Karkerên li Samsûnê êrîş li wan hate kirin: Bila kes neçe wir

Êrîşa nîjadperestî ya li Samsûnê li karkerên Kurd hate kirin, weke encama polîtîkayên nîjadperestî yên dewletê tê dîtin. Nûrcan P. a ku bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, qala hovîtiya li wan hate kirin, kir.

Keça metka Perîhan Akin a di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Tûgba  Yildiz jî bang li gelê Kurd kir û got, "Bila mirovên me neçin wî alî. Bila li wê derê koletiyê nekin."

Li taxa Bafracali ya navçeya Terme ya Samsûnê, êrîş li karkerên çandiniyê yên demsalî yên Kurd hatibû kirin û ji ber êrîşê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest dabû. Waliyê wî bajarî Osman Kaymak ji bo êrîşkaran gotibû "kesên serxweş in" û bi vî rengî hewl da bû êrîşê rewa bike. Lê piştre derkete holê ku êrîş bi organîzeyî hatiye kirin. Nûrcan P. a di vê êrîşê de ji tilî û çonga xwe birîndar bû got, "Erdogan radibe ji me re dibêje 'em di binê heman alê de bijîn'. Em ê çawa bijîn, dema ku ev li me tê kirin?"

'TIMÎ ÊRÎŞ DIKIN'

Nûrcan P. anî ziman, ku li wî bajarî timî êrîş li wan tên kirin û got, "Ji xwe bi rengekî nebaş nêzî me dibûn. Piştî bûyerê tenê jenderme hatin. Dûre hin jî bi wesayitê hatin. Yên bi wesayitê hatin ji patron re gotin, 'ne te dît, ne jî me dît' bi vî rengî xwestin bûyerê binixumînin. Wekî din pirsîne, ku mirî û birîndar heye yan na. Ev yek nefret e. Ji ber ku em Kurd in êrîşî me dikin."

'KURDAN MÎNA KOLEYAN DIBÎNIN'

Keça metka Perîhan Akin a di êrîşê de hate kuştin Tûgba Yildiz jî anî ziman, ku karkerên çandiniyê yên demsalî mîna koleyan tên dîtin û got, "Ji xwe zext û zorê li me dikin. Zexteke giran li Kurdan dikin. Bila mirov bi wî alî ve neçin, bila neçin wir û koletiyê ji wan re nekin. Wekî din, xizmekî me ji bo kar çûbû Antalyayê. Ji ber ku dengê strana bi Kurdî ji telefona kekê wî hat, li mala wan a li qatê duyemîn êrîşî wan kirine. Bi çekan erîş kirine. Em dixwazin êdî azad bin. Bi rengekî azad bijîn, bixebitin û bi zimanê xwe biaxivin. Vê yekê weke sûc dibînin. Dema ku yek ji bajarên rojava tê em sifra xwe li wan vedikin, wan pêşwazî dkiin. Lê deme em diçin wê derê... Hevala min li Ordûyê xwendekar e û li wê derê ji tirsan nabêje ew ji Riha ye. Nasnameya xwe vedişêre. Lê em bêyî cihêkariya Kurd, Ereb û Tirk bikin dikarin bijîn."

'LI DIJÎ KURDAN BI ZIMANEKÎ BIÇÛKXISTINÊ Û NÎJADPERESTÎ DIAXIVIN'

Pismamê Perîhan Akin Mûrat Akin jî got, "Mirov ji vê derê diçin wê derê. Cihê lê dimînin weke 'meydana berazan' tê binavkirin. Mirov ji bo debara xwe bikin diçin wê derê. Ew jî ji bo çandiniyê tên vê derê. Gelo em jî weke wan bikin? Em ne mîna wan in. Êşa vê timî di dilê me de ye. Bila xwîna wê li erdê nemîne, bila hesab bê pirsîn."