Karayilan: Ev hilbijartin gelekî girîng e

Karayilan: Ev hilbijartin gelekî girîng e. Her dengê ji bo AKP û MHP’ê tê wateya ‘Ez qetilkirina Kurdan pesend dikim, Kurdan bikujin’ Her dengê ku ji AKP û MHP’ê re diçin tê wateya qetilkirina Kurdan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di bernameyeke taybet a Stêrk Tv de pirsên Rosîda Mardîn bersivand.

Karayilan di bernameyê de rojeva heyî nirxand û daxuyaniyên gelek girîng da.

Di nirxandinên Karayilan de ev tişt derkete holê:

“BI BERXWEDANEKE GIRSEYÎ EM KETIN NEWROZA 2019’AN”

“Newroza 2019’an ji Newrozên din cihêtir bû. Ji ber ku di vê Newrozê de grevên birçîbûnê hebûn ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hatiye destpêkirin. Li girtîgehan nêzî 7 hezar girtî di çalakiyê de ne. Li nava welat û derveyî gelek kes di greva birçîbûnê de ne. Rêheval Zulkuf Gezen ê ku li ser şopa Mazlûm Dogan e, çalakiyek li dar xist û Newroz bi wate kir. Çalakiya rêheval Zulkuf asta berxwedana Newrozê bilindtir kiriye.

EZ SERSAXIYÊ JI GELÊ ME RE DIXWAZIM

Li gorî agahiyên dawîn Ûgûr Şakar jî ê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bedena xwe şewitandibû, piştî mehekê şehîd bûye. Di şexsê Ûgûr Şakar û Zulkuf Gezen de ez hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim û sersaxiyê ji malbata Şakar û Gezen re dixwazim. Newroz cejna coş û şahiyê ye. Lê li aliyê din li Mûsûlê karesatek pêk hat. Mirov ji bo pîrozkirina Newrozê li keştiyê siwar bûbûn û ji ber ku keştî noq bû 100 kes mirin. Ez sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin.

EV NEWROZ BERSIVEKE DÎROKÎ YE JI FAŞÎZMÊ RE

Newroz di dîroka me de rojeke bi wate û girîng e. Di 4 salên dawîn de li ser gelê me faşîzmeke mezin heye. Her roj girtin û zext û şîddet heye. Bi deh hezaran kes di girtîgehan de ne. Rejîma AKP û MHP’ê pergaleke dîktatoriyal ava kirine. Bi vî awayî dixwazin civakê bêdeng bikin lê gelê me li hemberî êrîşan stûyê xwe xwar nekir û bi paş ve gav neavêt. Di vê Newrozê de li hemberî van êrîşan bersiveke pêwist û dîrokî hate dayîn. Peyamên girîng ên vê Newrozê hene. Yek jî gelê me li her qadê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo helwesta xwe eşkere kir. Li Bakurê Kurdistanê li 30 cihan Newroz bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Eleqeya ji bo Newroza îsal ji yên salên borî zêdetir bû. Bi taybetî gelê me yê ji Efrînê li Şehbayê, li Başûrê Kurdistanê , li Rojhilatê Kurdistanê bi coş hate pîrozkirin. Ev jî diyar dike ku li ba gelê me yekîtiya neteweyî derketiye pêş û li qadan hatiye diyarkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya tecrîda li ser demokrasî, gel û azadiyan.

SIYASETA QIRKIRINÊ TÊK ÇÛ

Ya duyemîn gelê me diyar kiriye ku li hemberî zilmê wê stûyê xwe xwar nekin. Qetlîamên AKP û MHP’ê negihiştine encama xwe. Siyaseta teslîmgirtinê ya AKP û MHP’ê têk çûye. Qadên Newrozê ev tişt diyar kiriye. Gelê me bi paş ve gav neavêtiye berevajî wê helwesta xwe diyar kiriye û li ber xwe daye. Heta niha Newroza herî bi coş a 2013’an bû. Newroz 2013’an ji bo aştiyê bû. Wekî ku tê zanîn di Newroza 2013’an de manîfestoya Rêber Apo hatibû îlankirin. Piştre rejîma AKP û MHP’ê ev pêvajo xera kir û dest bi êrîşan kir. Gelê me dîsa wekî salên 2013’an bi awayekî coş tevlî Newrozê bû. Gelê me bi tevlêbûna xwe diyar kir ku ew bi berxwedana Rêber Apo, Leyla Guven û Zulkuf Gezen e. Gelê me çawa ku di sala 2013’an de diyar kiribû ku ew bi aştiyê re ye, vê carê jî diyar kir ku ew bi berxwedanê re ne. Di heman demê de wekî ku tê zanîn li Bakurê Kurdistanê partiyên Kurdan bi HDP’ê re ji bo hilbijartinan dest bi tifaqekê kirin. Ev tifaq destpêk e. Ev ji bo parçeyên din jî mînakeke yekîtiya neteweyî ye.

EV HILBIJARTIN GELEKÎ GIRÎNG E

Ev hilbijartin gelekî girîng e. Ji ber ku rejîma AKP û MHP’ê vê hilbijartinê ji bo xwe gelekî girîng dibînin û vê hilbijartinê li ser esasê dijminatiya gelê Kurd didomînin. Erdogan wekî ku diçe şerê li dijî Kurdan ji bo hilbijartinên herêmî diaxive. Kampanyaya wan a hilbijartinê wisa ye. Li hemberî vê jî divê gelê me ji bo hilbijartinan bi şev û roj bixebite. Divê gelê me yê welatparêz xizmên xwe qanih bikin. Divê tu kes nebin şirîkê qetlîamên AKP û MHP’ê. Divê tu kes nebin hevkarên van qetlîaman. Êdî li holê AKP nemaye, damezirînerên AKP’ê hemû ji AKP’ê veqetiyane. AKP a niha bûye MHP. AKP feraseta MHP’ê dixe pratîkê. MHP jî jixwe dijberiya Kurdan dike.

DENGÊN JI BO AKP Û MHP’Ê TÊ WATEYA QETLÎAMA KURDAN

Li Kurdistanê dengên ji bo AKP û MHP’ê tê wateya piştgiriya qetlîamên li ser Kurdan. Li Şirnex, Amed û Colêmêrgê û li bajarên din her dengên ji bo AKP’ê tê wateya qetlîamên li ser Kurdan. Divê hilbijartinê de wê bi tenê şaredarî neyên hilbijartin, hebûna Kurdan jî di rojevê de ye. Dengdayîna ji bo AKP û MHP’ê guneh e. Divê mirov li Efrînê binihêre? Ma li Efrînê PKK hebû? Li Efrînê dest danîn ser hemû malû milkên Kurdan. Bi sedan jinên Kurd hatin revandin. Ev tê wateya dijminatiya li hemberî Kurdan. Dengdayîna ji bo AKP û MHP’ê li gorî hiqûqa Îslamê jî sûc e. Ji ber vê jî kesên ku dengê xwe dane AKP’ê divê êdî dengê xwe nedin AKP’ê. AKP ji bo hilbijartinê gefan li gelê me dixwe niha jî 7000 deng ji derve anîne Şirnexê. Ev sixtekarî ye. Gelê me ji Şirnexê koçber kirine û bi talanê şaredariyên gel ji destê wan stendine. Yên ku berê me bi me re bin û hatibûn ba me, niha ji bo parastina mal û milkên xwe, xwe nêzî AKP û MHP’ê dikin Ev şaş e. Divê vê şaşiyê nekin û piştgiriyê nedin AKP’ê. Kurdistan êdî wê azad bibe. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji her demê xurttir e. Divê tu kes nebe wesîleya vê talanê. Em li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin divê tu kes nekeve navbera me. Em naxwazin tu Kurd têkevin navbera me û dewleta Tirk. Em ê vê dewletê ji vê axê derxînin. Berê pêşiyên me taktîk û îdeolojiyên wan tunebû, ji ber wê têk diçûn. Niha ew nikarin me têk bibin. Ji ber ku Rêbertiya me heye, fikr û îdeolojiya me heye, felssefe û dîplomasî û hêza me heye. Dibe ku ew bi şertên teknîkî bi pêş ve biçin lê tu kes nexape. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ye.

EM GERÎLAYÊN NÛ AVA DIKIN

Piştî şerekî çar salan, hûrbûneke kûr pêk hat. Herî dawîn civîna Konseya Fermadariya Hêzên Parastinê yên Kurdistanê pêk hat. Di vê civînê de biryarên gelekî girîng ên salên dawîn hatin dayîn. Ev ji bo me girîng e. Ev civîn wê ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bibe zemînekî xurt. Biryara herî girîng a di vê demê de ev e ku pesendkirina projeya avakirina ji nû ve ye. Li hemberî teknîka serdemê, îstîxbaratê avakirina gerîlayên ku jîr, bi biryar û profesyonel. Di warê teknolojiye de pêşketinên girîng hene, em jî dixwazin di nav gerîlayan de vê guherînê pêk bînin. Jixwe me berê jî ev pêvajo dabû destpêkirin. Ji ber ku tevgerên gerîlayan ên klasîk dijmin bi hêsanî encam distend. Ê me du dijminên me hene, yek jê kêmasî û qelsiyên me ne. Civaka me jî dikare vê rastiyê ji xwe re bike esas. Dijminê me yê duyemîn jî mêtinger in ên ku li ser welatê me siyaseta qirkirinê dike. Heke em dijminê ewil têk nebin, em ê nikaribin dijminê duyemîn jî têk bibin. Bi rexne û xwerexneyê em dixwazin qelsî û kêmasiyên xwe ji holê rakin.

RÊHEVAL DOGAN EGÎDEKÎ RASTÎN BÛ

Sermesele me şehadeta Dogan Didêrî û ya komek hevalên wî nû eşkere kir. Ev hevalên me di payîza 2017’an de şehîd bûn. Me dizanibû ku şehîd bûne lê me nedikarî şehadeta wan qebûl bike. Te dît dibêjin li Kurdistanê Egîd û şêr hene. Em hevalên Dogan Didêrî 26 sal in wî nas dikin, bi rastî jî ew şêr bû. Dijmin nedikarî nêzî wî bibe. Divê hemû ciwanên Kurdistanê û gelê Botanê bi wî re serbilind bin. Di sala 1994’an de artêşa Tirk bi 50 hezar leşkeran li dijî Cûdiyê operasyonek da destpêkirin lê dîsa jî nekarin tiştekî bi heval Dogan û rêhevalên wî bikin. Dema ku heval di bin erdê de bûn, bi roketek dijmin ew û 7 hevalên xwe li wir şehîd dibin û 6 hevalên din jî li cihekî din şehîd dibin. Êdî em ê nehêlin ku dijmin bi hêsanî serkeftinan bi dest bixe. Em ji bo bibîranîna şehîdan dijîn. Em zarokên vî gelî ne û ji bo bibîranîna şehîdan em hene. Civîna me ya Konseya Fermandariyê li ser vê çarçoveyê pêk hat. Ez bi kurtasî dikarim bibêjim ku Efrînek pêk hat lê wê Efrîna duyem tu carî pêk neyê. Ji ber qelsiyan Efrîn hate dagirkirin. Dijmin ji Efrînê culhet stend û diyar dike ku ez ê cihên din jî bistînim. Bila were, heke tarza nû baş were pêkanîn wê demê em ê nîşanî wan bidin. Em dikarin vî tiştî bikin, giyanê me yê fedaî heye. Di civaka Kurd de jî giyanekî fedaî pêk hatiye. Em bawer in ev civîna me wê bibe bingehê pêngaveke xurt û dîrokî.

OPERASYONA ÎRAN Û TIRKIYEYÊ DEREWEKE TIRKIYEYÊ YE

Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku wan tevî Îranê li dijî hêzên me operasyoneke hevpar li dar xistin. Lê heta niha li dijî hêzên me tu operasyon pêk nehatiye. Heke rewşek pêk were, hêzên me bi cîhazan wê karibin agahiyê bidin me. Lê heta niha tu agahî negihiştiye destê me. Diyar e ku ev dereweke dewleta Tirk e. Li Îranê doza Kurdan heye lê ne bawer im bi Tirkiyeyê re bibin yek û operasyonekê bikin. A niha li ser Îranê ambargoyek heye, belkî dixwazin li Îranê aloziyan pêk bînin. Lê rayedarên Îranê yên leşkerî diyar kirin ku tiştekî wisa tune. Wisa xuya ye ev propagandayeke derew a Tirkiyeyê ye. Tirkiye ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de ye her roj dibêjin ‘Me PKK qedand’ Li Eyaleta Amedê li aliyê Aricakê çalakiyek pêk hatiye, Tirkiye dibêje ‘tenê leşkerekî me birîndar bûye’ Gerîla ew ê ji Amedê ji bo birîndarkirina leşkerekî biçe Aricakê? Diyar e çalakiyeke berfireh e. Lê dewleta Tirk çalakiyên gerîlayan biçûk dixîne.

LI ŞENGALÊ PKK TUNE

Em dibînin ku li ser Şengalê hin lîstik hene. Beriya her tiştî divê ez vî tiştî bibêjim, li Şengalê PKK tune. Em wextekê çûn, me mudaxele kir. Heke pêwistî hebe em ê careke din bi gelê xwe re bin. Em gelê Êzidî bi tenê nahêlin. Em çûn Şengalê me peywira xwe pêk anî û me hêzên xwe bi paş ve kişandin. Li Şengalê YBŞ hatiye avakirin û hemû jî hemwelatiyên Iraqê ne. Dewleta Tirk provokasyonan dike. Du caran şer di navbera YBŞ û artêşa Iraqê pêk hatiye lê piştre hatine ba hev û ev mesele çareser kirine. Tişta ku em dizanin di navbera YB Şû artêşa Iraqê de şer tune. Aloziya di navbera wan de hatiye çareserkirin.”

BI WATE YE KU DAÎŞ DI NEWROZÊ DE HATIYE QEDANDIN

Di Newroza 2019’an de DAÎŞ hate qedandin. Şerê li dijî DAÎŞ’ê şerekî mezin e. 7 salan li Rojava û 5 salan jî li Başûrê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê şer hate kirin. Şerê ku YPG, YPJ û QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê kiriye ji bo hemû gelên cîhanê hatiye kirin. Serkeftina li dijî DAÎŞ’ê ji bo hemû cîhanê serkeftinek e. Ez şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ji ber vê serkeftinê pîroz dikim. Ev serkeftin bi saya şehîdan hate bi destxistin. Ew şehîdên Kurdistanê ne û ew ê di têkoşîna demokrasiyê ya Rojhilata Navîn de her dem bijîn. Nêzî 8 hezar şehîd hatin dayîn. Ev serkeftin diyar dike ku tola şehîdên Şengal û Kobanê hatiye stendin. Tola hemû qetlîaman hate stendin. Lê divê were zanîn heta ku Erdogan hebe wê DAÎŞ neqede. Ji ber ku ew DAÎŞ’ê diparêzin. Çeteyên li Cerablûsê li ku ne? Terorîstên li Babê çûn ku derê? Çeteyên ku reviyane berê xwe didin Tirkiyeyê. Tirkiye jî wan bi navên wekî Sûltan Mûrad, Nûrettîn Zengî dîsa çekê dide wan û wan bera holê dide. El Nûsra ma ne birayê DAÎŞ’ê bû? El Nusra bi Erdogan re bû. Hemû cîhan vêya dizane. Pûtîn jî vêya dizane. Lê dîsa jî alîkariyê didin Erdogan. Kurdan li hemberî DAÎŞ’ê peywira xwe pêk anîn, êdî dora dewletan e. Ew ê hesabê van qetlîaman çawa were pirsîn? Kî li pişt çeteyan bû? Ew ê ji bo lêkolîna vî tiştî dadgeh were avakirin? Lê mixabin li cîhanê tenê berjewendî hene. Modernîteya kapîtalîst tenê li berjewendiyên xwe dinihêre. Heke rastî dernekeve holê wê DAÎŞ dîsa hewl bide xwe birêxistin bike. Heta ku bingeha îdeolojîk a DAÎŞ’ê hebe, wê DAÎŞ jî hebe. Çeteyên wan a niha li Efrînê ye. Li Bab û Cerablûsê ne. Tişta girîng ev e çeteyên ku Erdogan wan diparêze wê cîhan vê pirsgirêkê çawa çareser bike? Me li her derê şer kir lê kokên DAÎŞ’ê li ba Erdogan e. Heta ku ew kok neyê rakirin DAÎŞ naqede.

ARMANC AZADKIRINA EFRÎNÊ YE

Heta Efrîn neyê azadkirin YPG, YPJ û QSD nikarin bibêjin ez bi ser ketim. Qonaxa duyemîn a berxwedanê azadkirina Efrînê ye. Divê armanc ev be. Azadkirina Efrînê wê planên El Nusra, AKP û DAÎŞ’ê têk bibe. Di çarçoveya azadkirina Efrînê de wê hêzên azadiyê yên Kurd rola xwe pêk bîne. Lê bi tenê bi me re nabe. Li Baxozê gelê Kurd serkeftinek bi dest xist divê ev tişt were dîtin. Divê gelê Kurd di avakirinê de rola xwe pêk bîne.”