Karsezê Amedê Kamîl Acar vegeriya mala xwe
Karsaz Kamîl Acar ku ev 2 roj in agahî jê nedihat, diyar bû ku vegeriyaye mala xwe.
Karsaz Kamîl Acar ku ev 2 roj in agahî jê nedihat, diyar bû ku vegeriyaye mala xwe.
Karsazê Amedî Kamîl Acar ku 18’ê Tîrmehê ji Rihayê bi wesayita xwe ya taybet diçû Amedê û beriya bigihije Qereqola Pîrînçlîkê bi 2 kîlometreyan wesayita wî hatibû dîtin û ew agahî ji wî bi xwe nedihat, diyar bû ku vegeriyaye malê.
Parêzerên Acar derbarê bûyerê hê agahî nedane. Tê gotin polîs ji bo îfadeya wî çûne mala wî. Polîsên ku ji bo îfadeyê çûne mala Acar, Acar birin Şûbeya TEM’ê.