Karayilan: Erdogan fortan li Minbic û Reqayê dike
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bêyî destûra DYA û Rûsyayê nikare êrîşî Minbicê bike û got, Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, fortan li Bakurê Sûriyeyê dike, lê wê bi ser nekeve.
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bêyî destûra DYA û Rûsyayê nikare êrîşî Minbicê bike û got, Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, fortan li Bakurê Sûriyeyê dike, lê wê bi ser nekeve.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku DAIŞ'ê û artêşa Tirk li hev kirine û di encama vê lihevkirinê de Bab radestî artêşa Tirk hatiye kirin. Karayilan got, li Babê 'rewşeke serketî' ya artêşa Tirk nîne.
Karayilan bal kişand ser lihevkirina dewleta Tirk bi DYA, Rûsya û DAIŞ'ê re li ser herêma Babê û der barê bûyerên ji niha û pê ve biqewime de daxuyaniyên girîng da.
Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bêyî destûra DYA û Rûsyayê nikare êrîşî Minbicê bike û got, Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, fortan li Bakurê Sûriyeyê dike, lê wê bi ser nekeve.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser rewşa li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê.
* Rayedarên AKP’ê her roj diyar dikin ku Bab girtin e, lê li ruxmê wê her tim nûçeyên mirinê ji Babê tên. We beriya vê di raya giştî de di der heqê herêmê de agahî dabû. Li Şehba çi diqewime?
Artêşa Tirk li Babê ne serketî bû. Ji 7 mehan vir ve her hewl dide ku Babê bigire, lê niha dibêje, ‘me Bab girtî ye.’ Bi esasî hîn neketiye her derê, lê ji vir şûn ve dikare bikeve wan deran jî.
* Çima?
Ji ber ku li wir li hevkirin heye.
* Li hevkirinên çawa?
Artêşa Tirk û çeteyên ku Artêşa Azad a Sûrî bi nav kirine, piştî 7 mehan ketina wan a Bab’ê, ji qudretê wan ê hêzê leşkerî zêdetir, bi hevdîtinên polîtîk-dîplomatîk çêbû ye. Em dizanin ku dewleta Tirk, berê ji DYA heya 20 kîlometir bikeve hundirê Sûrî destûr girt. Ji Rûsya jî heya 25 km destûr girt. Ji DAIŞê jî heya Exterînê (ew jî li derdora 35-40 km dibe) destûr girtina wan derket holê. Ango ketina Artêşa Tirk a Cerablûs, Dabik û Raî di bingeha li hevkirinan de bû.
ARTÊŞA TIRK LI GORÎ LIHEVKIRINÊ TEVNEGERIYA
Dema ku dewleta Tirk 20 km derbas kir, di pêşengtiya DYA’ê de Hêzên Koalîsyona Navdewletî alîkariya ku didan dewleta Tirk qut kirin. Ji ber ku li gorî li hevkirinê neçû. Lê dewleta Tirkiye bi hemleyeke Rûsan re li ser Helebê li hevkirineke çêkir. Ev jî bi terzekê ,‘bide-bistîne’ bû, ango “em Helebê bidin, tu jî Babê bide” bi vî awayî li hevkirineke artêşa Tirk heya Babê biçe destûr hate dayîn. Lê piştî wê dema ku gîhan Exterînê, vê carê jî bi li hevkirina DAIŞê kiribûn re eliqîn. Tirkiye “em ji sînorê xwe, ango emê we ji Cerablûsê derxin; ger em neyîn, jixwe wê YPG were” bi argumanên wisa, DAIŞê heya cihekê qanih kiribû. Lê belê piştî wê dema ku di ketina Bab’ê de xwe ferz kirin, DAIŞ vê qebûl nekir. Ji ber vê jî di navberê wan û DAIŞ’ê de cara yekemîn şer qewimî.
DI ENCAMA LIHEVKIRINÊ DE DAIŞ JI BABÊ DERKET
Vî şerî nêzî 2 mehan ajot. Bi van şeran em bihêlin li Bab’ê taxekê, malekê jî nikaribûn bigirtana. Bi zorê ketin Cebel Eqil; ew jî bi ketina xwe poşman bûn, dîsa berdan û paşve kişiyan. Dema ku dîtin li hemberî DAIŞê performansa wan nîne, nikarin pêş bikevin, bi DAIŞê re dubare li hev hatin. Ango DAIŞ di encamê li hev hatineke ji Bab’ê derket. Îhtîmal heye ku li hemberî vê, DAIŞ jî tişt girtine. Tiştên ku di çapemeniyê de derketin pêş, ew cebilxaneyên ku 2-3 qemyon hatibûn girtin jî di vê çarçoveyê de bûn. Bi kurtahî dayîn-stendin di navbera MÎT û DAIŞ’ê de hebû. Di vê bingehê de DAIŞ di encamê li hev kirinê de, bi dilê xwe ji Bab’ê derket. Lê belê di pişt xwe de kemîn danîne, hîn jî artêşa Tirk bi wan re mujil dibe. Niha li Bab’ê kes nîne. Cihê ku hîn neketine jî, ji ber ku ditirsin nikarin bikevin. Li wir kesekê ku li ber xwe bide nîne; ji ber ku DAIŞ xwe ji wir kişand. Heta beriya vê 2 hefte di çapemeniya Tirkan de “DAIŞ paşve dikşê”, hwd. nûçe derketin, wê demê li hev kiribûn, lê her çi bû, DAIŞ ev li hevkirin ji demê re hişt û dereng xiste jiyanê.
'REWŞEKE SERKETÎ' LI HOLÊ NÎNE
Bi kurtahî sedema Artêşa Tirk bi çeteyên xwe re ketina Bab’ê bi li hevkirinan e. Bi yekî re li hev dikin, tavîz didin wan; bi yekî din re li hev dikin, tavîz didin wan jî. Ango bi her yekî re tavîz dayînê li hev kir heya ku gîhaşte Bab’ê. Hemû armancê wan li hemberî Kurdan astengî derxistin, ango ji bo ku her du kanton nebin yek, di navberê wan de weke qurmekê astengî derxistin e. Ev ji xwe re weke serketineke dibîne. Lê li wir serketinek nîne. Jixwe Kurd êdî ne ji bo kanton bibin yek, li Bakurê Sûrî federasyon avakirinê danîne pêşiya xwe. Ango bi gelên Ereb û bi hêzên wan ê siyasî re tenê bi 3 kantonan sînordar mayînê na, têkoşîneke hemû Bakûrê Sûrî bibe federasyon ji xwe re kiriye hedef. Eger ev têkoşîn biçe encamê jixwe wê her der jî bibin yek. Bi kurtahî hesabên dewleta Tirkiyê hesabên teng in. Bi vî awayî qaşo plansaziya pêşî girtina Şoreşa Rojava dikin, lê ev ne mumkûn e. Ji ber ku êdî li hemberî Şoreşa Rojava derketin, weke ji gerekê bi avjenî xwe xilas kirinê fikirandin e. Wê nikarin di vê de serketîbin, ev eşkere ye.
* AKP, piştî girtina Bab, wê li Minbic an jî li Reqa operasyonê tîne rojevê. Ji hêlekê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî vê daxûyanî da û gotin, ‘ger werin emê bi her awayî li ber xwe bidin’; ji aliyê din jî jixwe hêzên QSD’ê ber bi Reqayê ve bi awayekî lez diçin. Ango tê dîtin ku pêwîst nîne dewleta Tirkiyê biçe wir. Di cihekê wisa de sedemên gotinên dewleta Tirk çi ne?
JI DEWLETA TIRK NAYÊ BIKEVE MINBICÊ
Dewleta Tirk bêyî ku bi hêzekê din re li hev bike, nikare bi tena xwe tiştên wisa bike. Ango dewleta Tirk bi hêza xwe nikare bikeve Minbicê. Yên ku wir girtine ma wê bihêlin! Ew ji DAIŞê şerkertir in. Lê belê dewleta Tirk ji bo ku xwe li ser DYA ferz bike, rêveberiya nû yê Amerîkayê mecbûr bihêle ku tercîheke bike, “yan ez, an jî YPG” dibêje. Ji bo ku DYA biryareke bigire xwe weke zarokeke şûm ferz dike. Ger DYA qaşo erênî bibîne, wê biçe Minbic û Reqayê. Wê DYA çawa erê bike? Yên ku wir girtin bi xwîn girtin. Lê belê ew di asta navdewletî de Tirkiye xistin bazarê û dixwazin li hemberî Kurdan mewziyan bi dest bixin. Vaye rêveberiya AKP û MHP bi polîtiyeke ewqasa teng, şoven û nijadperestî dixwazin encam bigirin.
Ev hinek din bi pêşketinên navdewletî ve girêdayî ye. Eger ku bi tena xwe bixwazibin tiştekê wisa bikin, teqez nikarin encam bigirin. Ma ku bi tena xwe kirin jixwe ne mumkûn e. Jixwe bi destûr heya wir çûne, derveyê wê destûrê derketina wan jî bê nîqaş e. Derdê wan, rêveberiya Amerîkayê yê nû ji wan re cih veke, referanseke pêşwazî bike û di vê bingehê de xwe fireh bike. Bi vî awayî nebûyîn li ruxmê ku ewqas car hate ser ziman li dîsa jî ew xwe ferz dikin. Operasyona Reqayê jixwe 2 meh e, hêzên QSD’ê hatiye destpê kirin. Ev hêz kêm maye ku Reqa bixin bin dorpêçê. Ango operasyona Reqayê ne ku destpê nekiriye; di pêvajoyeke ku destpê kiriye û hîn jî berdewam dike de ye. Li ruxmê wê dewleta Tirk, bi DYA re behsa ketina xwe yê Reqayê dike.
DYA BÊJE 'BIMEŞE' JÎ TIRK NIKARIN BIKEVIN MINBICÊ
* Armancê ku dewleta Tirk van gotinana bi kar tîne, çi ye?
Bi esasî sê armancê dewleta Tirk heye ku ewqasa behsa Minbic û Reqayê dike. Armanca yekemîn girêdayî siyaseta hundirîn e; dixwazin bibêjin ku “em bi hêz in, em dikarin dest biavêjin her derê lê ji ber ku DYA û hêzên navdewletê rê venakin, mecbûrî em Babê sînordar man.” Nexwe ger DYA ji wan re bibêje, ‘de pêş de biçin’ wê taqeta wan ê pêşdeçûyînê nebe. 2 meh pê de hêzekê ku nikaribe li Bab’ê maleke jî bigire wê çawa ewqasa bikeve hundir û Reqayê bigire! Gotinên dewleta Tirk ên bi vî awayî ji anîna ziman wêdetir naçe; ji bo siyaseta xwe yê hundirîn her tim dikin rojev.
Ya duyemîn, her tim ev daxwazên xwe pêş dixin ji bo bingeha li Bab’ê bimînin ava bikin. Bi qasî ku tê zanebûn bi Rûsan re li hev kirina wan, piştî ku Bab’ê bigirin wir teslîmî hêzên rejîmê bikin e. Lê dewleta Tirk wê wisa neke. Soza ku daye Rûsan wê negire. Ji bo wê, vê carê jî dixwaze xwe bispêre DYA. Bi xwe sipartina DYA dixwaze xwe li Bab’ê mayînde bike. Armanca wî jî ji Bab’ê derneketin e. Di vê wateyê de li hevkirina ku bi Rûs û rejîmê re kiriye wê li gorî wan neçe. Bi hesabên ku “bi rêyekê kurt bi daxwaza DYA ez dikarim li vir bimînim” dike, lê weke ku her tim hatiye jiyan kirin, hesabê li malê tê kirin ti caran li sûkê pêk nayê.
Sebebê sêyemîn a ku li ruxmê ku dizanin ev daxwaza wan ne ji aliyê DYA ne jî ji aliyê Rûsan ve nayê qebûl kirinê dîsa jî xwe ferz dike; bi taybetî dixwaze DYA di bin tometê de bihêle û li hemberî me, ango PKK’ê hîn zêde pey piştgirî girtinê dibeze. Ango Erdogan û ekîbê wî yê ku xwe pir bi aqil dihesibînin, bi taktîk û derewan, xwe di Bab’ê de mayînde bike; ger karibe bike wê Minbicê bigire û wê li hemberî PKK pir zêde piştgirî bigire. Her tim behsa Reqayê kirin jî tenê gote got e, derew e. Hêzekê wî yê wisa nîne. Ew vana ferz dike ku ev 3 armancên me hejmartin ji bo wan pêk bîne ye. Ji bo bigihîje van armancana wê xwe ferz bike. Mînak, dikare li Minbiç û Efrînê taktîkên êrîşê pêş bixe.
* Jixwe bi qasî ku tê xûya kirin li sînorê Rojava her tim êrîş dike...
Rast e. Êrîşên bi vî awayî dixwaze hêzên YPG dî sînor de bimînin; bi vî awayî operasyona QSD’ê ya li Reqayê dixwaze qels bike.
SIYASETA DIJ BI KURD WÊ BI SER NEKEVE
* Helwestên DYA û hêzên navdewletî di vê xisûsê de çawa ye? Hûn bes dibînin?
Heya niha DYA û hêzên navdewletî li hemberî kiryayên Tirkiyê çavê xwe digirin. Mesela dewleta Tirk bi awayekî sînorê Rojava derbas bike û li Rojava însanên Kurd û Ereb qetil dike, li hemberî wê ne DYA, ne Rûsya û ne jî welatên Ewrûpa rast e rast bertekeke nîşan nedane. Nexwe êrîşên Erdogan ê li sînoran ji bo piştgiriya çeteyên DAIŞê ye û operasyona Reqayê qels dike. Lê li ruxmê wê heya niha bêdengmayîna her kesî rewşekê balkêş e.
Tabî wê dîrok, siyaseteke ku bi dijbertiya Kurd encam negirtinê nîşan bide. Ji ber Kurd jixwe di dîrokê de rastî neheqiyeke mezin hat. Niha ji têkoşîna ku di Rojhilata Navîn dimeşe de Kurd aktoreke esasî ye û pêşketinên ku li hemû perçeyan pêş dikevin hevdû bandor dikin. Ji ber vê jî hêstên netewbûna Kurdan hîn zêde dibe. Êdî ne mumkûne kes li hemberî van pêşketinana bisekine. Çawa ku roj bi dest nayê girtin, kes nikare li hemberî azadbûna Kurdan jî bisekin e. AKP, nikare bi tepisandinên xwe yê faşîzan û bi siyaseta êrîşê bi ser bixe. Ne li Rojava, ne li Bakur, ne li Başûr û ne jî li Rojhilat, êdî li ti cihan ev tepisandin bandor nake. Ji ber ku Kurd gîhaştine zanebûneke û niha çekên wan jî hene; siyaset û stratejî heye, Rêbertî heye û armanca wan ê azadiyê heye. Îro li Kurdistanê ronahiya û zanistiya ku Rêber Apo pêşxistiye gîhaştiye astekê. Vê bi awayekî derçav kirin û çûyîna encamê ne mumkûn e.