KCD: Qanûna înfazê nîşaneya dijminatiyê ye

KCD'ê diyar kir ku qanûna înfazê ya cihêkar nîşaneya dijminatiya li gelê Kurd e û destnîşan kir, "Em ê tawîzê nedin û rêya xwe bidomînin." KCD'ê bang li raya giştî kir ku gavê biavêje.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî qanûna înfazê ya ku AKP-MHP'ê di meclîsê re derbas kir daxuyanî da. KCD'ê, diyar kir ku AKP û MHP'ê pêşnûmeya zagona înfazê ku li dijî pîvan û rêgezên gerdûnî û civakêne, pênaseyên suc li gorî xwe bi teşe kir û binpê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî ku AKP-MHP'ê ev zagon li gorî xwe rast kir bi vî şiklî di meclîsê re derbas kir. Bi hezaran malbat çavên wan li vê zagonê bû. Lê bêyî ku muzakere bikin û bibin bersîva çareseriyê, li meclîsê tevî niqaşên hefteyekî, bêyî pêşniyar û rexne li ber çavan bêgirtin di meclîsê re derbas kirin. Berî her tiştî mafê tu kesî tune vê neheqiyê li gel bike. Em bawar dikin ku bawerî û bendewariya herî mezin a civakê ewe ku daxwazên civakê ji kûr ve bên hîskirin û li gorî daxwazên wan gav bên avêtin. Ji ber ku zagona înfazê tenê ji bo berjewendî û daxwazên çend kesan hatiye amadekirin ne adîl û demokratîk e. Kêm e û ne rewa ye.

Dîsa bi vê zagonê nêzîkatiya li dijî gelê Kurd jî nîşan dide. Bi vê zagonê cudakarî û dijminantiya li dijî gelê Kurd a dîrokî dubare dike. Ev yek ji bo girtiyên Kurd nûjen bûye. Nêzîkatiya li dijî girtiyên Kurd, nêzîkatiya li dijî gelê Kurd e. Li vir gava bê avêtin çareseriya pirgirêka kurd diyar dike. Lê mixabin tevî hemû hiqaş û nerazîbûnan AKP'ê di polîtîkayên berê û polîtîkayên ewlehiyê de israr kiriye. Dawiya dawî pirsgirêka Kurd dê bi muxatabên wê re bêne çareserkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku heta dawî li gel me cih bigire û li mafê xwe xwedî derkeve. Em jî soz didin gelê xwe ku heta dawî ji bo mafê wî yê demokratîk û rewa têbikoşin û rêya xwe berdewam bikin.

KCD'ê herî dawî, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û demokratîk ên neteweyî û navneteweyî û partiyên siyasî kir û xwest ji bo kêmasiyên zagona înfazê bên rastkirin û zagonek bi edalet bê amadekirin hestiyar tev bigerin û gavan bavêjin."