KCD: Desthilatariya ku êrişî Kurdan dike wê têk biçe

KCD li ber pejirandina cezayê li Aysel Tûglûk hate birîn rabû û diyar kir, "Desthilatariya ku bi êrişa dijî Kurdan hewl dide ji krîzê rizgar bibe, gav bi gav wê têk biçe."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî pejirandina 10 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk hatiye birîn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bloka AKP-MHP her ku ji aliyê siyasî ve dihele hegemonya xwe ya bi rêya dadgeriyê xurtir dike û zextê li dadgeriyê dike ku li dijî Kurdan biryaran werbigire."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryara dadgeriyê ya têkildarî Tûglûk tirs û bêçaretiya dadgeriya siyasîbûyî ya li pêşberî daxwazên aştî, azadî û demokrasiyê ya Kurdan radixe pêş çavan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthiladariya ku li hundir û derve hewl dide bi êrişa dijî Kurdan xwe ji nava krîzê rizgar bike, gav bi gav wê têk biçe."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û gel hate kirin ku li dijî vê siyaseta qirêj helwestê nîşan bidin û piştgiriya siyasetmedarên hatine girtin û saziyên ku zexta krîmînalîzekirinê li ser heye, bikin.