BI DÎMEN

Karayilan: Pêngava azadiyê wê bi agirê Newrozê hîn mezin bibe

Karayilan got, "Newroza 2024'an Newroza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye" û destnîşan kir ku tevlîbûna bi girseyî ya li Newrozê gelekî girîng e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkildarî rojevê ji ANF'ê re axivî. Em beşa destpêkê diweşînin.

"Rast e, tecrîda li ser Rêber Apo ket sala 26'emîn. Pergala Îmraliyê tenê ne pergaleke tecrîdê ye, bi tecrîdê ve girêdayî pergala êşkenceya psîkolojîk e. Ya teslîmgirtinê ye. 26 sal in dewam dike. Tam 3 sal in ti kesî agahiya xwe ji Îmraliyê nîne. Di vê serdema ku telekomunîkasyon ewqasî bi pêş ketiye, cîhan weke gundekî bûye 3 sal in ji Îmraliyê der barê Rêber Apo û her sê hevalên li wir ti kesî ti agahî negirtine. Ne telefonek, ne nameyek, ne telegrafek. Ev ne tiştekî asayî ye. Dewleta Tirkiyeyê bi van kiryarên xwe qanûnên gerdûnî û qanûnên xwe yên neteweyî binpê dike. Di ti qanûnan de tiştekî bi vî rengî nîne. Va ne helwesteke li hemberî kesekî ye, helwestek li hemberî gelê Kurdistanê tevahî ye. Rêber Apo gelê Kurdistanê temsîl Kurdan temsîl dike. Di mafê nasnameya gelê Kurdistanê de bi israr e, bi biryar e. Di mafê azadî, demokrasiyê de bi israr e. Ji ber wê êşkenceya psîkolojîk tê meşandin. Ji bo gavê bi paş de bide avêtin. Ji bo ku li Kurdistanê li ser vî hîmî siyaseta tinekirinê, qirkirinê bimeşîne. Ji xwe naveroka siyaseta qirkirinê di vê pergala Îmraliyê de heye. Ji bo wê tiştekî ne asayî ye û zilmeke li hember îradeya gelê Kurdistanê êrîş û helwesteke.

WEZÎFEYA ASAYÎKIRINA ÊŞKENCEYÊ JI CPT RE HATIYE DAYIN

Bêguman niha ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Di vê de rola hêzên komploya navneteweyî pêk anîn, hêzên komploger jî heye. Ji xwe ew helwesta CPT dem bi dem ku dibe mijara nîqaşê, ji vê pêk tê. Erka CPT ne ku pêşî li êşkenceyê bigire, êşkence ji xwe heye. Hemû qanûnên gerdûnî, qanûnên li ser mafên mirovahiyê tespît kirine ku tecrîd êşkence ye. Niha êşkence li wir heye. Ka CPT li ku ye, pêşî lê digire? Na, berevajî. Erka CPT xuya ye di vê der barê de rewakirin e. Ji nedîtî ve were, normalîze bike, rola ku niha CPT dilîze roleke bi vî rengî ye. Ew jî şirîkê vê pergala êşkenceyê ye. Bêguman li hemberî vê 26 sal in sekn û berxwedana Rêber Apo pir bi wate ye. Niha mirov li vê derê çi bibêje wê kêm bimîne. Ne hêsanî ye ku kesek 26 salan li hemberî şerê psîkolojîk bi îradeyeke mezin, îradeyek ji pola, bi sebreke mezin, bi afirîneriyeke avaker tiştekî ne ji rêzê ye.

Tê zanîn, hêzên komploger ev pergala Îmraliyê ji bo Rêber Apo bi saxî bikuje ava kirin. Rêber Apo bi îdeolojiya xwe, bi zanebûna xwe, bi felsefeya xwe heye. Wana li wê derê sîstemeke welê ava kirin ku Rêber Apo li wir nikaribe xebata xwe ya îdeolojîk bimeşîne, nikaribe di felsefeyê de kûrahiyê çêbike û bi vî rengî bêwate bike. Bi esasî pergala Îmraliyê ji bo vê hatiye çêkirin. Lê belê Rêber Apo li wê derê ne tenê li ber xwe da, berxwedaneke klasîk kir, sekneke bi rûmet bi pêş xist. Belê ev yek kir, lê belê li kêleka wê, ew der berevajî armancên dijmin kir dibistan, kir cihê kûraniyê, cihê lêhûrbûnê. Li wir paradîgmaya li ser hîmê xeta jin a azad a demokratîk ekolojîk afirand. Afirandina li Îmraliyê Rêber Apo pêk anî bi serê xwe mijareke pir dîrokî û girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê na, ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê, li hemberî modernîteya kapîtalîst hemû kes û hêzên têkoşînê dikin perspektîfa alternatîf a neteweya demokratîk afirand. Xebata li wir meşand pir pir bi wate û dîrokî ye. Ev yek bêguman ne tiştekî ji rêzê ye. Tenê mirov bi taybetmendiyên Rêber Apo ve girê bide. Taybetmendiya xwe, bi tena serê xwe mîna artêşekê ye. Sekne bi îradeyeke bêhempa, bi sebreke mezin têkoşîna Rêber Apo li wir dimeşîne pir zêde bi wate ye. Li hemberî vê sekna Rêber Apo gelê me, dostên me, her kesên ku agahiya xwe ji paradîgmaya Rêber Apo bûye, tevahiya jinên Kurdistanê, niha hêdî hêdî jinên cîhanê, tevahiya ciwanên Kurdistanê, gelê Kurdistanê, gelên cîran, herêmê êdî her diçe hîn zêde li Rêber Apo xwedîderketin çêdibe. Her diçe hîn zêde têkoşîna azadiya Rêber Apo bi pêş dikeve.

TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ DIVÊ HÎN BÊHTIR BÊ XURTKIRIN

Weke tê zanîn kampanya, yan jî pêngava azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10'ê Cotmehê de ji aliyê kesên biyanî, enternasyonal ve hate destpêkirin. Ango li 74 deveran li cîhanê bi hev re di heman rojê de îlankirina pêngavê tiştekî pir bi wate bû. Ji wê demê heta niha hem di asta navneteweyî de hem di asta neteweyî de li derveyî welat û hundirê welat di vê çarçoveyê de têkoşîneke girîng, gelêrî, civakî û enternasyonalî tê meşandin. Wisa êdî her diçe weke Mandela, tenê ne gelê xwe, êdî gelên cîhanê, demokratîkxwaz, azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo tevdigerin û têdikoşin. Ev hemû çi nîşan dide? Nîşan dide ku ew pergala li Îmraliyê hatiye avakirin bêwate bûye. Rêber Apo bi sekna xwe, bi sekna hevalan, berxwedana fedaiyên Kurdistanê û bi fedakariya gelê me komploya navneteweyî vala hate derxistin. Têkoşîna Rêber Apo ya li hemberî komploya navneteweyî Rêber Apo kir Rêberekî navneteweyî, hîn mezintir kir. Hîn di aliyê zêde û gelan de xwedîderketin çêbû. Di vê wateyê de komplo erê vala hate derxistin lê belê îro hîn tecrîdeke fîzîkî, esaretek heye. Ji bo vê jî têkoşîn hîn zêde pêwîst e. Ev têkoşîna niha di çarçoveya pêngava 10'ê Cotmehê dimeşe divê hîn xurt bibe, hîn geş bibe. Wisa em bikin têkoşîneke gelêrî û ya gelan. Bi vî rengî em êdî meşa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û meşa azadiya Kurdistanê ku herdu ji hev cuda nabin bi ser bixînin. Bingeha niha hatiye danîn, têkoşîna dimeşe eşkere dike ku êdî qonax ber bi vê ve diçe, divê êdî li ser vî hîmî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê hîn geş bibe û xurt bibe. Ev wê teqez bi ser bikeve.

XWÎNA ŞEHÎDÊN HELEBCE, QAMIŞLO Û GAZIYÊ WÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Weke tê zanîn meh Adarê meha Newrozê ye. Ji xwe Newroz tê çi wateyê, tê zanîn. Meheke mizgînî û cejnê ye. Lê li kêleka wê di heman mehê de dijminên gelê Kurd li ser Kurdistanê her tim êrîş jî kirin. Wisa bûye meheke komkujiyan, êrîşê jî. 12'ê Adarê 2004'an li Qamişloyê weke provokasyonekê çêbû û li wir li hemberî gelê me êrîş hate kirin, komkujî çêbû. Li hemberî vê komkujiyê gelê me ji Qamişloyê û ji Dêrikê heta Kobanê û Efrînê dest bi raperînê kir. Gelek şehadet çêbûn. Di heman demê de di 12'ê Adara 1995'an de li Stenbolê li taxa Gaziyê li ser gelê Kurd û li ser xelkê Elewî êrîşên dewleta Tirk a faşîst çêbû. Li wir jî komkujî çêbû, xelkê taxa Gaziyê li ber xwe da û rêze berxwedan çêbû û di hemû berxwedanan de gelek şehadet çêbûn. Her wiha di 16'ê Adarê de weke tê zanîn komkujiya mezin, qirkirinek li ser Kurdistanê hate kirin. Qetlîama Helebce çêbû. Bi çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst a Seddam ve gelê me li wir hate qetilkirin. Bi hezara mirovên me bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, şehîd ketin. Ez tevahî şehîdên van hersê bûyeran bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînim û komkujiyên li van hersê deveran çêbûye bi tundî şermezar dikim.

Ji xwe berxwedana di 12'ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, hefteyekê zêdetir dewam kir. Mirov dikare bibêje weke bingeha Şoreşa Rojava bi esasî wê demê hate danîn. Li ser wê bingeha berxwedana wê demê piştre ew şoreş li dar ket. Ew bû bingehê şoreşê, wan şehîdan roleke bi vî rengî lîst. Yê taxa Gazî jî her berxwedan e, gelê me gelê Elewî li hemberî rejîma faşîst, li hemberî êrîşên wan ji bo bîranîna şehîdan berxwedana xwe îro jî dewam dikin. Îro di aliyê dewleta Tirk de weke li Helebceyê hate bikaranîn careke din li axa Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî yên curbecur bi kar tîne. Cawaziya xwe ew bû, yê li Helebce komkujî çêbû, qirkirin çêbû. Li dijî gelê sivîl hate bikaranîn. Lê dewleta Tirkiyeyê heman çekî li hember gerîla bi kar tîne. Dem bi dem ew zerarê xwe dide sivîlan jî lê bi esasî heman zîhniyet heman çek îro jî li Kurdistanê tê bikaranîn. Ji xwe dewleta Tirkiyeyê tenê ne ku li ser gelê me weke dewama Helebce çekên kîmyewî bi kar tîne. Di heman demê de weke dewleteke eşqiya û terorê li Kurdistanê, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, heta dem bi dem ê xelkê Rojhilat jî li derveyî sînorê Rojhilatê Kurdistanê êrîşên terorî dike. Yanî faşîzm û nijadperestiya dewleta Tirkiyeyê bi heman hişmendiyê îro jî li ser Kurdistanê dewam dike. Lê ji bo bîranîna tevahiya van komkujiyan û bîranîna hemû şehîdên li hember nijadperestî û qirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dabûn, em ê têbikoşin û em xwîna wan li erdê nahêlin. Em ê bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyîn.

Binihêrin careke din 8'ê Adarê li vê derê li Garê êrîşeke dijmin de 2 mirovên me yên welatparêz hatin şehîdkirin. Wek Seîd Mubarek û Aras Ferec, ez herduyan bi rêzdarî bi bîr tînim, ji bo malbatên wan û ji bo eşîra Zêbarî hemû, ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Kesek jî birîndar bûye, ji bo birîndar tenduristiyê dixwazim. Wê xwîna van mirovên welatparêz li erdê nemîne.

Ji aliyê faşîzm û qirkeriya Tirkiyeyê ve hatin şehîdxistin, şehîdên doza azadiyê ne. Bi her awayî gerîlayên azadiya Kurdistanê wê li erkên xwe xwedî derkevin û xwîna van mirovên welatparêz li erdê nehêlin. 12'ê Adarê wekî din jî rojeke ji gelek tiştan re bûye destpêk. Mînak, saziya HBDH a Tevgera Berxwedana Gelan di 12'ê Adarê de hate ragihandin. Platforma ku HBDH îlan kirin de yên ku axivîn 2 hevalên qehreman heval Delal Amed û Ûlaş Adali piştî wê di têkoşînê de şehîd ketin. Ez wan qehremanan jî bi vê wesîleyê bi bîr tînim. Soza ku me da şehîdên qehreman careke din dubare dikim.

Di heman demê de berxwedana Xweseriya Demokratîk a di 2015'an de li Bakurê Kurdistanê destpê kir û weke tê zanîn di têkoşîna me de cihekî xwe yê girîng heye. Ew berxwedana li Sûrê, li Cizîrê, li Nisêbînê, Farqînê, Gever, Şirnex, Silopiya, Hezex, Kerboran, ji Varto destpê kir li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê pêk hat, di têkoşîna me de cihekî xwe yê pir girîng heye. Ji van berxwedanan a herî balkêş li navçeya paytext Amedê fermandarê berxwedana Sûrê ku ew berxwedan 105 rojan dewam kir, şerekî fedaî çêbû, dîrokeke berxwedanê li wir ava kirin, fermandarê wê hevrê Çiyager 12'ê Adara 2016'an şehîd bû. Ez vî fedaî, fermandarê hêja jî bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînim, soza me da wan careke din dubare dikim.

RÊBER APO BERXWEDANA MEDYA YA SERKETÎ JI XWE RE KIR ESAS

Newroz pîroz be. Rêber Apo 51 sal beriya vê meşa xwe ya dîrokî roja Newrozê destpê kir. Li ser vê bingehê her çû Newroz hîn agirê xwe geş bû û hîn zêde bû xwedî wate.

Destpêkê bi navê tevahiya hevalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Em silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. Careke din cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê, li dayikên şehîdan, li tevahiya gelê herêmê, hemû gelên bi kevneşopiya Newrozê bawer dikin, li tevahiya hevalan, li xebatkarên şoreşê pîroz dikim. Di sala nû de di têkoşînê de ji bo her kesî serketinê dixwazim. Di vê roja pîroz de tevahiya şehîdên Newrozê di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de bi bîr tînim û soza me da wan em careke din dubare dikin. Ala wan bilind kirin, agirê wan geş kirin wê bibe agirê serketinê, agirê azadiyê, agirê xwedîderketina li bîranîna şehîdan. Ji bo ev soz pêk bê çi ji destê me tê em ê bikin.

Newroz li herêma Rojhilata Navîn di dîroka gelek gelan de û ya gelê Kurdistanê xwedî cihekî bi wate ye. Lê belê di dîroka têkoşîna tevgera me de jî hîn zêde wateyeke xwe heye. Weke me anî ziman Rêber Apo dema ku di hewldana pêngava dîrokî de bû, li mîrateya kevneşopiyê digeriya, ya herî baş dîtî Newroz bû. Berxwedana Newrozê, berxwedana Medya ya li hemberî împaratoriya Asûr bi salan destpê kir û dûre jî gihîşt encamê, bi ser ket. Ev yek weke ruhek dît, Rêber Apo. Divê ruhê Medya bê nûkirin, agirê Newrozê bê geşkirin, ev roj roja berxwedanê ye, roja yekîtiyê ye, roja bilindkirina têkoşînê ye. Ji bo ku bi vî şêwazî Newroz bê pêşxistin, gava yekem di roja Newrozê de avêt. Û her çû êdî Newroz di vê wateyê de hîn cuda hate pîrozkirin. Hevrê Mazlûm Dogan weke Kawayê Hemdem li zindanên Amedê Newroz bi canê xwe pîroz kir û agirê berxwedanê geş kir. Her wiha keçên Kurd ên bi dilê agirê Newrozê dijiyan, bedena xwe kirin agir û wisa Newroz pîroz kirin. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, piştî wê di sala 1994'an de li Elmanyayê Ronahî, Bêrîvan bi vî rengî kirin. Car din şehîdên di serhildana Cizîra Botanê û Nisêbînê, li tevahiya Kurdistanê Newroz bi şehadet, bi berxwedan hate pîrozkirin û wisa Newroz bû xwedî wate. Bi vî rengî bû roja berxwedanê, têkoşînê û bû roja ku bi milyonan mirov beşdar dibe. Naxwe hatibû jibîrkirin. Haya gelek kesan jê tine bû. Lê belê ew hewldanê Rêber Apo li ser sekinandin, berxwedana di roja Newrozê de hate bilindkirin, careke din gelek gav di roja Newrozê de pêk hatin. Mîna îlana ERNK'ê, îlana KCK'ê vana hemû di rojên Newrozê de hatin îlankirin. Wekî din jî gelek îlan û destpêkên nû weke destpêka sala nû di Newrozê de hatin birêxistinkirin. Di vê wateyê de gelê me bû gelê Newrozê. Bû gelê Arî, gelê Newrozê. Newroz di dîroka me de xwedî rol, mîsyon û wateyeke bi vî rengî ye. 

NEWROZA BILINDKIRINA MEŞA AZADIYÊ YA JI BO RÊBER APO Û KURDISTANÊ YE

Bi taybetî Newroza îsal a 2024'an hîn zêde bi wate ye. Îsal gelê me ji aliyê saziyên gelê me ve û demokratîkxwaz ên Tirkiyeyê ve deklarasyona hate weşandin. Newroza 2024'an weke Newroza azadiya Rêber Apo, bilindkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo hate destnîşankirin. Îlan bi vî rengî hate kirin. Pêngava azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi agirê Newrozê wê hîn geş bibe. Bi taybetî li her derê bi şêwazekî eşkere ji bo azadiya Rêber Apo Newroz tê pîrozkirin. Ev tiştekî pir girîng e, pir bi wate ye. Divê gelê me vê Newrozê hîn bi coş û girseyî tevlî bibe. Ango beşdarbûna bi milyonan, deh milyonan divê pêk were li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat. Her kes bang bike ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê. Bila her kes bibihîze. Li Kurdistanê Newroz, bila agirê Newrozê bilindbûna azadiya Rêber Apo be. Ji xwe pêngava 10'ê Cotmehê jî di navneteweyî de dengek veda. Îro li qada navneteweyî pir kes, siyasetmedar, sendîkavan, saziyên sivîl û akademîsyen, zanist der barê azadiya Rêber Apo daxuyanî dan, lê xwedî derdikevin. Têkoşîna wê dimeşînin. Hem di asta cîhanê de ev têkoşîn hem jî di roja Newrozê de ev qîrîna gelê me dike bilind bibe, bila her kes bibihîze. Bi taybetî ew komplogerên bêwijdan, bêexlaq, ku ji bo berjewendiyên xwe dahatûya gelan tarî dikin bila bibihîzin. Bibihîzin ku ev gel çi dixwaze. Ji bo çi bang dike. Ji ber vê sedemê ve Newroz, beşdarbûna wê pir pir girîng e. Ez bang dikim gelê me hemû gelê me, hemû welatparêzên me, hemû demokratîkxwaz, dostên gelê Kurd divê bi girseyî beşdarî vê Newrozê bibin. Ji ber ku ev Newroz di heman demê de dibe Newroza azadiyê, bilindkirina meşa Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de pir bi wate ye.

EM Ê ROJÊN PÊŞ MIZGÎNIYEKÊ BIDIN GELÊ XWE

Heman demê rojên Newrozê weke rojeke yekîtî, têkoşînê, berxwedanê ye. Ez bi vê wesîleyê bang li hemû hêz, rêxistin û kesayetên welatparêz li Kurdistanê ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî tevbigerin. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya gelê me weke av, weke hewa hewcehiya xwe bi yekîtiya neteweyî heye. Divê di vê serdema dîrokî de gelê Kurd jî bibe xwedî stratejiyeke hevbeş û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Her çiqas hinek xwe nede ber jî yên tên bila werin yekîtiya xwe ava bikin. Ev tiştekî pir girîng e. Ev Newroz dikare bibe destpêka vê yekê jî. Û em weke tevger, rêveberiya tevgera me di vê Newrozê de, di çend rojên pêşiya me de mizgîniyekê bide gelê me. Ev mizgînî wê bi daxuyaniyeke nivîskî bê weşandin. Wê di têkoşîna me de hîmekî hînî xurt bi xwe re ava bike, di bilindkirina têkoşînê de wê bibe amûrekî pir girîng û roleke xwe wê hebe. Ev mizgînî jî wê di rojên pêş me de bê îlankirin û weşandin. Di vê çarçoveyê de careke din Newroza tevahiya gelê me û tevahiya gelan bi dil û can pîroz dikim û ez dibêjim bijî, bijî Newroz.

DENGDANA JI BO KUJER Û ZALIMAN GELO NE GUNEH E?

Bêguman em ketin bihareke, saleke pir girîng. Weke gel, netewe em di qonaxeke pir girîng de ne. Di qonaxeke bi vî rengî de pêkhatina hilbijartinên xwecihî jî roleke xwe ya girîng heye.

Weke tê zanîn, rejîma AKP-MHP-Ergenekon 9 sal in êrîşên curbecur ên bêperwa li ser gelê me, tevgera me dimeşîne. Îro rayedarên wan bi kuştina xort û keçên Kurd her roj pesnê xwe didin, dibêjin me îro ewqas kes kuşt. Êrîşî ku dikin? Êrîşî Rojava, Başûr, Bakur dikin. Li Rojava êrîşî kaniya jiyanê dikin, êrîşî nexweşxaneyan dikin, êrîşî avê dikin, êrîşî elektrîkê dikin, êrîşî febrîqeyên nan, ar dikin. Yanî êrîşî tiştên jiyan pê bibe dikin. Niha îro gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi milyonan mirov bê şewq e, bê elektrîk e. Li wir bi mazotê germahî çêdibe, li wir bi mazotê sobe pê dikeve, bê sobe ne. Di perîşaniyekê de ye. Kî vê dike? Kî vê zalimiyê dike? Ev rejîma AKP'ê dike. AKP îro ji bo gelê Kurd weke zebanî ye, zalimeke. Dinihêre, gelê Kurd li Hesekê jiyanek çêkiriye diçe êrîşî wir jî dike. Li Şengalê, ewqasî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, xelkê me yê Êzidî eger li wir qala azadiyê dike, diçe li wir jî êrîş dike. Yanî zalimeke û di vê kêliyê de hilbijartin dibe. Gelê me yê welatparêz, gelê me yê oldar, dîndar, xwedî wijdan divê dengê xwe nedin van zaliman. Vana li dijî gelê Kurd in. Ew timî qala terorê dikin. Terora çi? Hûn terorê dimeşînin, hûn her roj sûîqestê dikin, hûn her roj kujeriyê dikin. Hem jî mirovên sivîl, mirovên dibistanan, hûn her kesî dikin hedef, çima Kurd e, çima heqê xwe dixwaze. Rewşeke wisa ye. Tevî vê eger Kurdekî xwedî dîn, îman here dengê xwe bide wan wê çi bibe?

Em niha di meha pîroz de ne, meha Remezanê de ne. Di vê mehê de yek biçe dengê xwe bide kujeran, bide van zaliman wê ne guneh be? Guneh e. Bi taybetî hinek kesên ku ol bi kar tîne, yaw tu qatîl e, te ewqas kes kuştiye diçe olê jî bi kar tîne. Dixwaze ola pîroz jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, bixe xizmeta xwe. Divê mirovên me êdî deng nedin wan. Berê dibe ku hinek kes xeşîm bûn, nezan bûn, ji hev dernedistin, dû wan diçûn. Lê niha ewqasî înternet heye, medya heye, dîjîtal medya heye. Her kes îro zane. Ji ber wê jî lazim e nezaniyên welê çênebin. Divê mirov dengê xwe nedin dizan, ewana diz in. Mirov nedin kesên qatil, zaliman. Di vê mijarê de banga min li her kesên welatparêz, xwedî wijdan, hemû kesên oldar ew e ku bifikirin û dengê xwe bi kar bînin. Banga min ew e. Yanî dengek, dengê kesekî îradeya kesekî ye. Divê kes îradeya xwe nefiroşe. Nizanim ji bo xatirê reîsê eşîrê ye, malmezin bibêje û biçe dengê xwe bide wî. Wisa nabe. Divê mirov ji bo miletê xwe, ji bo neteweya xwe, ji bo edaletê dengê xwe bi kar bîne. Yên ku dike xizmetê bike, ne xwe dewlemend bike, mal û mirovên xwe dewlemend bike, yên ku dike xizmetê bike dengê xwe bidin wan. Tu welê nake, kî berê dewlemend e, malmezin e, diz e careke din dengê xwe bide ji bo hîn bêhtir diziyê bike. Her wiha pala xwe dide zaliman. Divê kes êdî vê neke. 

TECRÎDA LI SER RÊBER APO ÇI BE QEYÛM JÎ BI HEMAN RENGÎ YE

Qeyûm mesela, li Kurdistanê qeyûman diavêjin. Qeyûm çi ye? Binpêkirina îradeya miletê Kurd e. Nasnekirina Kurdan e. Çawa ku îro tecrîd û êşkenceya psîkolojîk a li ser Rêber Apo ne li ser kesekî ye, li ser gelekî ye, li ser gelê Kurd e, qeyûm jî wisa ye. Yanî Selçûk Mizrakli ti sûc kiriye? Na. Ji bo çi niha di zindanê de ye? Ji ber nûnertiya Amedê kir. Yan jî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag ti sûc kirine? Na. Ji ber ku hinek heq parastine, heqê gelê Kurd parastine, demokrasî parastine di zindanê de ne. Yanî divê ev êdî gelê me, mirovên demokratîkxwaz, alîgirê edaletê, azadiyê, demokrasiyê vêya ber bi çav bikin, êdî hema ji rêzê nêzîk nebin. Vaye hişmendiyek heye, hişmendiyeke nijadperest, faşîst heye, zilmkar heye û li hemberî vê jî yên ku têkoşîn dikin, li ber xwe didin, azadiyê dixwazin, demokrasiyê dixwazin, jiyaneke parvekirineke adîl dixwazin, edaletê dixwazin. Ma ji vê baştir tiştek heye? Divê mirov vê ji xwe re bikin esas. Ji ber vê ez hêvî dikim ku gelê me û hemû demokratîkxwazên Tirkiyeyê vê rastiyê bidin ber çavên xwe û li ser vî esasî beşdarî hilbijartinan bibin, biçin ser sindoqan û li gorî wê dengê xwe li ser esasekî rast bi kar bînin. Gelê me dibêje em ê dengê xwe bidin xwe, bidin xwe bi rastî, bidin ewladên xwe. Yên ku ne mal û malbatên têne zanebûn, yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin divê dengê xwe bidin wan.

DIVÊ HER WELATPARÊZEK JI BER XWE VE JI BO HILBIJARTINÊ BIXEBITE

Ya din jî tiştê ku herî girîng, niha vaye 2 hefte hene, divê hemû xebatkar tenê bi mîtîngan, bi hatina hevserokan pişta xwe girê nedin. Na. Divê mal bi mal bigerin, gund bi gund bigerin, derî bi derî bigerin, ji her kesî deng bixwazin, ji wan dawetî wijdanê bikin. Biaxivin, diyalogê çêbikin, xebateke baş divê bê kirin. Ya duyemîn jî divê her kesekî welatparêz, demokrat, divê bi xwe xwe weke erkdar bibîne. Yanî ne hewce ye kes were erkdar bike, bêje biçe bigere, ji bo hilbijartinê kar bike. Divê her kes bi xwe kar bike. Her kes li ser mal û mirovên xwe bisekinin, li ser dost û hevalên xwe bisekinin, li ser malbata xwe bisekinin, ji bo her kes di rêya rast de tevbigerin. Dengê xwe li ser hîmekî rast bi kar bînin, her welatparêz divê xwe erkdar bibîne û wisa tevbigere. Em di serdemeke wisa de ne. Ev bihareke ku niha vaye dewleta Tirk careke din xwe amade dike, nîqaş dike. Heta niha têk neçû, weke pêhlewanekî ji ketinê têr nabe. Careke din dixwaze êrîşan bike. Wê li ser vî esasî berxwedaneke dîrokî bê kirin. Her kesên naxwazin xwîn birije, naxwazin kujerî çêbibe, divê dengê xwe nedin van kesan. Divê dengê welatparêzî û şoreşgerî, aştîxwaziyê xurt bikin. Ji ber vê divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Ez bawerim dikim ku vê carê gelê me wê hîn zane tevbigere û bi rastî wê hilbijartinê bersiveke pêwîst bide vê zîhniyeta nijadperest, kujer ku bi her awayî zilmê li ser gelê Kurd dimeşîne. Wê helwestekê bi rêya van hilbijartinên xwecihî nîşan bide. Li ser vî esasî ez hemû gelê me yê welatparêz silav dikim û hêvî dikim wê bigihêjin encameke baş."