KCD: Roja ku hesabê Roboskî bê pirsîn nêzîk e

KCD'ê 34 ciwanên di komkujiya Roboskî de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên komkujiya Roboskî hesab bidin nêzîk e."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi munasebeta salvegera 6. a komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Komara dewleta Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha ligel polîtîkayên dijminatî û pişaftinê yên li hemberî gelê kurd meşandiye, bêhejmar komkujî jî pêk aniye."

KCD'ê diyar kir ku yek ji van komujiyan, 28’ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê hatiye kirin û got, "Balafirên şer ên tirk li ser serê welatiyan bombe barandin û di encama vê bombebaranê de bedena 34 ciwanên kurd wesle wesle kirin. Serokwezîrê wê demê di daxuyaniya ewilî de li xwe mikur hatibû ku wî ferma vê komkujiyê daye. Ev ji nîşan dide ku ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye.

Ligel ku di ser komkujiyê re 6 sal derbas bûne jî heta niha derbarê yên ku ferman dane û ev ferman bi cih anîne de ti tiştek nehatiye kirin. Her wiha ser 'lêpirsînên' ku hatine destpêkirin girtin û ev dosya jî xistin nava dosyayên 'kujer nediyar'."

KOMKUJÎ WEKE PLANEKE DEWLETÊ PÊK HAT

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku komkujiya Roboskî yek ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê Kurd hatiye kirin e û hat gotin, "Piştî komkujiya Roboskî êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn.

Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.

Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek."

KUJER ÇI DIKIN BILA BIKIN, WÊ NIKARIBIN JI DARIZANDINÊ RIZGAR BIBIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Wexta em li dîrokê dinêrin komkujî û sûcên mirovahiyê, ji hêla kê ve hatiye dikirin bila were kirin hatine darizandin. Kujer çiqasî derfetên îktîdarê bi kar tînin, hewl didin ji darizandinê xwe xelas bikin jî teqez ew ê li ber edalet û daraza gel hesabê sûcê mirovahiyê bidin.

Ne mumkun e ku komkujiya Roboskî û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên dinyayê derxînin û nikarin bidin jibîrkirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskê yên ji çar hêlên dinyayê tên weşandin hestyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.

ROJA HESABPIRSÎNÊ NÊZÎK E

Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên komkujiya Roboskî hesab bidin nêzîk e."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê bîr û baweriyê em 6’emîn salvegera komkujiya Roboskî careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li  34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re  banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Gelê me û raya giştî ya navteweyî bi hêzeke xurt beşdarî çalakî û bîranînên di 6’emîn salvegera komkujiya Roboskî de pêk bên bibin. Em têkoşîna ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiyê bê xwestin hatiye destpêkirin bi dildarî silav dikin."