Karayilan li ser 'operasyona derveyî sînor' got: Eger bên, wê bersiva xwe bigirin

Mûrat Karayilan, li ser hevdîtinên bi Nêçirvan Barzanî û Celal Talabanî re agahiyên girîng da. Karayilan, mesaja ku Erdogan û Abdullah Gul piştî şerê Zapê dan Talabanî, cara yekemîn eşkere kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji her demê bêhtir xurt e.

Karayilan, salvegera operasyona herêma Zapê ya sala 2008'an nirxand û destnîşan kir, ku Zap ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd serketineke mezin bû û rê li ber pêşketinên nû vekir.

Mûrat Karayilan, li ser hevdîtinên bi Nêçirvan Barzanî û Celal Talabanî re agahiyên girîng da. Karayilan, mesaja ku Erdogan û Abdullah Gul piştî şerê Zapê dan Talabanî, cara yekemîn eşkere kir.

Karayilan li ser operasyoneke gengaz a li derveyî sînor got, "Eger bên, wê bersiva xwe bigirin."

Karayilan ji ANF'ê re axivî:

* 9 sal berê di van rojan de, ji aliyê artêşa Tirkan ve li hemberî qada Zap’ê operasyoneke bi navê ‘Rojê’ dan destpê kirinê. Ev operasyona ku, 9 roj ajot, ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê çi wate yê?

Rast e. Operasyona Zap’ê di dîroka têkoşîna me de xelqeya berxwedaneke girîng e. Di xelqeya vê berxwedanê de 9 hevalên ku bi qehremaniyeke mezin gîhaştin şehadete, di şexsê Ayhan û Erdalan de em bi bîr tînin, li hemberî bîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînin. Soza ku me dayî wan, cardin dubare dikim. Ji bilî vê beriya demekê, di êrîşên hewayî yê dewleta Tirk de hevalên ku şehîd ketine, di şexsê fermandarê fedaî hevalê Bawer Colemêrg de ez wan bi bîr tînim, ji bo bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Ji dijmin hesap pirsîn û bi girêdaniya armanca wan, soza ku emê têkoşînê bilind bikin li vir dixwazim îfade bikim. 

ARTÊŞA TIRK LI ZAPÊ DERBA GIRAN XWAR

Ger ez werim ser pirsa we; di Sibata 2008’an de artêşa Tirk, li hemberî Bîryargeha HPG’ê yê ku li Zapê bû, operasyoneke bejayî bi awayekî berfireh meşand. Operasyona wan a li hemberî Zapê ya herî dawiyê bû. Heman demî operasyona ku, lê derbeyê herî mezin xwar, bin ket û qet ji vê operasyonê encam bi dest nexist bû. Bi vê operasyonê xwest, beriya ku zivistan biqede, bi hemleyeke lezgînî derbe li Biryargeha me bide. Lê derbeya herî mezin, ew xwar. Em bihêlin derbe li hêzê me dayîn, hêzê xwe paşvekişandin jî ji bo wan bû pirsgirêk. Jixwe wê demê kobrayê ku li ber çavê her kesî ket, dîsa windahiyên xwe tenê 27 kes îtîraf kirina wan derbeya ku di vê operasyonê de xisûsên nîşan dabin jî lê di rastiyê de windahiya wan pir zêde bû. Heta paşvekişîna qolekê wan jî, ji bona wan şensekê bû. Ji ber ku herêma ku behsa wê tê kirin, li wir yekîneyê me yê erkdar, ji ber ku rola xwe zêde nelîstin, ew hêz karibûn paşvebikşiyana. Heta Serkanê Giştî ya wê demê Yaşar Buyukanit  bi gotina; “wekî mûyekê ji nava mast bikşînî, me hêza xwe kişand” pesnê xwe dan.

Di vê operasyonê de berxwedana gerîla yê bi taktîkên hosteyane û qehremantiya mezin hişt ku artêşa Tirkan bin bikeve. Di vê serkeftinê de di serî de gelê me yê welatparêz ê Amediyê û Bamernê; hem gelê me yê Başûr, hem jî gelê me yê Bakur, rola xwe têde zêde heye. Li hemberî operasyona dewleta Tirk derketin û piştgirî dan. Gelê Kurd cara yekemîn hem li Bakur hem jî li Başûr li hemberî operasyonê bertek girt û hêz da berxwedanê yên dîrokî ya gerîla re Di vê serkeftinê de rola gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî heye. Berxwedaniya gerîla û gelê me bi qasî ku êrîşên dijmin ên berfireh vala derxist û derbe lê da; bi xwe re encamên pêşketinên siyasî û leşkerî jî derxist holê. Ji bona vê jî ji bo me pir giringiya xwe heye. Ji ber wê weke destpê kirina pir tiştan e. Hem di siyaseta Kurd de, hem di pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê de, hem jî di nav siyaset û sîstema Tirkiyê de pêşketinên ku çêbûn girîngiya wê hebû.

* Ev pêşketin çi bûn, hûn dikarin hinek vekin? 

Beriya her tiştî ji bo me weke serkeftineke leşkerî bû. Ev, di gel û hêzên me de baweriyeke mezin çêkir. Jixwe tevgera me, ji sala 2005’an ve kombûyîneke û mezinbûneke girseyî jiyan dikir. Berxwedana Zapê vê hîn zêdetir xurt kir. Hem sekna Tevgerê giştî, hem jî di girseyê de pêvajoya mezinbûnê bi berxwedana Zapê re lezgîntir bû. Di vî wateyê de ji bona me destkeftiyên mezin çêbûn. Dîsa dewleta Tirk jî mecbûr ma ku di meseleya pirsgirêka Kurd de û li polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan de guhertineke çêbike. Mesela, pêvajoya Oslo yê ku dewleta Tirk yekser bi PKK’ê re hevdîtin dikir, piştî van pêşketinana, di sala 2008’an de pêş ket. Ji bo pirsgirêka Kurd, mirov dikare bibêje ku, dewleta Tirk kete  lêgerîn û rêbaz guhertinê, bi vî awayî çûyîna wan ê biryarên nû kete rojevê.  

ŞERÊ ZAPÊ RÊ LI BER PÊŞKETINÊN NÛ VEKIR

Encamê din jî, ger bê bîra we, heya wê demê dewleta Tirk bi rêveberiya Kurd ê federasyona Başûrê Kurdistanê re têkîlî danîn, ji bona wan weke xeta sor bû. Niha xeta sor hatiye ji bîr kirinê. Lê belê wê demê bi rêveberiya Başûr ê fermî re, têkîliya dewleta Tirk weke ‘xetekê sor’ dihat bi nav kirinê. Kesên ku vê xetê derbas bikirana bi çavê îxanetkar li wan mêze dikirin. Dibe ku bi partiyên asta jêr re têkiliyên wan ê berê hebûn, lê bi rêveberiya Herêma Kurdistanê re nînbû. Lê belê dewleta Tirk, bi operasyona Zap’ê fêm kir ku, li Başûrê Kurdistanê, ango ger ku piştgiriya hêzên Başûr negire, nikare encam bigire. Ji ber vê berê bi rêveberiya Başûrê Kurdistan re têkiliyên fermî pêşxistin û heta serkanên wan ê li hemberî vê jî mecbûr man ku polîtîkayên xwe biguherînin. Niha di nav van mijarana de ger hinek tişt mirov veke wê fêda xwe hebe: Wekî tê zanîn, di paşêrojê de kêmasiya me Kurdan ê herî mezin ku mirov dikare jê re bibêje, “zaaf, şaşitî hwd.” ji hin sedeman jiyan kirina pevçûnên hundirîn bû. Dewleta Tirk di pêvçûnan de hêza tehrîkê bû. 

Bi rastî jî di Gulana 1997'an de ew bi xwe daxilî pêvajoya pevçûnan bû û di nav Kurdan de kûr kirina pevçûnan ji xwe re kir hedef. Ji bo vê bi taybet bi PDK’ê re projeyeke wan ê hevpar çêbû û navberê xwe pê re baş kir. Lê kengî ku Rêber Apo bi komploya hêzên navdewletî ji Tirkiyê re hate teslîm kirin û piştî wê weke Tevger, me îlana “em dev ji têkoşîna çekdarî berdidin” kir piştî wê dewleta Tirk, bi PDK û YNK di têkiliyê xwe de her ku çû sînor danî, teng kir û anî noqteya qedandinê. Heta êdî pêwîstî nedîtin ku bi hêzên siyasî yê Başûr re jî têkilî deynin. Bi taybetî jî li hemberî Başûr, hikumetê ku ava bibû û saziyên fermî re alerjiyên wî hebû û qebûl nedikir. Ez bi we re anektodeke parve bikim:

HEVDÎTINA KARAYILAN Û NÊÇIRVAN BARZANÎ

Di dawiya 2005’an de birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtineke me çêbûbû. Wê demê ji min re gotibû, “ez weke Serokvezîrê Herêma Kurdistanê çûm Tirkiyê. Li wir li gorî protokol, unvanê min pirs kirin. Min jî got, ‘serokvezîr.’ Li hemberî vê bersiva min (bi Tirkî) ‘olmaz’ dan. Çend caran ev gotin dubare kirin. Her car ji min unvanê min pirs kirin, min jî got, ‘serokvezîr im’ lê rayedarê li hemberî min her car got, ‘olmaz’. Dewleta Tirk ti caran naxwaze serokvezîrekê Kurdan bibe, vê hezim nake.” Ev gotin, birêz Nêçîrvan Barzanî bi xwe ji min re got. Tiştên ku gotin, tiştên rastbûn û îro jî dewleta Tirk di nav heman hişmendiyê de ye. 

Dewleta Tirk wê çaxê PKK’ê ji bo xwe weke xeteriyeke nedidît, ji ber vê jî êdî polîtîkayeke siyaseta Başûr derve bihêle pêş dixist. Gotinên ku mirov nikare li vir bîne ziman ên wekî; tiştên cûda layiq dîtin, biçûk dîtin, heqaret kirin, qebûl nekirin û ger qebûl bike jî ne weke saziyeke Kurd, weke temsîldarê partiyeke dîtin hebû. Lê belê kengî li Zap’ê ew şeqama mezin xwarin, wê demê fam kirin ku ger ji hêzên Başûrê Kurdistanê piştgirî negirin, bi PKK’ê re ti awayî nikarin şer bikin. Vaye ji ber vê xeta sor rakirin. Ev heqîqet ji ber ku siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî dizanin, pêwîste ti caran ji bîr nekin. Îro dewleta Tirkiyê li hemberî siyaseta Başûr di nêzîkatiyeke pir taktîkî de ye. 

* Bi vê yekê re armanca wan çi ye? 

Armanca wan dîsa wekî salên ‘90’î dixwazin pêvajoya şerê hundirîn ava bikin. Ji ber ku hemleya ku PKK bi rê xistî, tirsiyane û xof ketiye dilê wan. Dîsa di pêvajoya ku pevçûnên di Rojhilata Navîn diqewime de pêşketina Şoreşa Rojava heye. Êdî Kurd jî li herêmê xwedî mafekê ne; êdî îhtîmala ku Kurd jî di ji nû ve dîzaynkirinê de cih bigire, bilind bûye. Ji ber vê di pêşengtiya AKP de dewleta Tirk hinek biryar girtin. Di vê bingehê de bi MHP’ê re bû şirîk. Dewleta Tirk, “wê di Rojhilata Navîn de Kurdistaneke mezin ava bibe; Kurdistaneke mezin tê wateya Tirkiyeyek biçûk” got û li hemberî Kurdan çû konsepteke nû. Di eksena vê biryara nû de piştî şerê Rojhilata Navîn, di ji nû ve dîzayn kirinê de qetiyen ti cih nede Kurdistanê û li ber destkeftiyên statuya Kurdan astengbûn heye. Ji ber vê jî her tiştê xwe datînin holê û li hemberî Şoreşa Rojava dijbertî dikin. Ji ber ku stratejiya wan li ser, ‘Kurd li cihekê jî nebe xwedan statu’ hatiye ava kirinê.

* Li hemberî Statuya Başûr jî bi taktîkî nêz dibin...

Her tim diyar dikirin ku, Başûr, weke ji encamê xetayê ku kirin e, bi şaşitî statu qezenc kirin e. Yê ku vê diyar dikin serokkomarê niha Erdogan bi xwe ye.  Erdogan çend cara got “ tevlînebûna operasyona Iraq’ê şaşitî bû; li derveyê kontrolê me statuya Kurd çêbû.” Niha jî ew avahiyên ku weke şaşitî dibîne, dixwaze nêrîneke têkiliyên cidî pêş dixe, raber bike. Ev bi temamî rewşekê taktîkî ye. Dîsa nêzîkatiyeke di çarçoveya siyaseta şerê taybet de ye. Ti siyasetmedarên Kurd pêwîste ev nêzîkatiya taktîkî derçav nekin. Ango dibe ku têkilî hebe, kes ji wê re tiştek nabêje, lê niyeta kesê li hemberî xwe rast xwendin girîng e. 

JI WAN BÊ WâE DESTÛRÊ NEDIN KOMELEYEKE SERBIXWE YA KURDAN

* Bi taybet hinek kes û derdorên li Bakur ên ku nêzî AKP’ê ne wekî, “dewleta Tirk, piştgirî didin ku federasyona li Başûr wê dewleteke serbixwe be” tînin ziman. Pêwîste mirov vê çawa bigire dest?

Li Bakur hinek kesên ku ruhê xwe firoştine, hinek zimanê wan ê axaftinê heye, derdikevin televîzyonan û dibêjin “wê dewleta Tirk piştgirî bide Kurdistaneke serbixwe” ti rastiya van gotinana nîn in. Derewan dikin. Li Başûr jî siyasetmedar û hinek derdorên çapemeniyên ku AKP û MHP nas nakin, ew dikarin bi vî awayî bifikirin. Lê em AKP û MHP pir baş nas dikin. Sedema hebûna MHP, dijminatiya Kurd e. Eger ku îro MHP û AKP ewqasa ketibe nav hev, tenê sedemeke xwe heye, ew jî; di siyaseta Kurd de, AKP ketiye xeta MHP’ê ye. Pêwîste herkes vê rastiyê baş bibîne. Em bihêlin vana devleteke Kurdan a serbixwe çêbibe, nahêlin ku komaleyeke Kurdan a serbixwe jî çêbibe. Eksenê wan ê bingehîn; dijbertiya Kurd û dijminatiya Kurd e. Têkiliya wan bi hêzên Başûr re têkiliyên taktîkîne. Ev taktîk, ji bo Kurdan bi hev dayîna şer kirin, jê fêde girtin e. Wekî din ti tiştek nîne. Ger sibê em dev ji têkoşîna çekdarî berdin, ev cardin hemû têkiliyên xwe wê bi wan re qut bikin û Başûr bixin hedefê xwe. Jixwe dixwazin niha Şoreşa Rojava bixeniqînin, Bakur tesfiye bikin û Başûr jî bixin dorpêçê û bigirin bin denetimê. Stratejiya wan bi awayekî eşkere ev e. Lê li ruxmê wê fikirandinên hinek kesên ‘dewleta Tirk wê piştgirî bide Kurdistana serbixwe’ gafletek e û ev tişt ti caran nabe. Dewleta Tirk stratejiya xwe yê hebûnê; Kurd di herêmê de nebin hêz û statu bi dest nexin, ava kiriye. Jixwe sedema bingehîn ku AKP û MHP weke partiyeke tevger dikin ev e. Ji bo vê jî li gorî wan ev tişt qet û qet ne mumkûn e. Pêwîste kes xeyalperest nêz nebe û rastiyan bi vî awayî bibîne. 

* Dewleta Tirk wê kengî bi Başûrê Kurdistanê re bibe dost?

Tenê rêyekê heye ku dewleta Tirk bi Başûrê Kurdistan re bibe dost, ew jî; kengî mafê gelê Kurd ê di nav xwe de nas bike, Kurdan ne wekî tiştekê jê bitirse û dijmin bibîne, ger weke dostekê bibîne, vaye wê çaxê dikare Kurdên derveyê Tirkiyê jî weke dost bibîne. Niha dewleteke ku nîvê Kurdistanê ji xwe re dijmin dibîne, Kurdên derveyê sînor dikare weke dost bibîne! Rêber Apo di Newroza 2013’an de deklerasyoneke ku dostaniya Tirk û Kurdan esas digire weşand û bi dewleta Tirkiyê re têkilî pêş xist; di vê bingehê de hevdîtinên ku 2 sal û nîv ajotin pêk hatin. Lê belê piştî wê Erdogan ne dostaniya Kurdan, di dijmaniya Kurdan de biryar girt, bi MHP’ê re bû yek û di şexsê Tevgera me de li hemberî hemû destkeftiyên Kurdan şer îlan kir. Rastî ev e. Niha di rewşa heyî de tenê armanceke wan heye, li Rojhilata Navîn di dîzayna nû bê çêkirin de cih nedin Kurdan. 

ERDOGAN Û GUL JI BER TÊKÇÛNA ARTÊŞÊ YA LI ZAPÊ KÊFXWEŞ BÛN!

* Ger em dîsa bizivîrin mijara operasyona Zap’ê; dema di aliyê siyaseta Tirkiyê de bê nîrxandin, bandora herî mezin a operasyona Zap’ê çi bû? 

Ev operasyon di hundirê avahiyên sîstema Tirkiyê de jî ji guhertinên bingehîn re rê vekir. Bandorê zaferê yê herî mezin, bê gûman li Tirkiye pêşketina vesayeta leşkerî paşxistin û pêşketina bingeha siyaseta sivîl bû. Piştî operasyona Zap’ê, an di meha Nîsanê de yan jî di meha Gulanê de birêz Celal Talabanî weke Serokkomarê Federal a Iraqê çûbû serdana Tirkiyê. Piştî serdanê bi birêz Mam Celal re hevdîtineke me çêbûbû. Wê demê ji min re got; “piştî ku protokolên fermî qediyan, Abdullah Gul û Erdogan, kesên li hundir hemû derxistin derve, derî girtin. Tenê ez û ew her du man. Ji min re pirs kirin û gotin; ‘PKK li Zap’ê çawa kir, bi vî awayî çawa artêş bin xist?’ dema ku wisa digotin, çavê  wan dikeniya. Ji serkeftina we yê Zap’ê pir kêfxweş bûbûn.” Mam Celal jî bi qasî ku dizane, behsa pêvajoya operasyonê ji wan re gotibû.

*Ji bo çi kêfxweş bûne?

Weke hûn jî dizanin, wê deme şertê 365 deng dane pêş û serokkomartiya Abdullah Gul asteng kirin. Di nav sîstemê de krîzekî cidî û di artêşê de jî xwe ferz kirin hebû. Yanî mijara wesayeta leşkerî di rojevê de bû. Taybet,  e-muhtiraya ku Kurmayê giştî Yaşar Büyükanıt bixwe nivîsandibû hat weşandin. Ew jî di nav sîstemê de pirsgirekên cidî çêkir. Derbe û binketina artêşê li Zap’ê bû. Hêz û bandora leşkerî di nav sîstêmê de lewaz kir. Piştî binketina Zap’ê forsa Yaşar Büyükanıt jî ket. Pêşiya zafera gerîla siyasetmedareke Tirk nikaribûn di kêlaka Kurmayê Giştî derbas bibûna. Lê belê, piştî artêşa Tirk li Zap’ê derbe xwar, destê siyasetê bi hêztir bû. Erdogan di vê mijarê de bi înkar nêz dibe. Şerê gerîla yê ku me di Kurdistanê de pêşxistî, artêş peritand û di nav sîstemê de wan paşxist. Wî jî bi demê re ji vê sûd girt, lê belê çawaniya vî aliyê qet nabîne. Ger şerê ku gerîla dimeşîne û bi giştî têkoşîna Tevgera me pêş xistî nebûna, gelo Erdogan weke siyasetmedareke sivîl bikaribûna bigîhaştana vê astê? Xeta Rêber Apo dimeşîne û siyaseta ku pêş dixe nebûna, wê ev fersend derketibûna li hemberî wî? Ne gengaz bû. Lê belê, li hemberê têkoşîna me, peritandin û binketina hinek hêzên Ergenekon û dewleta kûr, hişt ku ev derdorana li hemberî AKP’ê jî paş bikevin. Erdogan û AKP ji vê pir sûd wergirt û hêz girtin. Operasyona Zap’ê bûyerekê yekser bandorên girîng li ser siyaseta Tirkiyê kir.  Ji ber vê yekê operasyona Zap’ê bi xwe re encamên girîng derxistin holê. Weke gotinên gel û hozanên me, “siwar hatin, peya çûn” vala nehat gotin. Li wir artêşa Tirk derbeyeke giran xwar û ev derbe bandora xwe li ser pozisyona wî ya di nav sîstemê de jî çêkir. Dîsa, bandora xwe li ser nêzîkbûna dewleta Tirk ya li hemberî siyaseta Kurd jî çêkir. 

EM DI POZÎSYONEKE XURTIR DE NE

*Niha li hembêrî wê artêşekî di şer de lewaz dibe heye. Di vê pêvajoyê de taqeta artêşê bi operasyonekê weke Zap’ê pêk bîne heye? Ger pêkbîne wê çi bibe? 

Ev rastiyek e: Qabîliyeta şer ya artêşa Tirk, weke 9 sal pêşiya niha nîne. Niha hêzên wan ên bejayî zêde kevin bûne û di rewşekê lewaz de ne. Lê belê em weke prensîp hêzên li hemberê xwe lewaz nabînin. Di vê kêliyê de artêş, dixwaze lewaziyên xwe yên tên zanîn zêdetir bi teknîkê bigire. Bi taybet xwediyê bikaranîna derfetên teknîka di serdemê de pêşketiye ye. Lê belê tişta ku encama diyar dike, jîrbûn û îradeya mirovan e. Bi taybet şerê gerîla yê ku em dimeşînin, bi tevahî pişta xwe dide jîrbûn, manevra û afrîneriya mirovan û qezenç kirina terzê şerê zaferê ye. Em eşkere vedibêjin, mezintirîn erdnîgariya Kurdistan’ê û bi piştgiriya gelê me, bi şêwazekê afrîner bikaranîna jîrbûna gerîla, teknîka dijmin vala derxistin û performansa teknîka xwe, bi pisporî bi kar anînê, emê li hemberî hemû êrîşên dijmin, singê xwe bidin û wan bin bixin. Helbet li gorî 9 sal pêşiya niha, em di pozîsyonekê bi hêztir de ne. Hem qebîliyet, moral û bawerî, hem jî zêdebûna tecrubeyan û bi taybet di aliye fedaîbûnê de asta hêza me zêdetir rewşekê pêşketi de ye. Bi kurtasî, ger piştî 9 salan dubare bixwazibin operasyona Zap’ê bicerîbînin, tiştên ku niha heyî dide nişandan ku wê encam çi bibe. 

Di vê wateyê de em naxwazin bi pêşgotinan bibêjin, lê belê gelê Kurdistanê yên welatparêz, yên ku ji vê Tevgerê hez dikin û hemû mirovên dost bila dilê wan rehetbin.  Gerîlayên Azadiya Kurdistan, di asta girîng a dîrokî de, li hemberî hemû êrîşên ku pêk werin, bi hêz û qudreta bersiv dayînê de ne. Ji bo jîrbûnên xwe yên bilind û performansa pêwîst nîşan bide, gerîla jî li gorî derfetên xwe, xwediyê amedekariyê ye. Di vir de nabêjim “wê îleh bêne Zap’ê”. Bi wateyeke giştî, ji berê heya roja me ya îro, ew artêşa ku nikaribû gerîla bin bixe, niha qet nikare. Ev rastiyeke vekiriye. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e. Ji ber ku di nav şert û mercên heyî de hem mezinbûna gerîla hem jî zêdetir di aliyên tecrubeyan de kûrbûna tevgera gerîla heye, ji bilî van, bi dewlemendbûna taktîkên gerîla, di astekê de em dikarin behsa pêşketina astê teknikê bikin. Ji ber vê bi hinek operasyonên derveyê sînor kirin, nikare Gerîlayê Azadiya Kurdistan derbe bike.  Rast e; rewşekê wisa wê şer kûrtir bike û zêde belav bike. Lê belê dost û dijmin hemû bila bizanibin, wê Gerîlayê Azadiya Kurdistan bersiva pêwîst bidin.  Em di vê mijarê de dilnizim nêz dibin. Helbet ger hatina wan hebe, wê dîtina wan jî hebe. Di vê mijarê de hemû kes, me jî, artêşa Tirk jî baş nas dike û dizane. Ger ew, di şer belav kirinê de bi israr bin, bila bikin. Lê belê mecbûr in ku encamên wê jî hilgirin. 

* Di van demê dawiyê de zêdebûna êrîşên hewayî yên artêşa Tirk tê dîtin. Di her êrîşekê de çapemeniya Tirk behsa bi dehan şehadeten gerîla dike. Ev gotin çiqas rast in?

Rast e, artêşa Tirk di van demê dawî de êrîşên xwe yên hewayî zêde kirine. Ji bo vê mijarê berî çend rojan me daxûyanî dabû. Jixwe windahiyên me jî hatin parvekirin. Di cîhanê de şerên ku pêk hatine, bi tenê êrîşên hewayî encam negirtine. Dema mirov erdnîgariya Kurdistanê û xwezaya wê dide berçav, di vê erdnîgariyê de encam girtina êrîşên hewayî ne mumkûn e. Windahiyên ku tên jiyan kirin ji ber hinek kêmahiyên me pêk tên. Yêkineyên me yên ku li hemberî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk, bi qûralên gerîla tevgeriyane û disîplîn esas girtine windahî nedane.     

*Ger em şênbertir bikin, li hemberî van êrîşan kî zêdetir derbe xwarinê re musaît in?

Bi esasî Predatorên DYE’ê, pêşxistina sîstema keşfê ya dewleta Tirk û bi vê ve girêdayî îstîxbarata hewayî, dîsa li Bakur meyla dijmin hem ji bejahî û hem jî hewayî baldar nebûyîn, ger ku gotin di cihê xwe de be bi avahiyên ku terzê gerîla yên kevn-kevneşopî û klasîk tevdigerin eşkere dibin. Ango yêkineyên me yê ku li gorî terzê gerîlayê nûjen tevdigerin, terzê têkoşîna demê rast famkirî û rast pêk tîne tevdigerin windahî nadin. Pêwîste di payîzê de windahiyên ku me li Dêrsim û Zagros da, çi ji windahiyên ku me li Başûr daye bi giştî kêmasiyên ku me çarçoveya ku  daye diyarkirin de ye. Jixwe ev karakterê şer e. Hêzê li hemberê te çiqas kêmasî bike, tû yê ewqas encamgir bî. Ev tişt çiqas ji bo me derbasdar be, ji bo artêşa Tirk jî derbasdar e. Ango em çiqas kêmasî bikin, wê ew ji vê sûd wergirin û bi teknîkê dibe ku derbe bikin. Lê belê, ger em kêmasî nekin, kuralê xwe pêk bînin û li gor kuralên ku hatine diyarkirin tevbigerin, him açixî nayê dayîn, him jî wendahî çênabin. Hemû hêza me gor terza dema nû tevger bike, di vê mijarê de perspektîfên ku Bîryargeha Navendî dayî, bi baldarbunekî mezin û ziravî derbasî jiyanê bike, qet wendahiya nade. Em dikarin viya ji bo wendahiyên dawî hatine dayîn jî bibêjin. Yên ku dijmin hêsan digre dest, bi avayekî biçuk mezedikin, baldar nabin, zirav nêz ne bin û eşkera tevdigerin wendahî didin. Ev wisa ye. Ji bo vê em hêzên xwe yên gerîla bi performansekî profesyonel, tevgerandinekî rast meşandin, bi awayekî rast xwe bi cîh kirin û mevzi girtinê ji bo serkeftinê têgîneke nebe nabe dibînin. 

* Êrîş bi tenê li ser Qadên Parastina Medya pêk nayin. Li Bakurê Kurdistan’ê jî li hemberî gerîla operasyon pêk tên. Di bin navê van operasyonan de li ser gelê herêmê pêkanînên hovane hene. Herî dawî tiştên ku li Niseybîn’ê pêk hatî, niha jî li Amed’ê derketina kolanan qedexe kirin e û  di derheqê kûştin û îşkence kirina mirovên sivîl agahî hene. Hûnê ji bo van çi bibêjin?

Hate famkirin ku, nêzîkbunên dewleta Tirk, di serî de li Nisêbîn’ê gundê Xerabê Bava, duvre jî li gundê Talatê işgal kirin, xirakirin, sotin û bi vî rengî tutumê operasyonên encamgir pêşdîtin, tê wê wateyê ku ev tenê bi qada Mêrdînê re sînordar nîne. Weke hûn jî dizanin niha li Garzan û Amed’ê pratîkên wek hev hene. Belkû cihên cûda jî pêk were. Dewleta Tirk, îro wehşetê li ser bingeha konsepta AKP û MHP, dixwaze gelê Kurd daqûrtîne. Di serdema 21’emin de li ku derê hatiye dîtin, dewletek çuye gundek işgal kirî ye, xanî şewitandine, xirakirî ye, mirov bi îşkenca derbas kirî ye, di qadên gundan de zilm lê kirî ye û bune sedemê mirina heywanan. Lê belê dewleta Tirk li Xerabê Bava vê hovitiyê pêk tîne. Her ku diçe van hovitiyên xwe li herêmên din jî belav dike. Ev me dît; Li Amed’ê ciwaneke bi navê Mehfuz şehîd xistin. Di encama operasyonên faşîst de mirovên me yê ku Mêrdîn û Amed’ê jiyana xwe ji dest dane, him ji hemu gelê Kurdistan’ê, him jî ji malbatên wan sersaxî dixwazim. Ew ji bo ku parastina nasnameyên xwe yê Kurd bunê, şeref, rumet û heysiyetên xwe diparastin buna hedefên dewleta Tirk. Ew, şehîdên qehreman ên vê şoreşê ne. Bi taybet li gûndê Xerabê Bava û Talatê berxwedaniya rumet ya gelê me silav dikim. Bangavaziyê hemû gelê me yê heremê dikim ku bi welatparêziya kur li derdorê vê sekna bi şeref xwe bikin yek. Li hemberê hovitiya dijmin rixmî bê derfetiyan, di nasnama xwe de israr kirin û bi vî rengî rûmeta xwe parastin, tiştê herî bi nirx e. Ev mirovên me jî îro vê dikin û ev keda wan tu car vala naçe. Berxwedanekî mafdar a civakê ye. Tişta herî girîng, pêl bi pêl ev berxwedaniya civakbunê rêxistina xwe pêş bixe û belav bibe.

BI VAN ÊRÎŞAN RE DIXWAZIN DI REFEARNDÛMÊ DE ENCAMEKÊ BI DEST BIXIN

* Bi taybet nêz bûna referendumê re ev pekanîn  zêde dibin…

 AKP’e wisa difikire ku qaşo bi vê biçe referandumê wê encam bigre. Ango bi darê zorê, şîdet li ser gel bi kar anînê dixwaze encam bigre. Çawa ku piştî Derbeya 12 İlonê di deng dayîna destûra bingehîn de bi tene alternatîfek (seçenek) hiştin û gel sedî heştê rey dan, niha jî Erdogan dixwaze wê bike. Armanca wî ew e. Lê belê gelê me, hemû gelen Tirkiyê û çîna kedkarên Tirkiyê li hemberê vê serî na tewîne. Ti kes êdî îrada xwe bi deste xwe, teslîmê yekane diktatoriya faşîst nake. Pir bi awayekî sosret dibêje, “dewleta me di rewşekê zehmet de ye, ji bo ku biryar zu bêne girtin pêwîste hûn min bikin organê biryarê.” Ev, di dîktatoriyên li qraliyetên serdema navîn de dihat dîtin.  Wek hinek welatên ku bi pergala (sîstem) seroktiya veqatandina hêzan û di sistemekê qanûnan esas digre,  demokrat ba dîsa dibû. Lê belê ji Xerabê Bava diyare ku ne sîstemeke demokratîq e. Li wir wehşetek tê meşandin, wezîre ku wan erkdar kirî vê wahşetê diparêze. Em di serdema 21’emin de ne, lê belê wezîrek dikare îşkencê biparêze. Ger eve ne sîstemek faşîst be, çiye? 

BANG LI CIWANAN DIKIM KU TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN

*Di derheqê li hemberê va pêkanîna de mijarên ku pêwîste bên kirin çi ne?

Bêgûman li hemberê vê, erka me ya tekoşîne heye. Pêwîst e gelê me, piştgirî û tevlîbûn nîşanê tekoşîna ku tevgera me pêşxistî bide. Bi taybet ciwanên Kurdistan’ê, di vê serdema dîrokî û giring de rolê xwe baş bilîzin. Li hemû, dibistan, fabrîka û kolanan de pêwîste ciwan xwe rêxistin bikin û serî netewînin. Rêxistin buna xwe, bi awayekî perspektîfa giştî tevgerandin bigre dest, lê di heman demê de tevlî refên gerîla jî bibin.
Ciwanên ku dilê wan ji bo pêşerojek azad lê dide, em wan banî refên gerîla dikin. Di vê pêvajoya girîng û dîrokî de berxwedaniya ku were pêşxistin, ne bi tenê Tevgera me, Rêberê me û gelê me; wê ev tekoşîn stratejiya pêşeroja Rojhilata Navîn jî diyar bike. Ji bo pêşeroja Tirkiyê diyar kirinê de jî cîhekê xwe girîng heye. Gelo em Tirkiyekî faşîst-diktatoryal dixwazin, an demokratik-piralî-azadîperwer dixwazin? Ev, bi taybet tevlîbuna ciwanan ya di vê pêvajoyê de wê diyarbibe. Ji bo vê bangavazî hemû ciwanên Kurdistan’î û yên ji Tirkiyê dikim ku ji bo tevlî refên gerîla bibin. Di vê merhela girîng de tekoşîna ku, gerek li zemînê gerîla, gerek ji kitleyên li varoşan de bê pêşxistin wê encamê tayîn bike. Ji bo vê jî pêwîste hemû kes cihê ku lê tevlîbûn raber bike û kes vê pêvajoya dîrokî de rewşa temaşeker de nemine. An tevlîbuna aktîvîteyên bi girseyan, an jî tevlîbuna refên gerîla pêwîste bibe erka yekemin a her ciwanekî welatparêz û demokrat. 

SIBE: Bersivên Karayilan ji bo pirsên me yên li ser mijarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê...