KBDH/HBDH: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn diyarker e

KBDH û HBDH'ê li dijî komploya navneteweyî daxuyanî dan û diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn diyarker e.

Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Hêvî Sarya û Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Tekîn Yoldaş bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan hate kirin, peyam şandin kampanya hashtag a 'Azadî wê bi ser bikeve' ku îro li ser platformên medya dîjîtal dest pê bike.

Hêvî Sarya got, "Em bi rêzdarî û hurmet hevrê Abdullah Ocalan silav dikin, ku bi taybetmendiyên xwe yên hevrêtî û Rêbertiyê kesayetekî dîrokî yê girîng e."

Hêvî Sarya got, "Ji bo me cihê rûmetê ye ku li qadên cuda, li eniyê cuda di heman dozê de têbikoşe. Bi gotina wî, pîvana me ya hevrêtiya bi wate ew e ku li vê xakê mêtingeriyê, faşîzmê, serweriya mêr, kapîtalîzmê têk bibin û Tirkiyeya azad, Kurdistana azad ava bikin. Ji bo me pîvana dilsoziya bi şehîdan, bi girtiyên şoreşger re bi vî rengî ye. Em ê tecrîdê bişikînin. Em ê vê sîstema êşkenceyê hilweşînin.

Em ê Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger hemûyan azad bikin. Herî dawî dixwazim vê bêjim; em ê faşîzmê hilweşînin, serweriya mêr têk bibin û azadiya xwe misoger bikin."

'AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIYARKER E'

Bi navê HBDH'ê jî Tekîn Yoldaş ev peyam da:

"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi zexta hêzên emperyalîst a navneteweyî neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Ev yek destpêka pêvajoya dîlgirtinê ya heta 15'ê Sibata 1999'an bû.

Em piştgiriyê didin têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Azadiya wî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn diyarker e. Li Girtîgeha Îmraliyê bîst û sê sal in di nava tecrîdeke giran de ye, ku dewleta Tirk a faşîst mafên wî yên hevdîtinê, mafên mirovan binpê dike. Dewamkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li ser karker, kedkar, bindest, jin, ciwanên li Tirkiyeyê. Lewma têkoşîna azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê yek ji armancên têkoşîna hevpar a hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiyê, parçeyekî girîng ê têkoşîna azadiyê ya karker, kedkar û bindestên li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna Şoreşê ya Yekbûyî ku îro li xaka Kurdistanê û Tirkiyeyê tê meşandin, bi têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û hilweşandina faşîzmê re dibe yek."