KCD'ê ji bo karkerên demsalî banga xweparastin û piştgiriyê kir

KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî karkerên Kurd da û got, "Malbatên me yên Kurd ên diçin bajarên Tirkiyeyê, divê bi hev re tevbigerin û xwe biparêzin."

KCD'ê bang li rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên şoreşger-demokratîk jî kir ku piştgiriyê bidin karkeran.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd, li ser êrîşên li dijî karkerên Kurd ên demsalî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd ê ku yek ji gelên qedîm ên li ser erdnîgariya dergûşa mirovahiyê Mezopotamyayê ye, li ser xaka xwe bi polîtîkayên qirkirinê yên hêzên mêtinger-dagirker re rû bi man û tê xwestin ku bêçand û birçî bên hiştin."

'ERDOGAN-BAHÇELÎ BINGEHÊ AMADE DIKE'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber van polîtîkayên faşîzan her sal bi deh hezaran Kurd di bin navê karkerên demsalî de berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Ji ber li bajarên diçin di karên ne ewle, şert û mercên giran de ji neçarî dixebitin, jiyana wan her tim di rewşeke xetere de ne. Her roj nûçeyên yan di qezayê de yan jî di êrîşa faşîstan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne tên weşandin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî, ku vê qirkirinê dike, her roj bi daxuyaniyên xwe Kurdan dike hedef û bingehê ji êrîşê faşîstan re amade dike. Ji ber vê dijminatiyê di hefteya derbasbûyî de li Colemêrg û Licê Kurdên sivîl ji hêla Balafirên Bêmirov ên Bi çek hatin gulebarankirin û herî dawî li Samsûnê faşîstan êrîşî karkerên demsalî kirin. Bêdengiya rayedarên dewletê û çapemeniyê ya li hemberî van êrîşan nîşan dide ku wê êrîşên bi vî rengî di rojên pêş de zêdetir bibin. Divê rayedarên dewletê demildest dev ji gotinên dijminatiya Kurdan berdin. Eger ku dev ji dijminatiya Kurdan bernedin, eşkere ye ku wê bûyerên mezintir ku ti kes naxwaze, rû bidin.

Em ji bo xwe jî weke kêmasiyekê dibînin, ku me heta niha pirsgirêkên giran ên karkerên demsalî çareser nekirine û derfet û polîtîkayên ku wan ji polîtîkayên faşîst rizgar bike neafirandine. Em ji malbata jina Kurd Perîhan Akin a ku di êrîşa Samsûnê de jiyana xwe ji dest daye sersaxiyê dixwazin û ji Nûrcan P. a ku di heman êrîşê de birîndar bû şîfayê dixwazin."

BANG

Di dawiya daxuyaniya KCD'ê de ev bang hate kirin:

"Em bang li malbatên xwe yên diçin kar dikin ku li cihê dixebitin yekitiya xwe ava bikin û ti caran dev ji parastina xwe ya rewa bernedin. Di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, rêxistinên saziyên sivîl, şoreşger û demokrat divê karkerên demsalî bi tenê nehêlin û bi wan re di nava tevkariyê de bin. Divê were zanîn ku ev peywireke dîrokî û mirovî ye. Bi têkoşîna hevpar û berxwedana bênavber em ê teqez bi ser bikevin."