KCK: Berxwedan didome, gelê Kurd nêzî azadiyê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku 'ji bo sivîlan û pêşîgirtina li hilweşandina bajêr dest ji şerê çeperan hatibe berdan jî' berxwedan hê dewam dike.

Di daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Berxwedêrên ku li bajarekî biçûk du mehan derbên mirinê li duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê xistin, asta têkoşîn û îradeya azadiyê ya gelê Kurd nîşan dan. Gelekî ku xwedî berxwedaneke bi vî rengî ya fedayî û îradeya têkoşînê ye, nepêkan e ku têk biçe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê cejna Newrozê li gelên Kurdistanê û herêmê pîroz kir û got, "Em şehîdên xwe ku Newroz afirandine bi bîr tînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser Newroza 2018'an û berxwedana Efrînê peyamên girîng da.

LI EFRÎNÊ BERXWEDAN DIDOME

Di daxuyaniya KCK'ê de wiha hate gotin, "Em bi coş û têkoşîneke mezin Newroza 2018'an pêşwazî dikin. Di vê Newrozê de têkoşîna gel û berxwedêrên Efrînê derkete pêş. Ji bo sivîlan û pêşîgirtina li hilweşandina bajêr dest ji şerê çeperan hatibe berdan jî li navenda bajêr û li navçe û gundên Efrînê berxwedana li dijî dagirkeriyê dewam dike. Berxwedêrên ku li bajarekî biçûk du mehan derbên mirinê li duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê xistin, asta têkoşîn û îradeya azadiyê ya gelê Kurd nîşan dan. Gelekî ku xwedî berxwedaneke bi vî rengî ya fedayî û îradeya têkoşînê ye, nepêkan e ku têk biçe. Îradeya berxwedanê ya ku li Efrînê hate nîşandan, misogerî û mizgîniya serketina gelê Kurd a li hemû parçeyan e. Gelê Kurd îradeya xwe ya 'em ê teqez bi ser bikevin' ku bi dehan salan e nîşan dide, careke din raxiste pêş çavan."

'EM BI BERXWEDANÊ NEWROZA 2018'AN PÊŞWAZÎ DIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de ev nirxandin hate kirin:

"Berxwedana li Efrînê bi ruhê Newrozê dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê jî berxwedand idome. Em bi berxwedanê pêşwaziyê li Newroza 2018'an dikin. Ev yek nîşan dide ku îsal wê bi temamî bibe sala têkoşînê. Gelê Kurd wê li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê Newrozê bi ruhekî mezin ê têkoşînê pîroz bike û ev ê bibe nîşaneya geşkirina têkoşînê di sala 2018'an de. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilat Navîn diqewime, bi rengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelan li aliyekî û têkoşîna hêzên qirker û pavşerû li aliyê din, didome. Faşîzma AKP-MHP'ê ku serkêşê paşverûtiya li Rojhilata Navîn û mêtingerî qirkeriyê ye, hewl dide bi rêya êrîşkariyê li ser piyan bimîne. Lê belê roja ku dawî lê bê nêz e. Desthilatdariyeke ku şerekî ewqasî dijwar ê derûnî dmeşîne û pêwîstiya xwe bi serketinên ferazî heye, eşkere ye ku emrê xwe diqede. Êrîşa li ser Efrînê wê bibe destpêka dawîhatina li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Gelê me û hemû gelên cîhanê wê vê bibînin.

Gelê me wê Newroza 2018'an bi coş pîroz bike û nîşan bide ku sala 2018'an wê bibe sala geşkirin û serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê. Newroz ew roj e ku helwesta demokrasî azadiyê, îradeya têkoşînê ya gelê Kurd bi rengê herî xurt bê nîşandan. Îradeya têkoşînê ya ku bi dehan, bi sedan, bi hezaran salan di Newrozê de hate geşkirin, mîna 2630 sal beriya niha gelê Kurd kiriye hêviya azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn. Gelê Kurd niha ji her serdema berxwedanê xurtir e û li her parçeyî nêzî azadiyê ye.

'GELO KURD VEGUHERIYE GELÊ NEWROZÊ'

Gelê Kurd bi taybetî bi têkoşîna xwe ya dehan salên dawî re, mîna ku Rêber Apo dibêje, veguheriye 'gelê Newrozê'. Bûyina gelê Newrozê tê wateya bûyina gelê xwedî vîneke azadiyê ya têk naçe. Zor û zehmetî çi dibe bila bibe, gelê Kurd wê bi ruhê gelê Newrozê têkoşînê geş bike, dijminên demokrasiyê têk bibe û azadiyê bi dest bixîne. Faşîzma AKP-MHP'ê ya ku îro li Tirkiyeyê bi zext û zordariyê hewl dide xwe li ser piyan bigire, wê bi têkoşîna azadiyê ya gelê me têk biçe.

'EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU RABE SER PIYAN Û AGIRÊ NEWROZÊ VEGUHERÎN MEŞALEYA SERKETINÊ'

Kêmasiya bingehîn a gelê Kurd parçebûn û nebûna yekîtiya wan e. Têkoşîna ku bi dehan salan di Newrozan de hatiye nîşandan, ruhê yekîtiyê yê gelê Kurd ji her demê bêhtir xurt kiriye. Yekîtiya gelê Kurd a li her derê ya li dora Efrînê û nîşandana îradeya têkoşînê, vîna pê bawerî û serketinê ya bi hêza xwe mezin kiriye. Bi agirê demokrasî û azadiyê re ku Rêber Apo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dadaye, gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye goga ji agir û wê hemû hêzên paşverû û mêtinger qirker bişewitîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd wê veguhere Tevgera Med a Hemdem û bi ruhê Newrozê serdema azadiyê ya gelan daye destpêkirin. Şerê ku bi dehan salan bi dijwarî diqewime, wê bi jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd û hemû gelan biqede.

Em bang li gelê Kurd û hemû gelan dikin ku di van şert û mercan de ku Sêyemîn Şerê Cîhanê diqewime, ji bo bidestxistina jiyana demokratîk û azad li dora Tevgera Med a Hemdem li her derê rabin ser piyan û agirê Newrozê veguherînin meşaleya serketinê."