KCD'ê ji bo gelên Başûr-Rojhilatê Kurdistanê banga piştgiriyê kir
KCD'ê diyar kir ku wê bi ruhê Kobanê piştgiriya gelên Rojhilat û Başûrê Kuristanê yên bûne mexdûrê erdhejê bikin û banga alîkariyê li her kesî kir.
KCD'ê diyar kir ku wê bi ruhê Kobanê piştgiriya gelên Rojhilat û Başûrê Kuristanê yên bûne mexdûrê erdhejê bikin û banga alîkariyê li her kesî kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Erdheja 7.3 ya li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hat û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, em xemgîn kiriye. Ligel ewqas êş û wêraniyê, wendahiyên ji ber erdhejê çêbûne dihêle ku em ji her demê bêhtir bi hev re têbikoşin û di nava tevkariyê debin."
KCD'ê diyar kir, ku wê bi ruhê Kobanê piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê yên bûne mexdûrê erdhejê û got, "Rehma Xwedê li kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane be û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."
KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên Kurdisatnê û her kesî kir ku piştgiriya gelên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bikin.