KCD’ê ji bo Efrînê banga lezgîn kir!

KCD’ê li ser gefa êrîşên a dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyanî da û got ji her bajarî divê bi lezgînî werin cem hev û ji bo Efrînê banga hevgirtinê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê gefên dagirkirina hikûmeta AKP’ê ya li ser Efrînê û hewldana dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’hikûmet û dewleta AKP’ê ji bi êrîşa leşkerî û hewldana dagirkirina Efrînê haziriyeke giran kiriye’’ û hate gotin:

‘DESTKEFTÎ Û MODÊLA DEMOKRATÎK DIKINE HEDEF’

‘’Mirov ji niha de dikare encamên siyasî yên li Tirkiyê û hilweşîna civakî ya êrîşeke leşkerî û hewldaneke dagirkeriyê ya bi ser Efrînê de çi bin.

Pir hişkere û vekirî ye ku êrîş û hewldana dagirkeriyê ya bi ser Efrînê de di rastiya xwe de deskeftiyên gelê Kurd ên li Rojava û bi giştî hemû destkeftiyên netewî yên li Kurdistanê ên netewî kiriye hedefa xwe de.

Sdema esasî ya vê êrîşê ew e ku Şoreşa Rojava model û ewlehiya Federasyona Demokratîk a Sûriyê ye û her ji bo ji bo çareseriya netewî û demokratîk a parçeyên dî jî modêlek e.’’

Bi berdewamî hate gotin dijminatiya li Kurda a ji ber sedema ku polîtîkayên nîjatperest, yekreng û înkarê ya dewleta Tirk û partî û saziyên wê yên nîjatperest, li bara wê geşedanê ku Rojhilata Navîn ji nû ve teşe digire Kurd weke aktorekî girîng derketine pêş êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî Kurd, çavsoriya wê zêdetir bûye.

‘AKP TIRKIYÊ DIXE ÇIRAVÊ’

KCD’ê bi domdarî diyar kir ku faşîzma AKP’ê Tirkiyê bi lez û bez ber bi çiravê ve dibe, faşîzma AKP’ê bi siyaseta şer a li dijî Kurdan dixwaze faşîzmê sazûman bike, astengiyên li pêş rejîma dîktatoriyê yek ji bi yek ji holê rake û ji bo vê jî armanc ne tenê destkeftiyên Kurdan ên li parçeyan in, armanc pir berfirehtir e, jiyana dadmend, wekhev, hepvar a gelên Sûriyê ku dixwazin bi hev re bijîn tê armanckirin û her wiha bi vê êrîşkariyê tê xwestin ku vîna jiyana hevpar,demokratîk, aştîxwaze û dadmend a gelên Tirkiyê tine bikin.

‘LI HER BAJARÎ DIVÊ BI LEZGÎNÎ EM WERIN CEM HEV’

KCD’ê di daxuyaniya xwe de bi berdewamî bang li gel kir û got, li dijî van gef û talokeyan di şexsê Efrînê de xwedîderketina li destkeftiyên gel şertê sereke yê welatparêziyê ye û di serî gelê Kurd ê welatparêz ê li bakur, hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên baweriyê û rîspî li bajarên ku lê ne divê bi lezgînî bi yek rojevê bicivin.

KCD’ê her wiha bang li gelên Tirkiyê û hemû dînamîkên demokratîk, civaka navnetewî jî kir ku li dijî siyaseta şer û hilweşandinê ya hikûmeta AKP’ê rawestin, li dijî faşîzma AKP’ê ku dixwaza gelan li hev bike dijmin û şerê civakî derxîne pişta gelê Efrînê bigirin.