Karmendên talan û desteserkirinê: Qeyûm

Armanca Erdogan a ji bo "wergirtina Amed, Wan û Mêrdînê" bi zext û zordariyê bi cih hate anîn. AKP'ê, şaredariyên ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe, ji 11'ê Gualna 2015'an û pê ve bi rêya qeyûman desteser kir.

Li gorî daneyê heyî, ku hevserokên partiya siyasî, parlamenter, hevşaredar û bi deh hezaran siyasetmedar dîl girtî ne, planeke tirsnak a tinekirinê bi cih tê anîn.

Hikumeta AKP'ê 14'ê Nîsana 2009'an li dijî Kurdan dest bi êrîşeke bê eman a qirkirina siyasî kir. Di nava sê salan de nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd dîl girt. Hevşaredar, hevserokên DBP'ê yên bajar û navçeyan, rojnamevan, rêveberên civaka sivîl, nûnerên siyasî û civakî yên Kurdan dîl girt û bi vî rengî pêşî li wan girt ji bo xizmetê ji civakê re nekin. Operasyonên qirkirina siyasî yên ji bo tasfiyeyê hatin kirin, tevî ku karên siyasî tengav kirin jî, nekarîn bitepisînin.

Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Hezîrana 2015'an û pê ve dest pê kirin, di dawiya heman salê de zêde bûn. Ji aliyekî ve bi operasyonên leşkerî, li aliyê din jî bi êrîşên qirkirina siyasî hewl dihate dayin ku gelê Kurd bê tepisandin, bê tinekirin.

ÎRADE Û KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNÊ

Ji salên 90'î û pê ve ji bo mafên gelê Kurd ên azadiyê, DEP, HEP, OZDEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê têkoşîna siyasî kirin, lê belê hemû hatin girtin. Partiya Herêman a Demokratîk jî li ser kevneşopiya van partiyan niha li 42 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê rêxistinbûyî ye. DEHAP'ê di hilbijartina herêmî ya 1999'an de 37 şaredarî bi dest xistibû. Heman kevneşopiyê di hilbijartina sala 2004'an de 56, di hilbijartina 2009'an de jî 99 şaredarî bi dest xistibû. Herî dawî di hilbijartina herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de 102 şaredarî qezenç kir. Kevneşopiya DBP'ê di her hilbijartina herêmî de hejmara şaredariyên xwe zêde kir. DBP'ê di hilbijartina herêmî ya 2004'an de 762, di hilbijartina 2009'an de 1.808 û di hilbijartina 2014'an de jî 1.300 encumenên şaredariyan bi dest xist.

DBP ku di hilbijartina herêmî de xwe gihand astekê, sala 2016'an bi Berxwedana Xwerêveberiyê ya Demokratîk re kete pêvajoyeke nû. Hikumeta AKP'ê ku DBP krîmînalîze kir, şaredarî weke plansaz û hêza birêxistinkirinê ya vê berxwedanê nîşan da û bi rêya qeyûman yek bi yek dest danî ser şaredariyan.

AKP beriya qeyûmên xwe tayin bike, heyetek mufettîşan a ji 10-15 kesî ku ji walî ya jî qeymeqaman pêk dihat, şand şaredariyan. Heyetan kirin nekirin karekî ne li rê li şaredaiyên DBP'yî nedîtin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ

Dema ku xwerêveberî hate ragihandin, rayedarên şaredariyê jî ji bo destekdayinê li cem gelê Kurd cih girtin. Şaredariyên weke Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, di dema daxuyaniyên çapemeniyê yên xwerêveberiyê de li cem gel sekinînin û destek dan gel. Piştre jî hevşaredarên van şaredariyan ji wezîfeyê hatin girtin. Hinek jê, piştî demekê hatin berdan, lê hinek jî hê girtî ne. Serokkomarê Tirk Erdogan timî digot, "Ez Amed, Wan û Mêrdînê dixwazim." Ev daxwaza ku nekarî bi hilbijartinê bi cih bîne, bi rêbazên zext û zordariyê bi cih dianî.

QEYÛM HATIN BICIHKIRIN

Zextên AKP'ê yê li ser gelê Kurd, di ser rêveberiyên herêmî re dewam kirin. Bi hincetên curbecur dest pê desteserkirina şaredariyên DBP'yî hate kirin. AKP'ê, şaredariyên ku nekarî bi hilbijartinê bi dest bixe, rêya qeyûman desteser kir. Di serî de Sûr, Farqîn, Kop û Êlih, 28 şaredarî 11'ê Îlona 2015'an bi rêya qeyûm desteser kir. 24 ji van şaredariyan ên DBP'yî bûn. Çar ên din jî bi "Fethûllahiyan" re têkiliya wan hatibû danîn. Ji van 24 şaredariyên DBP'yî, li navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Dihê, Silopiya, Pirsûs û Dêrikê, DBP'ê di asteke bilind de deng bi dest xistibû.

Rêjeya dengê ku DBP'ê li van şaredariyan bi dest xistin:

* Amed Sûr - % 54.41

* Amed Farqîn - % 69.55

* Şirnex Cizîr - % 81.61

* Mêrdîn Nisêbîn - % 78.78

* Sêrt Dihê - % 52.37

* Şirnex Silopiya - % 78.19

* Riha Pîrsûs - % 52.58

* Mêrdîn Dêrik - %6 4.4

31'ê Cotmeha 2016'an Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin girtin. Vê yekê di nava gelê Kurd û hêzên demokratîk de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. 24'ê Mijdarê jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hate girtin. Girtina Hevşaredaran hem li hundir hem jî li derve nerazîbûna raya giştî zêde kir.

SIBE: 'Karmendên super' ên mêtingeriyê