KCD'ê û DBP'ê serdana gundiyan kirin

Şandeyek KCD û DBP bi çarçoveya hevdîtinên "Dema Azadiyê" li gundên Gêman û Aşût ên Çelê serdana gundiyan kir. Gundiyan got, "Hûn partiyeke xwedî girseyeke berxwedêr in. Em bi ruh û can bi we re ne."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, li Colemêrg û navçeyên wê hevdîtinên xwe yên "Dema Azadiyê" didomînin. Îro bi çarçoveya hevdîtinan serdana gundên Gêman û Aşût ên navçeya Çelê ya Colemêrgê hate kirin.
 
Heyet li gundê Aşûtê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Paşê heyetê derbarê serdana xwe de şêniyên gund serwext kirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, anî ziman ku xebatên wan bes ne ji bo navendên bajaran e, xebatên xwe li hemû gund, tax û kuçeyan didomînin. Ozturk wiha got: "Bi destê dewletan Kurdistan bû çar perçe. Li van perçeyyan tim zilm hebû. Hikûmeta Iraqê bi salan zilm li gelê Kurd kir. Îran, her roj ciwanekî me bi dar ve dike. Li Sûriyeyê rejîmê bi salan tahde li gelê Kurd kir. Lê di sala 2011'an de gelê me yê li herêmê bi pêşengiya jinê bi ser ketin û dîrok nivîsandin." 
  
Ozturk, diyar kir ku gelê Kurd bi bedêlên xwe li cîhanê hatiye naskirin û got: "Îro hemû dewletên cîhanê bi ruhê berxwedêr ê şehîdan û gelê kurd, gelê me baş nas dikin. Perçeyê herî mezin ê Kurdistanê de, bi salan e bi zilma dewleta tirk re rû bi rû ye. Ev zilm û zorbetî hê jî didome." 
  
Şê niyê gund Abdûrrahman Ecer jî got, "Em gelê Kurd çi qasî bi komkujî, girtin û tunekirinan re rû bi rû bimînin jî, em têra xwe dikin. Pêdiviya me bi tu kesî tune ye. Pêdiviya wan bi me heye. Bila Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û partiya îqtidarê baş zanibin ku, em ê heya dawiyê bi partiya xwe re ne û em ê tim bitêkoşin. Partiya me û ûn ne bi tenê ne. Hûn partiyeke xwedî girseyeke berxwedêr in. Em bi ruh û can bi we re ne." 
  
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku ji sala 2015'an ve li hemberî gelê Kurd polîtîkayên şerî yên cur bi cur tên pêkanîn û got, ''Desthilata ku bi salan e li erdnîgariya Kurdan komkujî û zilmê dike, qîma xwe bi vê jî neanî û dest bi şwitandina daristanan û polîtîkayên bêehlaqî kir. Êdî cihêkariyê dikin. Niha cenazeyan bi kargoyankirin dişînin ji malbaran re. Li bajarên Kurdan bi destê dwletê tiryak û fuhûş ji ndîtî v tên. Divê em li dijî van pêkanînan xwedî li hev derkesvin. Niha jî dixwazin kurdan bera hev bidin û bi vî awayî temenê xwe dirêj bkin." 
 
Aydenîz, bilêv kir ku şerê li Başûr ne li dijî PKK'yê ye, şerekî li dijî gelê Kurd e û got, "Paşê desthilat di çapemeniyê de dibêje, PKK û hêzên din vî şerî dikin. Divê tu kurd bi vê nexape."