KCD: Ji derketina kaosan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şert e

Meclîsa Tenduristî ya KCD’ê got: “ Ji bo derketina ji hemû kaosan û bi taybet siberojeke azad ji bo Kurdistan û hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şertekî nebe nabe ye. Yekane derketin heta ev e.”

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mijarên di rojevê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî ji tenduristî û ewlehiya wî nayê wergirtin.

‘DEMA AZADIYA OCALAN E’

Meclîsa Tenduristiyê bal kişand ser şert û mercên Ocalan û wiha got:

“Ji bo derketina ji vê kaosê û bi taybetî di serî de ji bo pêşeroja azad a gelên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîng e. Ji bo ev astengî rabin tekane rê azadiya Ocalan e. Şert û mercên tecrîda li ser Birêz Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê ji komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an û vir ve dewam dike. Bi vê rewşa tecrîdê tê xwestin ku azadî û daxwazên siyasî yên gelên Rojhilata Navîn werin tepisandin.

Divê yek ji lingên herî girîng ên têkoşîna me şikandina vê tecrîdê û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan be ku garantiya bingehîn a azadî û jiyana hevbeş a hemû gelan e. Em carek din diyar dikin ku tenduristiya wî wê aloziyê ji holê rake. Divê her warî de yanî divê rewşa siyasî, civakî, ekolojîk, aborî, bedenî û ruhî were başkirin. Em hemû gelên xwe vedixwînin refên têkoşînê û piştevaniya xwe mezin bikin.”