Tirk e. Dema ku zîhniyeta faşîst mêtinger qirker a dewleta Tirk hate têkbirin, ne tenê li Bakurê Kurdistanê wê li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê gaveke mezin hatibe avêtin, astengiya bingehîn a li pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn ji holê hatibe rakirin.

EWROPA Û DERVEYÎ WELAT

Gelê me yê li derveyî welat bi taybetî yê li Ewropayê, bi pêşengiya jin û ciwanan wê bibin hêza rêvebir a vê pêngavê. Gelê me yê li Ewropayê û derveyî welat, weke qada şênberiya yekîtiya neteweya demokratîk a gelê me, pêkhate û piştevanê herî girîng ê têkoşîna me ya li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Weke qada ku yekîtiya gelê Kurdistanê lê pêk hatiye, ew bûye rûyê gelê me yê li cîhanê, berdevk û parêzerê gelê me yê li cîhanê. Rastiya 'Gelê bêparêzer' bi rêxistinî û têkoşîna xwe ji holê rakirin û ji bo Kurd li cîhanê bibe ew gel ku piştgiriya herî xurt werdigire, roleke mezin lîstin. Bi vî rengÎ bûn hêza girîng a têkoşîna me ya azadiyê. Gelê me yê li Ewropayê û derveyî welat ku bi rengê herî xurt xwedî li Rêber Apo derdikeve, ji bo azadiya wî têdikoşe û bi xurtî li ber dagirkeran radibe, wê bibe parçeyek ji pêngava li her parçeyên Kurdistanê û bi dirûşma 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye, dema dawîanîna li qirkerî û dagirkeriyê ye' ji bo serketina vê pêngava dîrokî ya li Kurdistanê teqez bi rola xwe rabe.

GERÎLA HÊZA BINGEHÎN A PÊNGAVÊ YE

Gerîla ku hêza bingehîn a têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê ye, bêguman di vê pêngavê de jî wê li her devera ku lê ne derbê li hêzên faşîst qirker bixin, bi vî rengî cihê xwe di nava pêngavê de bigirin û bi rola xwe rabin. Berxwedana fedayî ya gerîlayên me yên jin û mêr a li dijî dagirkeriya li Heftanînê û derbên ku her roj li hêzên dagirker dixin, di vê dema pêngavê de wê hertimî bibe. Gerîla wê di mijara bidawîkirina dagirkeriyê de bi rola bingehîn rabin û li her deverê bi ruhê Apoyî berxwedanê bimeşînin, bi têkoşîna xwe wê azadiya Rêber Apo nêzîk bikin. Berxwedana gerîla heta azadiya Rêber Apo û hemû parçeyên Kurdistanê wê bênavber û bi rengê fedayî bidome. Gerîla wê bi hebûn û têkoşîna xwe li pêşiya armancên mêtingerî qirkeriyê bibe asteng, li ser vê bingehê di azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de, di demokratîkkirina Rojhilata Navîn bi rola xwe ya dîrokî tevbigere.

JIN Û CIWAN

Jin û ciwanên Kurdistanê yên leheng;

Jin û ciwanên Kurdistanê gelek caran nîşan dan ku di têkoşîna azadiyê de ew hêza pêşeng in. Di vê pêngavê de jî rola herî mezin dikeve ser milê we. Li cografyaya Kurdistanê ku civakîbûn bi detsê jinê hate afirandin, jin bi rengekî xurt û fedayî tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn, rola xwe ya ji bo mirovahiyê lîstin li heman cografyayê bi xurtî zindî kirin; veguherîn hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurd û di têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê de bûn model û mînak. Jinên Kurd ku zîhniyeta serweriya mêr lawaz kirin, li dijî qirkirina jinê jî têkoşîneke mezin dimeşînin. Yên ku herî zêde dixwazin Rêber Apo azad bibe, dawî li dagirkeriyê bê anîn, qirkirina jinê ji holê bê rakirin û Kurdistan azad bibe, jin in ku xwedî ruhê azadiyê yê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne. Bi vê karaktera xwe jin ku yek ji hêza herî bi bandor a dema pêkanîna azadiyê ye, wê di vê pêngavê de jî bi rola xwe ya dîrokî rabin, ji bo serketina pêngavê cihê xwe li refên herî pêş ên têkoşînê bigirin.

Ciwanên Kurd bi jin û mêr, wê weke hêza herî bingehîn û dînamîk a têkoşîna me ya azadiyê di her qonax û çalakiyên pêngavê de bi rengekî xurt cihê xwe bigirin. Ciwan li dijî êrişên qirkirinê û dagirkeriyê hêrsa gelê me, hêza lêdana şoreşgerî û fedayiyên Rêber Apo ne; wê bibin hêza herî çalak ku pêngav kolan bi kolan, qad bi qad bi pêş ve biçe. Wê nîşanî dost û dijmin bidin ku Kurdistan nikare bê dagirkirin, gelê Kurd nayê qirkirin.

GELÊ KURDISTANÊ

Gelê Kurdistanê yê welatparêz;

Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, çawa ku bi darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î xwest têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bitepisîne û Kurdan qir bike, desthilatdariya faşîst a xwe dispêre tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê îro ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê, dixwaze bi dagirkirina tevahiya Kurdistanê re Kurdan bi temamî ji holê rake. Zîhniyeta ku di Şerê Cîhanê yê 1'emîn û piştî wê de Ermen, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Rûm ên Pontûs û Çerkez qir kir, Şerê Cîhanê yê 3'emîn jî ji bo qirkirina Kurdan weke firsendekê dibîne; êrişên xwe yên ji bo vê armancê zêde kiriye. Niha êrişeke topyekûn a qirkirinê li dijî me tê kirin. Wezîfeyeke lezgîn û dîrokî ye ku li dijî vê qirkirinê bi pêngaveke demokratîk şoreşger têkoşîn bê meşandin. Çawa ku piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î li zindanan li dijî êrişên qirkirinê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê berxwedaneke fedayî nîşan dan û faşîzma 12'ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve têk birin, îro jî berpirsyariya me ya dîrokî ye ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê rabin ser piyan, êrişên qirkirinê li her parçeyên Kurdistanê têk bibin. Ji bo vê jî dem ew dem e ku li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera ku em lê ne bi armanca 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' di asta herî bilind de tevlî pêngavê bibin.

HÊZÊN SIYASÎ YÊN LI HEMÛ PARÇEYAN

Hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê;

Dewleta Tirk a mêtinger qirker û hemû paşverûtiyên li herêmê, di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'emîn de ku hevsengiyên berê xera bûne û yên nû ava dibin, ji bo pêşî li jiyana azad û demokratîk a Kurdan bigirin bi rengekî plankirî û berfireh êrişên qirkirinê dikin. Di çarçoveya vê armancê de jî zextên xwe zêde kirine, dagirkerî berfireh kirine. Di demeke wiha dîrokî de, ji bo destketiyên heyî bên parastin, ji bo desketiyên nû bên bidestxistin, ji bo sedsdala 21'ê li Rojhilata Navîn bibe sedsala Kurdan, wezîfeya dîrokî ya hêzên siyasî yên Kurd ên berpirsyar hemûyan e ku yekîtiya neteweyî demokratîk pêk bînin û li dijî dijminên Kurdan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Di vê demê de tevî derfetên serketinên mezin, her wiha êrişên giran li ser hebûna gelê me hene. Di demeke wiha de eger nêzîkatiyek bi berpirsyarî û hesta yekîtiya neteweyî bê nîşandan ev yek wê ji bo gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê bibe serketineke mezin. Li ser vê bingehê em bang li hemûyan dikin ku bi hesta yekîtiya neteweyî li dijî dagirkerî, qirkerî û mêtingeriyê helwesta hevpar bê nîşandan, têkoşîna hevpar bê meşandin, hêzeke xurt tevlî têkoşîna pêkanîna jiyana demokratîk û azad a Kurdan a li her deverê bikin, bi xurtî, bi hestên yekîtiya neteweyî û welatparêziyê tevlî pêngava demokratîk şoreşger a li hemû parçeyên Kurdistanê bibin.

HÊZÊN DEMOKRATÎK

Hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn;

Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi armanca Osmaniya nû êrişî gelan û hêzên demokrasiyê dike û li Rojhilata Navîn astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye, têkoşîna pêngavî di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn hemûyane. Em bang li we dikin ku li gorî şert û mercên xwe, li gorî derfetên xwe tevlî vê pêngava şoreşgerî ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibin, ku armanc jê hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ye. Dema ku faşîzma AKP-MHP'ê hate hilweşandin wê li welatê we û Rojhilata Navîn hîn bi hêsanî armancên demokrasî û azadiyê bi cih bên anîn.

GEL Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Hêzên demokrasiyê û gelên bindest ên li cîhanê;

Têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê, têkoşîna ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Dema ku Rojhilata Navîn demokratîk bû wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya cîhanê jî xurt bibe, bi pêş ve biçe. Li ser vê bingehê em bang li we dikin ku tevlî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' bibin ku wê ji aliyê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bê meşandin. Em bang li we dikin ku bi xurtî piştgiriyê bidin vê pêngavê."