Kaya ji bo xwedîderketina li berxwedana zindanan bang kir

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya ji bo berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê banga xwedîderketinê kir.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di 27'ê Mijdarê de dest pê kir, di roja 26'an de ye.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sînan Kaya ji bo pêkhatina daxwazên girtiyan banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

'ÇARESERÎ BI OCALAN RE YE'

Kaya anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina gelê Kurd û gelan hemûyan e û destnîşan kir ku ev rewş 'sûcê li dijî mirovahiyê' ye. Kaya bi bîr xist ku Ocalan ji mafên xwe yên gerdûnî bêpar hatiye hiştin û diyar kir, axaftina bi telefonê, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re mafê herî xwezayî yê Ocalan e. Kaya got, çareseriya pirsgirêkên li welêt û tevahiya Rojhilata Navîn bi Ocalan re ye û nexşeya rê ya Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi bîr xist.

'DIVÊ EM TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKIN'

Kaya diyar kir ku li girtîgehan li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin heye û wiha dewam kir, "Greva birçîbûnê niha bi rengekî bêdem-dorveger dewam dike. Lê belê ev nayê wê wateyê ku ev grev venaguhere rojiya mirinê. Divê êdî em jî bi berpirsyariya xwe rabin. Hevalên li girtîgehan wezîfe û berpirsyariyên xwe heta niha bi hev re bi cih anîn. Divê siyasetmedar û her kesên xwedî hişmendiya neteweyî bêjin 'em ê êdî wezîfeyê werbigirin'. Di her pêvajoya xitimî de hevalên li zindanan pêşengiyê ji berxwedanê re dikin. Pêwîste em tecrîda li ser Ocalan tarûmar bikin, parçe bikin. Dema ku gel bi berpirsyarî rabû hingî tecrîdeke bi vî rengî careke din rû nade."