Kaya: Bi berxwedanê em ê bigihêjin azadiyê

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê dîlgirtî, di peyama xwe de ya ku ji Newroza Wanê re şand, got ku “Ew çi dikin bila bikin, çi qasî faşîzmê li ser me ferz bikin, em ê bi berxwedanê bigihêjin wê azadiya ku em gelekî bêriya wê dikin.”

Li qada Newrozê ku Gola Wanê û Keleha wê digihêjin hev, bi sed hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Wanê Bekîr Kaya yê di Girtîgeha Sîlîvrîyê de ye hate xwendin. Kaya di peyama xwe de got:
“Di vê serdemê de faşîzm bi awayê herî giran bi ser gelê me ve tê, lê ji xeynî berxwedanê tu riya me tune. Em bi yekîtî, têkoşîn û berxwedêriya xwe dikarin van pêkutiyan ji holê rakin. Ji biçûkan heta mezinan em li ku bin divê em li hemberî vê rejîma dîktatoriyê li ber xwe bidin. Di vî warî de bila gumanên tu kesî tune be, em ê teqez bi ser bikevin. Ew çi dikin bila bikin, li ser me çiqasî faşîzmê ferz bikin jî, em ê bi berxwedanê bigihêjin azadiya ku em gelekî bêriya wê dikin.”