KCD û DBP: Hemû çareserî ji pirsgirêka Kurd derbas dibe

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bi nûnerên rêxistinên civaka sîvîl re civiyan wiha gotin: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê ti pirsgirêkek çareser nebin”.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê ye” de, li Colemêrgê bi hêzên Ked û Demokrasiyê re civiyan. Bernameyê hevdîtinê li avahiya Platforma Şaxa KESK’ê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Baroya Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Şaxa KESK’ê ya Colemêrgê û gelek kes tevlî civînê bûn. 

‘DESTHILATA AKP-MHP’Ê SÛCÊN GIRAN DIKE’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li vir axivî û diyar kir ku desthilatdariya tifaqa AKP û MHP’ê ji bo ku serweriya xwe dewam bikin, sûcên giran dikin. Ozturk, bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst û wiha got: “Li dijî desthilatdariya faşîst divê em xwe bi hêztir bikin û gavan bi hev re bavêjin. Ger em bi hev re gav bavêjin, emê zûtir bigihîjin armanca xwe.”

‘HEYA PIRSGIRÊKA KURDAN ÇARESER NEBE WÊ TI PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN’

Ozturk, dest nîşan kir ku heya pirsgirêka Kurdan çareser nebe, tu pirsgirêk çareser nabin û ev bang kir: “Me pirsgirêka Kurd li her derê anî ziman. Yekane muxatabê vê pirsgirêkê rêzdar Ocalan e. Rêzdar Ocalan berê jî her tim fedekariyên mezin kir. Ji bo ku xwîn bê rawestandin, Tirkiye demokratîk bibe, divê hemû sazî û dezgeh rolê xwe bi cih bînin. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê pirsgirêkên demokrasî û hiqûqê jî çareser bibin.”

‘ABDULLAH OCALAN ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ, DESTHILAT ALÎGIRÊ DÎKTATORIYÊ YE’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze ku bi rêyên demokratîk pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Aydenîz di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewlet û desthilatdariyê, ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, polîtîkayên şer li dijî Kurdan birêve bir. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze bi înkarkirina pirsgirêka Kurd, pergala xwe ya dîktatoriyê ava bike. Desthilatdariyê di salên 90’î de gelek komkujî pêk anîn. Îro jî dixwazin vê komkujiyê li ser Kurdan zêde bikin.”

QETLÎAMÊN NIJADPEREST

Aydenîz bal kişande ser qetlîamên nijadperestî yên li hemberî Kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Li çar aliyên Kurdistanê şer dewam dike. Li Tirkiyeyê polîtîkayên dijminantiya Kurdan û êrişên nijadperest dewam dikin. Divê em li dijî vê bibin yek û peywira xwe bi cih bînin.”

Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî dewam kir.