KCD: Ji bo Efrînê em berê xwe bidin qadên Newrozê

KCD'ê Newroz pîroz kir û got, "Ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê em bang li gelê xwe dikin ku mîna lehiyeke bi coş biherike nava qadên Newrozê."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de Newroz li gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hate pîrozkirin û hate gotin, "Gelê me yê hêjya; em Newroza 2018'an mîna her carê di pêvajoyeke zilm, barbarî, talan û şîdetê de pêşwazî dikin. Lê di şexsê Efrînê de bi Berxwedana Serdemê pêşwazî dikin."

'EM DIKARIN BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI SER BIKEVIN'

Di daxuyaniyê de planên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên ji bo dagirkirina Efrînê û Kerkûkê hatin şermezarkirin û işaret bi pêkanînên qirker ên li Bakurê Kurdistanê hate kirin ku hê didome: "Lê belê gel, dost û dijminên me baş pê zanin; gelê me wê ti carî ji berxwedana xwe ya leheng û pîroz a ji bo azadiyê venegere." Hat destnîşankirin ku serketin bi yekîtiya neteweyî dibe.

KCD'ê diyar kir, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû civatên baweriyan ji dînamîkên siyasî yên Kurdistanî hêviya yekîtiya neteweyî dikin û got, "Ev pêvajoya giran û bi êş, her wiha pêvajoyeke ji firsendên dîrokî ye. Divê em zanibin ku sedsala li ber me wê sedsala gelên me be û ev yek jî bi bikaranîna rast a firsendan dibe."

BANG

Di dawiya daxuyaniya KCD'ê de ev bang hate kirin:

"Agirê berxwedanê ya ku Kawayê Hemdem Mazluman pêxistiye wê ti carî  venemire, bêhtir gur bibe û li erdîngariya Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya gelê me bi serbikeve.

Em bi van hest, bawerî, ruhê berxwedanê û coşê Cejna Newrozê li gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovên pêşketî pîroz dikin. Bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedî li Berxwedana Efrînê derkevin û bi wê re bibin yek wekî lehiyê ber bi qadên Newrozê ve biherike!"