KCD'ê ji bo danişîna doza Kurkut banga tevlîbûnê kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) banga tevlîbûna li danişîna Kemal Kurkut kir ku ji hêla polîsan ve hatibû kuştin.

KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Di dema desthilatdariya faşîst a AKP’ê de li Kurdistanê û Tirkiyê bi bezaran zarok, jin, ciwan ji hêla polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Ji ber kesên ku mirovên sivîl dikujin ji hêla desthilatdariyê û daraza wê ve têne parastin ev rê ber vedike ku mirovên dî jî werin kuştin. Herî dawî 21’ê Adara 2017’an li Newrozê ya Amedê, Kemal Kurkut ê ku ji bo Newrozê pîroz bike hatibû Amedê, li ber çavê her kesî ji hêla polîsan ve hate kuştin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "rayedarên dewletê bi daxuyaniyên xwe xwestin ku ser înfazê bigirin lê piştî ku dîmenên înfazê derketin û ev daxuyanî pûç bûn li ser polîsan doz hate vekirin." Her wiha hate destnîşankirin ku sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê danişîn wê were kirin û polîs ji sûcê ku ‘bi qest mirov kuştiye’ bi daxwaza cezayê miebbet  tê darizandin.

'JI BO KU DESTÛR NEYÊ DAYÎN KU WERE BERDAN…'

KCD’ê di daxuyaniyê de wiha got: "Ji bo ku weke kujerên doza Ûgûr Kaymaz ku bi bavê xwe re hatibû kuştin û weke kujerên Enes Ata, Ceylan Onkol neyên berdan, peywir û berpirsyariyeke dîrokî ye ku di serî de saziyên sivîl û demokratî, her kes tevlî danişînê bibe."