BI DÎMEN

Kargeha cîpsê ya li Dêrikê

Kargeha cîps a li Rojava ava bû, berhemên xwedî tenduristiyeke baş û li gorî budçeya civakê hildiberîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, xebatên aborî tevî derfetên kêm jî dewam dikin. Komîteya aboriyê ya TEV-DEM'ê li gelek kargehên ser bi saziya zîreetê, gelek berheman hildiberîne. Yek ji van jî kargeha cîpsê garis e, ku li Dêrikê dixebite.

ROJANE BI HEZAR KÎSIKAN CÎPS TÊ AMADEKIRIN

Li vê kargehê 8 kes dixebitin ku 6 ji wan jin in. Kargeh ev saleke dixebite. Rojane bi qasî 1000 kîsên cîps tên amadekirin û ji dikandarên li Rojava re bi buhayekî kêm tên firotin. Cîpsê garis, bi rengekî kontrolkirî û di nava şert û mercên paqij de tê hilberandin. Buhayê vî cîpsî jî hat sererastkirin û bi vî rengî pêşî li buhayê zêde hate girtin.

KARGEH WÊ ZÊDE BIBIN

Berpirsyarê kargeha cîpsê Ahmet Newaf bal kişand ser ambargoya aborî ya li ser Rojava û got, "Made û berhemên ji derve tên bi buhayekî gelekî zêde tên û tên firotin. Ev rewş ji bo cîps jî derbasdar e. Me xwest bi xwe vê çêbikin û bi buhayekî kêm bigihînin gelê xwe. Li Rojava, derfetên me kêm jî bin hene. Wê hê gelek kargehên din bên vekirin. Em naxwazin bi derve ve girêdayî bin. Kargehên me yên li Rojava her zêde dibin."

Emîne Beşîr Omer a li heman kargehê dixebite, kêfxweşiya xwe ya ji ber vî karî nîşan da û got, "Eger em ne li cihekî bi vî rengî, li cihekî dewletê ya jî patronekî bixebitiyan, wê zext li me bihata kirin. Lê belê em hem karê xwe dikin, hem jî gelekî rehet in. Ji ber ku ti zext li me nayê kirin."