Karayilan: Keleha zilmê li ber hilweşînê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji berxwedana bênavber a li dijî rejîma mêtinger qirker tawîzê nade û got, "Keleha zilmê lawaz bûye û li ber hilweşînê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên radyoya Dengê Welat.

Di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" çalakî tên lidarxistin. Ji gelek derdoran helwest jî tê nîşandan. Lê belê tevî vê yekê dewleta Tirk hîn jî di sîstema tecrîdê de israr dike. Sedema vê çi ye?

Me heta niha nekarî bi têrkerî rastiya Îmraliyê û rastiya Rêbertî bi raya giştî bidin fêhmkirin. Rastiya Îmraliyê bi têrkerî li nava raya giştî nehatiye fêhmkirin. Bêguman ev yek ji bo me cihê rexneyê ye. Di ser re 22 sal derbas bûn, hîn jî em dinerin raya giştî sîstema Îmraliyê rast fêhm nekiriye. Ev yek kêmasiya me ye. Sîstema Îmraliyê sîstemeke welê ye ku mafên mirovan, hiqûq û qanûnan binpê dike. Sîstema êşkenceya psîkolojîk e ku bi rengekî neadîl tê meşandin. Faşîzm e. Rastî ev e. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst vê sîstema li Îmraliyê gav bi gav li hemû zindanan û tevahiya welêt bi cih tîne. Dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê serdest bikin. Îro kes nikare bêje ku li zindananên Tirkiyeyê, li tevahiya welêt 'hiqûq heye, edalet heye, wekhevî heye'. Tiştekî bi vî rengî nîne.

Tiştên li Îmraliyê pêk tên, îro li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê serdest bûye. Sîstema Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê sîstemeke antî demokratîk e, rejîma faşîzmê ye. Rûyê xwe yê li Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Li Kurdistanê jî bi şêweyê qirkirinê û faşîzmê xwe nîşan dide. Kuştina gelê Kurd e. Tiştên li Îmraliyê tên organîzekirin dendik e û ev dendik li Kurdistanê û Tirkiyeyê tê belavkirin. Heta ku Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê neyê parçekirin û ji holê neyê rakirin, neêkane ku demokrasî, edalet û hiqûq bê Tirkiyeyê. Em nikarin vê rastiyê bi têrkerî bi raya giştî ya Tirkiyeyê bidin fêhmkirin.

Divê were zanîn ku heta sîstema êşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê neyê parçekirin û ji holê neyê rakirin,n nepêkane ku aştî, azadî û wekhevî bê Kurdistanê. Sîstema Îmraliyê rejîmeke şerê taybet e û sîstema qirkirinê ye ku li ser gelê Kurd tê meşandin. Naveroka xwe bi vî rengî ye.
Heta ku sîstema Îmraliyê hebe wê şer jî hebe, wê aştî tune be. Heta ku şer hebe û aştî tune be wê kiryarên li derveyî mirovahiyê û faşîst ên dewleta Tirk dewam bikin, wê ji holê neyên rakirin. Ji ber vê yekê jî hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê, divê beriya her tiştî li dijî Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê têbikoşin. Divê her kes li ber vê rabe ku li Tirkiyeyê pêşî li hiqûqê û demokrasiyê bê vekirin. Li Tirkiyeyê zîhniyeteke bi vî rengî ya qirker, faşîst û ti pêwendiya xwe bi mirovahiyê re nîne, li ser bingeha Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê xwe serdest kiriye. Lewma ji bo têkbirina sîstema faşîst-qirker beriya her tiştî divê sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin.
Divê Rêber Apo azad be. Rêberê gelekî ye û heta ku ev rêberê gel di destê mêtingeran de dîlgirtî be, wê civaka Kurd jî dîlgirtî be, wê siyaseteke qirker û zordar timî li ser gelê Kurd bê ferzkirin. Lewma ji bo azadiya vî gelî beriya her tiştî divê Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin û rêbertî azad bibe. Ev yek bi hev ve girêdayî ye û ji hev cuda nabe. Dibe ku hin kes van hji hev cuda bibînin, lê belê cuda nînin. Rêber Apo niha li wê derê li dijî êşkenceya psîkolojîk li ber xwe dide. Ji bo çi li ber xwe dide? Ji bo mafên gelê Kurd li ber xwe dide. Ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe dide. Eger paş ve gavê neavêje, eger ji mafên gelê Kurd paş ve gavê neavêje; ev yek tê wateya ku ji pîvanên azadî û demokrasiyê paş ve gavê neavêje. Ev yek sekneke şoreşgerî ye; sekna ku gelê xwe û gelên herêmê temsîl dike. Li dijî vê jî sîstema êşkenceyê dewam dike; li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê vê sîstemê serdest dikin.
Di çarçoveya pêngavê de asteke çalakiyan hate bidestxistin. Hem li qada navneteweyî hem jî li Kurdistanê gihîşt astekê, lê belê têrker nîne, divê hîn bêhtir bê kirin. Di serî de Bakurê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat divê civaka Kurd vê pirsgirêkê weke pirsgirêka sereke bibîne, ji ber ku paşeroja vî gelî bi vê yekê ve girêdayî ye. Îro paşeroja gelê me di metirsiyê de ye. Divê em bi vê zanibin. Ev siyaseta faşîst qirker dixwaze gelê me ji holê rake. Plana Serîtewandinê jî dewama plana Park Islahat e. Dixwazin gelê me tune bikin. Metirsiyeke ewqasî mezin li ser gelê me heye. Ji xwe Rêber Apo bi vê zane, lewma sekneke wiha nîşan dide. Gelê me jî divê bi rengekî giştî vê rastiyê bibîne û hîn bêhtir çalakiyan bike.
Paradîgmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a xwe dispere Azadiya Jinê, li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedide. Modernîteya Demokratîk temsîl dike. Lewma li qada navneteweyî heta astekê xwedî lê tê derketin, lê belê eger me karîbûna Rêber Apo bi rengekî rast vegotibûya û dabûna naskirin, xwedîderketina gelên cîhanê wê ji vê zêdetir bûya. Mesela niha sendîkayên Brîtanyayê -ku bi milyonan endamên xwe hene' xwedî lê derdikevin. Diviyabû ev li tevahiya Ewropayê, Latîn Amerîkayê, Efrîkayê, Asyayê derbasdar bûya. Yanî weke ku me got di vê mijarê de kêmasiyên me hene. Hewldan hene, lê belê têrker nîne. Lê belê em zanin ku em çiqasî van kêmasiyên xwe çareser bikin, em çiqasî karibin rastiya Rêber Apo bidin naskirin, wê ewqasî jî xwedî lê bê derketin. Ji ber ku Rêber Apo dîlgirtiyekî di destê netewe-dewletekê de nîne, ew dîlgirtiyekî navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ew dîl girtine, di heman demê de ji vê sîstemê berpirsyar in. Li qada navneteweyî em çiqasî karibin bi rêbazên şênber vê pirsgirêkê bixin rojevê wê ewqasî jî hîn bêhtir xwedî lê bê derketin. Di vê mijarê de hin gav tên avêtin, hêviyê dide mirovan.

Dewleta Tirk êşkence û zexteke giran li zindanan dike. Her roj cenaze ji zindanan tên derxistin. Herî dawî Sitki Berktaş jiyana xwe ji dest da. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?

Beriya her tiştî şehîdê dawî yê zindanê hevrê Sitki Berktaş bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim. Di şexsê hevrê Sitki de soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikim. Sersaxiyê ji malbata hêja ya Sitki Berktaş re dixwazim. Hevrê Sitki şehîdê duyemîn ê vê malbata me ye. Dİ heman demê de sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyan re dixwazim. Hevrê Sitki 28 salan li zindanê li ber xwe dan. Ev yek bi tena serê xwe dîrokeke. Tiştekî ji rêzê nîne. Berxwedana 28 salan a hevrê Sitki ji bo tevahiya gelê Kurdistanê cihê serbilindiyê ye. Bi dijmin re gav paş ve da avêtin, li ber xwe da û dijmin jî bi rengekî nemirovane tevgeriya, tedawiya wî nekir û bi vî rengî şehîd bû. Bêguman ev mirineke ji rêzê nîne. Beriya her tiştî kesayetên bi vî rengî kesayetên ji rêzê nînin. Kesek wê 28 salan bi baweriya xwe ve dilsoz bimîne, di vê oxirê de her tiştî bide ber çavên xwe û xwe feda bike! Ji vê bilindtir tiştek tuneye, ji vê mezintir tiştek tune ye. Lewma di serî de malbata hevrê Sitki divê gelê me ji ber lehengên bi vî rengî ji nava xwe afirandiye, heta dawiyê serbilind be.

Sitki Berktaş 28 salan li zindanê li dijî faşîzma dewlet Tirk teslîm nebû û li ber xwe da. Egîd Civyan 26 salan li çiyayên Kurdistanê bi heman rengî li ber xwe da, şer kir, destan afirand û bi vî rengî şehîd bû. Ciwanên Kurd, pêşengeên gelê Kurd, şoreşgerên Kurdistanê îro li ber xwe didin. Li hemberî vê sîstema mêtinger qirker serî natewînin. Bi rengekî serbilind li ber xwe didin û xwe feda dikin. Ev yek ji bo mirovahiyê tiştekî gelekî mezin e. Yanî ji bo xwedî li mirovahiyê derkevin, ji bo bibin xwedî sekneke bi rûmet tiştekî bilind e. Li hemberî vê yekê, yên ku vê zilmê û hovîtiyê dikin ewqasî namerdin dûrî mirovahiyê ne.

Bala xwe bidinê; şoreşeke jin, Semîre Dîrekçî. Ji bo rûmeta xwe 23 salan li zindanê ye. Li Zindana Amedê ye. Pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûn, emeliyat bû û roviyên wê li derve ne. Ji bo tedawiyê derfetê nadin wê û bi vî rengî dijî. Gelo ji vê bêhtir tiştekî hovane heye? Yanî mirovek heye ku divê bê dermankirin, roviyên wê derve ye, lê belê destûrê nadin ku derman bibe. Milîtaneke jin a şoreşger. Bêguman ji bo rûmetê dijî. Eger serî tewandibûya bi vî rengî nêzîk nedibûn. Ew li ber xwe dide, ji ber vê yekê bi vî rengî nêzî wê dibin.

Li çiyayên Kurdistanê, li vê xakê, li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê şoreşgerên vî welatî bi canê xwe rûmeta mirovahiyê diparêzin, li dijî êşkence û zilmê serî natewînin û mirovahiyê temsîl dikin. Li hemberî wan jî bi gardiyaniya Erdogan, kesên bêrehm, bêwijdan, bêrûmet hene û êşkenceyê li wan dikin. Wijdan, ol û keramet bi wan re nîne. Eger bi Tayyîp Erdogan re ev hebûya, wê zilm li zindaniyan nekiribûya. Wê rê nedabûya vê yekê, lê bi wan re rûmeta mirovahiyê nîne. Ji bo wan serdestî esas e. Desthilatdariya wan esas e, pere esas e, berjewendî esas e. Kî miriye, kî maye ji bo wan negirîng e.

Bi kurtasî li zindanan zilm heye û li hemberî vê zilmê jî berxwedaneke pîroz heye. Em di vê rêyê de şehîdan didin. Bêguman şehîdên me bi berxwedan û sekna xwe bûn sembola Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. m ê xeyalên wan pêk bînin, tola wan ji dijmin hilînin û hesab ji dijmin bipirsin. Li ser vê bingehê em têkoşînê xurt dikin.

Binerin, AKP û MHP'ê maf, diz, kujer hemû efû kir, derxist; li girtîgehan tenê girtiyên siyasî hişt. Yanî sosyalîstên şoreşger ên Tirkiyeyî, şoreşgerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê girtî hiştin. Niha jî wan bi zext û êşkenceyê, her wiha bi vîrûsa koronayê dixwazin tasfiye bikin. Ji xwe agahî tên; li zindanan vîrûs belav bûye. Tedbîrek jî nîne. Armanca wan qirkirin e. Yanî tasfiyekirina hinekan, yên mayî jî teslîmgirtina wan e. Divê neyê jibîrkirin ku di vê kevneşopiyê de teslîmiyet nîne. Çawa ku heta niha kes teslîmî wan nebû, wê ji niha û pê ve jî kes teslîmî wan nebin. Zîhniyeta wan bi vî rengî ye û di vê de israr dikin. Berxwedana zindanan a li dijî wan jî bi lehengî tê meşandin. Hevrêyên li zindanan hemûyan bi rêzdarî silav dikin û ji wan re serketinê dixwazin. êguman weke yên li derve, ji bo em karibin bersivê bidin berxwedana wan, wezîfeyên mezin dibin para me.

Tevgera Apoyî îro bi pêşengiya Rêber Apo li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide. Li zindanan hemûyan Apoyî li ber xwe didin. Li çiya, deşt, bajar, kolanên Kurdistanê, li welat û derveyî welat Tevger Apoyî li ber xwe dide, şerekî dîrokî dimeşîne. Li dijî zilmê berxwedaneke mirovahiyê tê mezinkirin. Her roj, her dem bêhtir girîng dibe. Di vê demê de ev têkoşîn bêhtir bilind dibe. Lewma têkoşîna me di demeke dîrokî de ye. Di vê dema dîrokî de li çiya, deşt, bajarên Kurdistanê û li zindanan berxwedan dewam dike. Keleha zilmê li ber hilweşînê ye. Keleha zilmê îro lawaz bûye, pêla şoreşgerî xurt bûye. Di vê mijarê de divê her kes li her cihê lê ye xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin, bi rola xwe rabin, li ser xeta Rêber Apo û li ser şopa şehîdên me yên leheng bêteredût bimeşin. Bi rengekî afirîner û wêrekî divê ev bi cih bên anîn. Eger her kes bi vî rengî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin, em di wê baweriyê de ne ku ev dem wê serketinên mezin bi xwe re bîne.

Dewleta Tirk a dagirker di demên de bi operasyonên ‘Yildirim’ re şerekî psîkolojîk dimeşîne. Armanca vî şerê taybet çi ye?

Di vê pêvajoyê de leşkerên dewleta Tirk ji operasyonan zêdetir li ser tevgera me û gerîla operasyonên psîkolojîk dimeşîne. Gelek operasyonên leşkerî ji bo tevkarî û zemîna operasyonên psîkolojîk dimeşîne. Îroj bêtir bala xwe dane ser operasyonên psîkolojîk, propagandaya li ser derewan dikin. Bi vî awayî re tişta ku dixwazin li ser gel û raya giştî ferz dikin. Heke li cihekî operasyoneke leşkerî kiribin, deh katê vê operasyonê dixwazin bandoreke psîkolojîk çêbikin. Pergala wan a propagandayê heye. Bi sedan Tv û rojnameyên wan hene. Ji ber vê jî giranî dane ser şerê psîkolojîk.Tiştekî ku tuneye wekî heye nîşan didin. Tiştên heyî jî wekî tune nîşan didin.

Armanca wan çi ye?

Dixwazin bibêjin ‘Me gerîla qedand. Me PKK tasfiye kir, em di vî warî de bi ser ketin, min gefên li ser Tirkiyeyê rakir.’ Bi vî awayî dixwazin reha neteweperest û nîjadperest a di nav gelê Tirkiyeyê de xurt bikin û şovenîzmê zêde bikin. Bi vî awayî dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Armanca wan a sereke ev e. Ji ber vê jî teqez çalakiyên gerîlan dernaxînin pêş.

Naxwazin diyar bikin ku gerîla li cihekî çalakî kiriye. Vî tiştî qet nabêjin. Sermesele herî dawîn du gerîlayên me yên fedaî li Îskenderûnê çalakî li dar xistin. Beriya wê jî li Peyasê li benda kontrolê dan , ketin navenda Îskenderûnê, li nava bajêr çalakî li dar xistin. Lê wan çalakî berevajî kirin. Ji ber vê jî daxuyanî dan û gotin ‘Wan xwestin çalakiyê li dar bixin lê me pêşiya wan birî’. Jixwe hevalên me yên fedaî li Peyasê şer kirine, ji wê derê xwe gihandine navenda Îskenderûnê. Wisa nîşandan ku wekî ku çalakî nehatiye kirin. Lê xuya dike ku çalakî hatiye kirin. Ew her dem dixwazin bibêjin ‘Em bi ser ketine’. Ji aliyekî ve gerîla wekî têkçûyî û li ber belavbûnê nîşan didin, ji aliyê din ve jî xwe wekî serkeftî nîşan didin. Li Îskenderûnê heval Harûn û Zinar çalakî li dar xistin, lê dixwazin vî tiştî berevajî bikin.

Di 11’ê Îlonê de jî, di operasyonê de çalakiya heval Egîd Civyan, Canfeda û Hebûn heye. Wan jî çalakiyeke mezin li dar xistin. Koordîneya operasyonê îmha kirin. Agahiyên teqez ketin destê me. Yarbayek, serbazek û ji 10’an zêdetir çawişên pispor di wê çalakiyê de hatin kuştin. Lê wan ev tişt eşkere nekirin. Hê jî li xwe mikur nehatine. Derbarê wê çalakiye dibêjim qey bi tenê wekî ku du leşker mirine, eşkere kirin. Kuştina yarbay veşartin. Ev rejîm wisa ye, li dijî me şerekî psîkolojîk dike. Pêşveçûn, serkeftin û hêza gerîla dixwazin veşêrin.

Sermesele li Amanosê evqasî heval hene, lê wekî ku li Amanosê gerîla nemane, propagandayê dikin. Ligel ku vê propagandayê dikin hê jî li Amanosê operasyonan dikin. Heke li Amanosê gerîla nemane, çima vê operasyonê dikin? Dibêjin ‘Ji Sûriyeyê gerîla hatine, em li hemberî wan operasyonê dikin’ Lê tiştekî wisa tune. Derewên nû li derewên xwe yên nû zêde dikin.
Operasyona li Gilîdaxê ya Serhedê û şerê li Heftanînê rûpelekî tarî yê pergala dagirker a dewleta Tirk e. Agahiyên derbarê şerê Heftanînê bi raya giştî re nayê parvekirin. 25 rojan li Gilîdaxê operasyon çêbû lê derbarê vî tiştî tu agahî nedan raya giştî.

Çima?

Li wir derbe xwarin. Li wir gerîlayek jî birîndar nekirin. Di wê operasyona 25 rojan de 11 rojan şer çêbû. Artêşa Tirk, bi ÎHA, SÎHA, balefirên şer û helîkopterên Kobra hemû teknîka xwe di vî şerî de bi kar anîn. Lê di dawiya operasyonê de tiştek bi gerîlayekî tenê jî nehat. Gerîla li gelek leşkeran dan, çû ser cenazeyê leşkeran û çek rakir. Gerîla bi awayekî serkeftî ji vê operasyonê derket. Lê ev tişt di raya giştî de nedan diyarkirin. Ji ber vê jî kes nizane li wir çend leşker hatine kuştin.

Li Heftanînê gerîlayên Kurdistanê her roj çalakiyan dike lê dewlet qet qala kuştiyên xwe nake…

Rast e. Li Heftanînê heval dîmenê hin çalakiyên xwe dikin belge û belav dikin. Di dîmenên çalakiyên gerîlayan de her tişt bi zelalî tê dîtin, di çeperê de 5,6 leşker heye, gerîla wê çeperê îmha dike, li holê tiştek namîne. Dîmenê van çalakiyan tê belavkirin lê derbarê van çalakiyan tu daxuyanî nayê dayin. Tu kes napirse, va ye belge hene lê ka ev leşkerên mirî li ku ne. Ev dewlet êdî fediya wê nemaye. Di derewên xwe de israr dikin. Derewên xwe wekî tiştên rast nîşan didin. Beriya AKP’ê dewlet ne wisa bû. Beriya AKP’ê dema li dijmin dihate xistin, çek dihate rakirin, li ber çavê hemû kesan dema çalakî dihate kirin, qet nebe digotin çalakî hatiye kirin. Bêguman ne wekî ku pêk hatiye, lê piçek be jî hin çalakî didan. A niha mirov çi bike jî nadin. Dibêjin ‘Ev çalakî wê xizmeta rêxistinê bike’ û înkar dikin.
Bala xwe bidinê, ne bi tenê di şer de, di meseleyên cihê de jî wisa ye. Niha şewba koronayê heye, ne wisa? Derbarê nexweşiya koronayê agahiyên rast nadin raya giştî. Derket holê û hate îspatkirin ku Wezîrê Tendirustiyê her roj derewan dike. Hejmarên li gorî xwe diyar dikin.

Ji bo aboriyê jî heman tişt heye. Hejmarên derew li ser ekranan e. Ev dewlet xwe dispêre înkar û derewan. Vê rejîma faşîst derewan dike. Bi derewên xwe dixwaze civakê li gorî xwe ava bike. Ji ber vê jî civakê dixapîne. Heke mirov ji paceya heqîqetê lê binihêre, vê tişta tê kirin heqaret û bêrêziyeke mezin e.

A niha qet diyar nakin ku li Heftanînê çi diqewime. Li Heftanînê evqasî derbe xwarine, dîmenê gelek çalakiyan hene, lê wekî ku tiştek pêk nehatiye tevdigerin. Wekî ku bi tenê gerîla şehîd bûne, wisa nîşan didin. Dema ku vî tiştî dikin jî hejmarên zêde didin. Carinan nûçeya şehadeta gerîlayan rast be jî, hejmar ne rast e. Heke gerîlayek di şer de şehîd bûbe, hejmarê dikin dudu. Carinan dibêjin me bomberdûman kir û 8 gerîla şehîd bûne. Ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê van hejmaran didin lê piştre derdikeve holê ku tiştekî wisa tune. Wisa nîşan didin ku bi tenê gerîla di şer de şehîd dibin, PKK qels dibe û qaşo li ber tasfiyebûnê ne. Dixwazin vê îmaj û ferasetê di nav civakê de ava bikin.

Di salên dawîn de wezîrên parastinê û karên navxweyî ketine pêşbaziyê. Wezaretek dibêje ‘Me îsal ev qas ji wan tasfiye bike, di mehekê de ev qas ji wan kes mirin’ te dît wezareteke din daxuyaniyê dide û dibêje ‘Me jî di mehekê de ev qas ji wan tasfiye kir’. Li ser kuştina zarokên Kurdan dixwazin ji bo xwe serkeftinan ava bikin. Kuştinê ji bo xwe wekî serkeftinê nîşan didin. Ev dewleteke wisa ye. Ev dewlet e yan çete ne? Ev dewleteke çawa ye? Dibêjin ‘Me bi evqasî teknîk, tank û topan operasyon li dar xist, me evqas kes kuşt’. Him derewan dikin, -Hejmarên ku heta niha dane, qet ne rast e- û bi van tiştan re dixwazin hinek encaman bi dest bixin. Mirov dibîne ku, xwe derewîn derdixînin.

Ev tişt çawa dibe?

Hew te dît dibêjin ‘PKK dixwaze dewleteke terorê ava bike, dixwaze li Rojava dewletê ava bike, kî û kî alîkariyê didin wan. PKK dest daniye ser Başûrê Kurdistanê, dixwaze Hewlêrê desteser bike. PKK’ê Şengal kiriye hedef’. Ji aliyekî ve vî tiştî dibêjin. Ka bi tenê 400 gerîla mabû? Ev 400 gerîla çawa dikarin dewletekê ava bikin! Ji aliyê din ve jî dibêjin ‘PKK’ê nizanim çend sed kes şandiye Ermenistanê, li dijî Azerbaycanê şer dikin’. Îro jî nûçeyeke wisa hebû. Ev hemû derew in. Bi van gotinan re xwe derewîn derdixînin. Dibêjim qey ev kes hişê mirov û raya giştî kêm dibînin. Ji aliyekî ve dibêjin ‘Em dikin wan biqedînin’ û ji aliyê din ve jî dibêjin ‘Dikin dewletekê ava bikin, bi deh hezaran leşkerên wan hene. Alîkariyê didin Ermenistanê.’ Bi van gotinan li xwe mikur tên ku derewan dikin.
Ne çûyîna gerîlayan a Ermenistanê rast e û ne jî tasfiyebûn. Heqîqeteke Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heye. Di vê serdemê de ya ku em tê de ne, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di serdema xwe ya herî xurt û serkeftî de ye. Ji ber vê jî dewleta Tirk har û dîn bûye, nizane çi bike. Ji aliyekî ve dibêje ‘Dikin tasfiye bibin’ û ji aliyê din ve jî dibêjin ‘Dikin dewletê ava bikin, ji bo Tirkiyeyê xetereyeke mezin heye’ Ji ber hêrsa xwe wisa diaxivin. A rast di nav panîk û telaşê de ne.
Di warê pêşveçûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de îstîkrarek heye. Bêguman şerek heye. Me berê jî diyar kiribû ku li zindan, deşt, bajar û çiyayan, li her derê şerek heye. Baweriya me zêde ye ku em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Dewleta Tirk bi antîpropagandayê dixwaze vî tiştî berevajî bike.

Di demên dawîn de derbarê hinek kesên di nav refên we de nûçe tê çêkirin ku tê îddîakirin van kesan qanih dikin û wan direvînin. Wekî ku we jî diyar kir, derbarê şehîdên we bîlançoyên mezin didin. Gotina we ji bo van tiştan çi ye?

Em artêşeke mezin in. Carinan bi taybetî li ser xeta Başûr hin kes ji nav refên me direvin. Lê di du salên dawîn de, hema bibêje ev tişt nema. Heke pêk were jî gelekî kêm e. Divê gelê me û hevalên me vî tiştî baş bizanibin. Kesên berê di nav refên me de reviyane, çûne Başûr. Başûr ji aliyê PDK’ê ve kirine wekî platforma rehabîlîtasyonê. Kesên ji nav me reviyane, wan berhev dikin, piştî ku wan têr dikin piştre wan berdidin. Ev kes bi halekî rezîl li holê dimînin. Dikevin nav krîz û aloziya kesayetiyê. Di wê kêlîkê de têkiliyê bi malbat û MÎT’ê re datînin. Ji wan re dibêjin ‘Heke tu werî em ê te negirin’ Wan dixapînin dibêjin ‘Tu yê îfadeyê bide û biçe mala xwe’ Malbatên wan jî tînin ber devê avahiya HDP’ê û mîzansenekê çêdikin. Gelek malbat ne ew malbatên li ber deriyê HDP’ê ne. Têy nizanim ji ku tînin. Pişre gelek kesên teslîm bûne ji Duhokê dibin ber avahiya HDP’ê. Wekî ku zarokê malbatên li ber avahiya HDP’ê bi qanihkirinê anîne. A rast wan bînin bidin PKK’ê jî PKK qebûl nake. Kesên wisa bê bawerî PKK wan qebûl nake. PKK cihê mirovên bi rûmet, xwedî bawerî û hêja ye. Gelek kesên ji nav me direvin piştre poşman dibin, lê nikarin dîsa vegerin nav me. Hinek jê ji bo vegerê serî li me didin. Ew dizanin ku heke vegerin jî wê ne bi mer e bin. Ji ber vê diçin.

Dema diçin çi dikin?

Piştî prosedura propagandayê ji wan re dibêjin ‘Bibe kontra, tu nebî kontra nabe’ Êdî jiyana wan dikin jehr û wan ji xwe re dikin kontra. Ji bo propagandayê wekî ku ew kes di nav gerîlayan de ye, MÎT’ê xwe gihandiya wî û ew qanih kirine, wisa nîşan didin. Lê di rastiyê de tiştekî wisa tune. Di nav refên gerîla de, tu kes wisa îkna nebûne. Beriya operasyona Serhedê, kesekî îxanet kiribû. Jixwe ev di çapemeniyê de hatibû diyarkirin. Îxanetên wisa dikarin pêk werin. Lê wekî ku ew hatine, mirov qanih kirine, tiştekî wisa tune. Di nav gerîla de di demên dawîn de biryardariyeke xurt pêk hatiye, veqetînên ku bi qasî ew dibêjin pêk nehatiye. Ango hejmarên ew didin ne rast in.

Di vê serdemê de şer bi rêya îstîxbaratê tê meşandin. Ev yek li tevahiya cîhanê bi vî rengî ye, lê belê ji ber ku hêza bejahî ya şer a dewleta Tirk nemaye û nikare sîng bi sîng li dijî gerîla şer bike, giraniya xwe bi temamî daniye ser îstîxbaratê û teknîkê. Li deverên ku îstîxbarat wergirtiye li hin yekîneyên me dixin. Carna tê dîtin ku tîmeke me yan jî hevalek du hevalên me derb xwarine. Ev yek li ser kîjan esasî dibe? Li ser esasê wergirtina îstîxbaratê dibe. Mînak der barê operasyonan hejmaran didin. Eger ew operasyon li gorî îstîxbaratê nehatibe kirin encamê nagirin. Ew operasyonên bêwesifin. Operasyonên ku Wezareta Karên Hundir qalê dike, hejmarên wan eşkere dikin ne ew operasyonin ku karibin encamê werbigirin. Eger gerîla valahî dabe ew jî ji wê valahiyê sûdê werdigire û derbê lê didin.

Van valahiyan çawa didin?

Em gelekî li ser vê radiwestin, tevî ku li ser radiwestin jî li hin deveran valahî tê dyain. Dijmin jî li ser wan valahiyan li hin nuqteyan dixe. Dema ku bi vî rengî dibe hingî şehadet dibin. Lê ev yek ne bi qasî ew hejmarên ku dijmin dide. Li cihên ku rêbaza şaş a tevgerê tê kirin, li cihê ku bi rêbazeke şaş bicihbûn çêdibe, hevalek, du heval an jî tîmek şer dikin û şehîd dibin. Li hin deveran ev bû. Em şehîdên xwe radigihînin. Bila gelê me zanibe ku em hejmara şehîdên xwe venaşêrin. Carna bi derengî tê ragihandin.

Çima?

Ji ber ku em li benda tekmîla fermî ne. Dijmin carna dibêje ku heval şehîd dibin, lê em nikarin ji dijmin bawer bikin. Em li benda agahdariya fermî ya hevalan dimînin. Her wiha bûyerên ku diqewimin li gorî taybetmendiyên wan lêkolînên berfireh tên kirin ku agahiyên berfireh bên wergirtin. Di rewşeke wiha de carna ragihandin dereng dibe. Piştî ku nasnameya şehîdan eşkere dibe tên ragihandin.