KCD: Pişaftin jî weke koronayê ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got, ''Pişaftin û xwepişaftin jî dişibe koronayê , bi sedan sale bi pişaftinê dixwazin van zimanên qedîm tunebikin." 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo 15'ê Gulanê peyamek şand û bang li hikûmeta Tirkiye kir ku li gorî peymanên gerdûnî gavan bavêje û astengiyên li pêş ziman rake. KCD'ê bi gotina Celadet Elî Bedirxan a "Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwenasîn e, Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike, Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin, Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e." bal kişand ser girîngiya ziman û xwest her kes guh bide Hawara Celadet. 
 
Kovara Hawarê di 15'ê Gulanê de dest bi weşana Kurdî kir û bingeha alfebeya Kurdî ya bi tîpên latîenî danî. Piştî Kovara Hawarê pêngavek nû dest pê kir, rêxistinên Kurdan di 2006'an de, 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman îlan kirin û her sal pîroz dikin. Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) peyamek weşand û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. 
 
KCD'ê ewil bal kişand ser gotina Celadet Elî Bedirxan a Hêjmara 1'emîn a Kovara Hawarê ya "Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwenasîn e, Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike, Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin, Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e" û xwest her kes li ziman xwedî derkevin. 
 
KCD'ê anî ziman ku 88 sal berê Celadet Elî Bedirxan Hawar kiribû û wiha got: "Ev hewar ne tenê li xwe û li derdora xwe heman wextê li dost û dijminên xwe jî hatibû kirin. Kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’an de derketiye û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar hatine çapkirin. Kovar li paytexta Sûriyê Şamê dest bi weşanê kiriye. Hawar mehê du caran hatiye weşandin. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dihat xwendin û nivîsîn. Kovara Hawarê, kovarekî polîtîk û wêjeyî bûye. Kovara Hawarê ku di dîroka weşangeriya Kurdî de jî  xwedî cihekî girîng girtiye, Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên Kurdî hatine weşandin. Alîkariyeke wê ya din a sereke ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Bi vi awayî Hawar bi wêje û mijara zimanî de bûye  stûnek netewbûnê jî. " 
 
'EM BANG LI DAYIKÊN KURD KU MAMOSTEYÊN ZAROKÊN XWE NE DIKIN' 
 
KCD'ê anî ziman ku Kurd ji 2006 an û vir ve ye, 15 ê Gulanê roja weşana kovara HAWAR’é; wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û wiha lê zêde kir: "Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk jî Cejna Zimanê Kurdî de, careke din banga xwedîderketina Kurdî bi taybetî li hemû dayikên Kurd ku yekem mamosteyên zarokên xwe ne dikin.  Dîsa bi vê mebestê bangî hemû gelen xwe dikin ku; guh bidin wê Hawarê. Wê hawara Celadet niha li çar perçeyên Kurdistanê olan daye, HAWARA ku 88 sal bere hatibû qêrîn gihiştiye cihê xwe , Îroj her çiqas Ziman û zaravayên Kurdî dibin xetera pişaftin û xwepişaftinê de li berxwe didin jî mixabin ev têr nake, lazim e; Nifşên nûh bi her awayî ew qêrîna Hawarê tacîdar bikin. Ew jî bi xwebûnê, li hemberî pişaftkaran mafê xwe yê rewa bikar bînin.Her wiha pişaftin û xwepişaftin jî dişibe koronayê , bi sedan sale bi pişaftinê dixwazin van zimanên qedîm tunebikin." 
 
QÊRÎNA CELADET HIŞYARIYA YEKÎTIYÊ YE
 
KCD'ê bal kişand ser hawara Celadet û wiha pêde çû: "Xwe ji koronayê, pişaftin û xwepişaftinê dûr bihêlin. Ew qêrîn û hawara Celadet; niha li Zînê Wertê yekîtiyê , Li Mexmûrê hevgirtinê. Li Qamişlo Zanyariyê. Li dîasporayê dîplomasiyê. Li Hewlêr û Mahabatê piştgirtinê her wiha li hemberî her êrişî hişyarî û ji hevûdu hezkirinê di xwe de dihewîne. Banga me li rayedarên Tirkiyê Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn, em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatine misogerkirin tevbigere." 
 
ÊDÎ BES E 
 
KCD'ê herî dawî li dijî êrîşan bang kir û wiha got: "Ev komar bi heftê û du milletan hat damezirandin. Lê mixabin li ber çavên Cîhanê, bi 72 balefirên xwe yên şer firandin ser Efrînê ve û wê jî wekî bajarên Bakur re niha her ku diçe ber bi yekzimanî ve dibin û em dibêjin êdî bes e; dev ji vê qirkirina çandî û zimênî berdin da ku dahatuya van milletan bi aştî ,aramî wekhev û serbilind şînbên û bijîn. Rayedarên Cîhanê jî şopdarên qanûn û zagonên xwe, li hember qirkirina spî ya çandî û zimanî divê hişyar û biryardarbin. Divê êdî KURD sedsala 21.de jî ne mecbûrên zimanên desthilatdarên xwe bimînin. Em di şexsê Celadet Elî Bedirxan de hemû Dayikên Kurd, têkoşer, kedkar, dildar û hezkiriyên zimanê Kurdî, yên ku gele Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin. 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya 2020’an li gelê Kurd Pîroz be!"