KCD: Li dijî bişavtinê berxwedan mezin dibe

KCD’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku gelê Kurd, tevî hemû polîtîkayên zext û bişavtinê, xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Kongreya Civaka dDemokratîk (KCD), bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de KCD’ê bal kişand ser hişmendiya bişavtîner, yekparêz a dewleta Tirk û got, "Tişt ku Anatolyayê dike Anatolya çand, ziman, kevneşopî û baweriyên gelên qedîm ên vê xakê ne. Lê mixabin ev dewlemendî hatin tinekirin.”

'KURD LI ZIMAN Û XAKA XWE XWEDÎ DERDIKEVIN'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd tinehesibandin, tinekirin û bişavtineke mezin heye û ev hê jî bi tundî tê domandin. Lê belê li dijî vê polîtîkaya tundî, tinehesibandin, tinekirin û bişavtinê gelê me, di nav berxwedaneke mezin de ye. Gelê Kurd ji bo jîndarkirina zimanê xwe ku weke sedema hebûna xwe dibîne, têkoşîn û berxwedaneke mezin dide; xwedî ziman, çand û xaka xwe derdikeve.

Tevahiya gelên Kurdistanê ji vê berxwedana mezin wêrekî digirin û ji parastina hebûn, ziman û çanda xwe berxwedaneke bêhempa didinn ku ji Rojhilata Navîn a demokratîk re bibe ronahî rehber. "