KCK: Çareserî têkoşîna hevpar a gelan e

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî serdestiya îdeolojiya faşîst a 12’ê Îlonê bal kişande ser girîngiya têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiyê.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de ya li ser salvegera darbeya 12’ê Îlona 1980’î, bal kişande ser ‘têkoşîna hevpar’.

Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, ‘’Di ser darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’i re 38 sal çûn. Em hişmendiya ku ev darbe kirî, kirinên wê şermezar dikin, em kesên ku di berxwedana dijî vê faşîzmê de şehîd bûne, birîndar bûne, seqet mane bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em bi sed hezaran şoreşger, kedkar û rewşenbîrên ku êşkence dîtin, bi deh hezaran jê avêtin zindanan, hemû gelan di salvegera faşîzma 12’ê Îlonê de bi bîr tînin, em ê êşa ku kişandine, têkoşîna ku dane bi teqezî bi Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk tacîdar bikin.’’

ARMANCA DARBEYÊ QIRKIRINA KURDAN BÛ

Di daxuyaniyê de hate gotin darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê bi hevkariya generalên faşîst ên bi desteka NATO’yê, burjuvaziya yek dest û hêzên ku dixwestin qira Kurdan bînin pêk hatiye û wiha derbasî dîrokê bûye. KCK’ê got, ‘’Armanca vê darbeyê ew e ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyê, kedkar û Kurdan biçewisîne, gelên Tirkiyê bi tevahî bi dest burjuvaziye ve berdin û  pergaleke siyasî ya wiha ava bikin ku qira Kurdan bînin. Bi vê armancê Kurdistan seranser hatiye dagirkirin, bûye girtîgeheke ku zilm û zordarî lê pir zêde bûye, li Tirkiyê li ser şoreşger û gelê kedkar zexteke giran hatiye avakirin. Bi salan êşkenceyên giran li wan şoreşgerên Tirk, Kurd û gelên din kirine. Hatiye armanckirin ku faşîzmeke saazûmankirî ya wiha ava bikin ku sosyalîst, şoeşger û Kurd nikaribin 50 salî rabin ser piyan.’’

DARBE BI BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ JI HÊLA ÎDEOLOJÎK VE ŞIKEST

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hat gotin, ‘’Faşîzma 12’ê Îlonê ku ji bo xwîna kedkaran bimije û qira Kurdan bîne, ji bo astengiyên li pêş vê armanca xwe rake zilm û zexteke giran kir, lê ev faşîzma ku xwe xurt didît, havîna 1982’an bi rojiya mirinê ya mezin a  14’ê Tîrmehê ji hêla îdeolojîk ve şikiyaye. Berxwedana bi pêşengiya Kemal Pîr û Xeyrî Durmuş go 7’ê Îlonê û 12’ê şehîd bûne, faşîzma 12’ê Îlonê ji hêla îdeolojîk ve şikandin û her wiha hesabên qirkirinê yên li ser Kurdistanê jî xira kirin. Heke 12’ê Îlonê hemû armancên xwe pêk neanîbin û îro li Kurdistanê têkoşîna azadiyê, li Tirkiyê têkoşîna şoreşger domadar be, ev, di serî de Girtîgeha Nimro 5 a Amedê, bi berxwedana şoreşgerên zindanên Tirkiyê ye.

Berxwedana zindanê ya qedroyên pêşeng ên PKK’ê piştî bi 2 salan bi pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, ev 35 sal in li dijî pergala faşîst a sazûmanbûyî ya mêtinger bûye têkoşîneke bênavber. Lê ji ber sedema ku tevgera şoreşger a Tirkiyê darbeke giran ji darbeya faşîst a 12’ê Îlonê xwar, hê jî di têkoşîna şoreşger, demokrasiyê de kêmasî hene. Bêguman, her çendî têkoşînek hebe jî, li dijî dewleta faşîst a sazûmanî, negihaye hêza têkoşînê ya beriya 12’ê Îlonê. Li ser vê her çendî encamên têkçûna sosyalîzma reel û bandora zexta giran a faşîzma 12’ê Îlonê hebe jî, bi esasî sedem mehîbûna îdeolojiyê û pêkneanîna nûbûnekê ye. Derbirîna vê ya herî berbiçav ew e ku li bara arîşeya Kurd, ku yek ji arîşeya sereke ya Tirkiyê ye, meylên şaş derketine holê.

ÎRO HEWCEYÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN HEYE

Beriya 1980’yî li Tirkiyê têkoşîna li dijî dewletê û desthilatê pir xurt bû. Di vê de helwesta şoreşger a Mahîr Çayan, Denîz  Gezmîş û Ibrahîm Kaypakkaya diyarker bû. Ji ber ku ev şoreşgerên mezin li ser mijara Kurdan ku dewleta Tirk ji hêla îdeolojîk û siyasî ve hesas e, xwedî helwesteke şoreşger û lihevkirî bûn. Ev helwest bûye tevgereke civakî ya xurt ku bandorê li ciwan û gel bike. Lê di rewşeke wiha ya giran a zextan a faşîzma 12’ê Îlonê de, ji ber ku li bara arîşeya Kurd helwesteke lihevkir dernektiye holê, li dijî dewleta faşîst têkoşîneke civakî dernexistiye holê. Ji bo vê jî, bi sedema ku dewlet bela xwe di wan nede li ser mijara Kurdan helwesteke oportunîst dernektiye holê. Vê helwestê jî kiriye ku ciwan û civak li dijî dewletê ne xwedî helwesteke lihevkir bin û têkoşîn qels bimîne. Di salvgera faşîzma 12’ê Îlonê de, divê mirov lê bikole ku vê rewşê bandoreke neyênî ya çawa li ser tevgerên şoreşger û civakê kiriye. Ji ber ku vegotina zext û zilma faşîzma 12’ê  Îlonê têrê nake.

Li Tirkiyê îro pêdivî bi xet, helwest û têkoşîna Mahîr Çayan, Ibrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, şopdarên heye, bi kesên ku di vê xetê de têkoşiyane û şehîd bûne. Bi taybetî bi rengê helwesteke li dijî desthilata faşîst a mêtingeriya qirker, pir girîng e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku têkoşîneke mezin a şoreşgeriyê dide, û têkoşîn azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyê, kedkarên wê hevkariya hev bikin.

Heke îro giringiya vê hişmendî, helwest û têkoşîna hevpar neyê fêhmkirin, li dijî faşîzma  AKP-MHP’ê têkoşîneke karîger geş nabe. Heke ev têkoşîn neyê dayin, faşîzm wê serdestiya îdeolojîk zêdetir geş bike û dîktatoriya mêtinger a qirker bi rengekî bê asteng bide rûniştandin.

Di salvgera faşîzma 12’ê Îlonê de hemû şoreşgerên ku li dijî vê zilmê têkoşiyan û şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin, em soz didin ku bêrîkirina wan a azadî, demokrasî û sosyalîzmê geştir bikin, li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk bînin.’’