Karayilan: Ya terorîst dewleta Tirk e

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku berxwedana şervanan û gel a li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk wê diyarker be û got, ku ev berxwedan bi ser ket wê li Kurdistanê serdemeke nû dest pê bike.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Ferat.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew di salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeah 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan de ne û got, "Bi vê wesîleyê hêzên komploker bi tundî şermezar dikim. Hemû şehîdên fedayî yên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir û li dijî komploya navneteweyî rawestiyan bi rêz û minet bi bîr tînim û careke din soza ku me dane wan dubare dikim."

Karayilan diyar kir ku raya giştî ya dinyayê êdî hin rastiyan baştir fêhm dike, lewma bingeha komployê lawaz bûye û got, têkoşîn ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye.

TÊKOŞÎNA PKK'Ê REWA YE

Karayilan got, "Eger îro li Ewropayê yan jî li devereke din a dinyayê welatê gelekî bê dagirkirin, hebûna wî bê înkarkirin, ziman û çanda wan bê qedexekirin, hemû çavkaniyên xwe yên xwezayî bên desteserkirin, wê demê wê welatparêzên wî gelî helwesteke çawa nîşan bide?" û destnîşan kir, PKK di nava Kurdan de bûye bersiva vê pirsê. Karayilan diyar kir, "PKK li dijî înkar, tinekirin û siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê berxwedaneke mezin a mirovahiyê dimeşîne û têkoşîna rewa dike. PKK terorîst nîne. Mîna hemû gelên dinyayê gelê Kurdistanê jî dixwaze li ser xaka xwe bi rengekî azad bijî. Ji bo vê yekê jî dixwaze bi diyalog û siyasetê encamê werbigire, lê belê ji ber ku hêzên qirker bi her amûrê êrîş dikin PKK jî di nava berxwedaneke leşkerî de ye. Rêber Apo di hevdîtina 7'ê Tebaxê de ya bi parêzeran re got, 'dikarim pirsgirêka Kurd di nava hefteyekê de çareser bikim' û banga aştiyê kir. Her wiha got ku ew hîn li ser xeta sala 2013'an e. Me jî weke tevger ragihand ku em li pişt wî ne û bi biryarên wî ve ne. Di rewşeke wiha de dewleta Tirk çi kir? Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê ji wezîfeyê dûr xist, operasyonên leşkerî kir û di heman rojê de bi sedan Kurd girt û bi vî rengî bersiv da.

DEWLETA TIRK 96 SAL IN TERORÊ DIKE

Yê ku şer dixwaze dewleta Tirk e. Dewleta Tirk 96 sal in li Kurdistanê teroreke dewletê ya bê eman pêk tîne. Em ne terorîst in, dewleta Tirk terorîst e. Em li dijî terora dewleta Tirk şer dikin. Yê ku tundiyê dike û bi qirkirina mirovan dixwaze xwînê birijîne û encamê werbigire em nînin, dewleta Tirk bi xwe ye. Divê dinya vê rastiyê bibîne."

Karayilan bi taybetî bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir, ku dewleta Tirk ditirse ku bi misogeriya statuyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê wê neçar bimîne ku mafên Kurdan nas bike û ji bo vê yekê neke, ji bo siyaseta qirkirin û înkar-îmhayê temam bike, li dijî Rojavayê Kurdistanê tevdigere.

HELWESTA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BO MIROVAHIYÊ RÛREŞÎ YE

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk xwe dispêre Peymana Lozanê û vê êrîşkariyê dike û got, "Beriya ku peyaman Lozanê bê îmzekirin, dewleta Tirk heta wê demê hebûna gelê Kurd qebûl dikir û qebûl dikir ku bi sîstemeke xweser bi gelê Kurd re bijî. Daxuyanî û axaftinên Ataturk ên di vê mijarê de hene. Kengî peymana Lozanê hate îmzekirin, dewleta Tirk jî biryar li ser siyaseta înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdanê wergirt û 96 sal in vê siyasetê dimeşîne. Armanca bingehîn a vê siyasetê ew e ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê asîmîle bike û bike Tirk. Hêz û dewletên navneteweyî jî bi peymana Lozanê re destûr ji vê yekê re dan.

Peymana Lozanê îro çiqasî bêwate bûye jî hêzên dinyayê hîn jî di wê çarçoveyê de tevdigerin. Mesela rewşa Neteweyên Yekbûyî mînaka vê yekê ye. Armanca hebûnê ya bingehîn a Neteweyên Yekbûyî ew e ku hemû neteweyan vehewîne. Di civîna dawî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan li wir nexşeyek derxist, Rojavayê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ew dixwaze wê deverê dagir bike. Her wiha got ku wê 2 milyon penaberên li gel wan li wê deverê bi cih bikin. Wê wan mirovan li ku deverê bi cih bike? Mirovên li wê deverê ji xwe li warê xwe ne. Lê belê ji ber ku yên li wê deverê Kurd in dibêje, 'Ez ê wan ji wir biavêjim û penaberên ji Hama, Hûms, Şamê yên hatine Tirkiyeyê li wir bi cih bikim'. Bi vê yekê re bi rengekî eşkere dibêje ku wê Kurdan qir bike. Bi rengekî eşkere propaganda jenosîda li dijî Rojava kir. Mixabin û sed mixabin kesî li wê deverê dengê xwe dernexist û li dij derneket. Ev yek bi rastî jî ji bo mirovahiyê rûreşî ye."

DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NAVÊ XWE BIKE DEWLETÊN YEKBÛYÎ

Karayilan bi bîr xist ku beriya çend rojan komîteya amadekirina destûra bingehîn a Sûriyeyê hate avakirin û got, "Platforma Asta ya ku Îran, Rûsya û Tirkiyeyê ava kirine ji vê yekê re bû wesîle jî lê belê komîte bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî hate avakirin. Neteweyên Yekbûyî lîsteya kesên tevlî komîteya amadekar bibin amade kir û pejirand. Gelo di vê lîsteyê de Kurd hene? Na, Kurd nînin. Halbûkî Kurd 13 ji sedî yê Sûriyeyê ne û komîteya ji 150 kesî ya amadekar jî divê li gorî 13 ji sedî yê hebûna Kurdan bihata amadekirin. Yanî herî kêm diviyabû 20 nûnerên Kurdan di nav de hebûna. Lê belê tenê 2 Kurd hene. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li pêşberî vê rewşê got, 'Bi dîtina min Kurd jî di nav de hene'. Ev biryara Neteweyên Yekbûyî nîşan dide ku siyaseta dewleta Tirk a qirkirin û mêtingeriyê ya li dijî Kurdistanê pejirandiye. Lewma divê Neteweyên Yekbûyî navê xwe bike Dewletên Yekbûyî. Eger bi rastî jî Neteweyên Yekbûyî ye divê mafên neteweyan, çanda neteweyan ji xwe re esas werbigire. Lê belê niha v^eyekê nake û tenê berjewendiyên dewletan esas werdigire. Mafê Kurdan jî heye ku li vê dinyayê li xaka xwe bi çand, ziman, nasname û dîroka xwe ya dewlemend bijîn û xwe bi rê ve bibin."

Karayilan destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî hevparê êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava ye û got, heta ku nerazîbûnê nîşanî Tirkiyeyê nede û helwestê nîşan nede wê Neteweyên Yekbûyî hevparê vî sûcî be.

 'BÊGUMAN MAFÊ EMERÎKA YE KU JI SÛRIYEYÊ DERKEVE, LÊ DERKETINA DI DEMEKE WIHA DE PIŞTGIRIYA JI BO QIRKIRINA KURDAN E'

Der barê vekişîna hêzên Emerîkî ji hin deverên Rojavayê Kurdistanê Karayilan got, "Ne diyar e ku biryara temamiya Emerîkayê ye yan jî ya Serokê Emerîkayê Trump e. Bêguman biryareke ji sîstemê serbixwe nîne. Bêguman dewletek dikare di çarçoveya berjewendiyên xwe de biryaran werbigire. Daxwaza Emerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê tiştekî asayî ye. Bi dîtina me Emerîka dikare ji Sûriyeyê vekişe. Kes ji ber vê yekê tiştekî ji Emerîkayê re nabêje. Lê belê di demekê de ku dewleta Tirk xwe bi temamî ji bo dagirkirina Rojava amade dikir û amadekarî dikir ku gelê li wê deverê koçber bike, qir bike, wergirtina biryareke wiha bi rengekî eşkere piştevaniya dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan e. Emerîka û Neteweyên Yekbûyî baş zanin ku dewleta Tirk li Efrînê çi kiriye, çi dike. Her roj agahî ji Efrînê tên, ku rojê çend kes tên kuştin, bi dehan kes tên revandin û êşkence li wan tê kirin. Li Efrînê her roj sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin. Lê belê Neteweyên Yekbûyî heta niha der barê vê mijarê tiştekî cidî negotiye. Emerîka jî ji vê berpirsyar e û heta niha dengê xwe dernexistiye. Biryara nû ya Emerîkayê dibe sedem ku heman tiştên li Efrînê hate kirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê kirin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Di demekê de ku dewleta Tirk xwe ji siyaseta qirkirine re amade dikir, Serokê Emerîkayê bi telefonê bi Serokkomarê dewleta Tirk re diaxive û ji nişka ve dibêje 'ez vedikişim, tu were'. Her wiha dibêje, 'Berpirsyariya DAÎŞ'iyê girtî bi te re ye'. Ev yek jî nîşan dide ku di navbera wan de peyamenek veşartî heye, lîstikeke qirêj tê lîstin. Ev biryara Trump dûrî exlaq û terbiyeyê ye. Bi gotina herî sivik bêexlaqî ye. Ev mirov pênc sal in li gel te li dijî DAÎŞ'ê şer dikin. Ji van mirovan 11 hezar kes şehî dbûne û 24 hezar kes jî birîndar bûne. Yanî êşên giran hene. Dewleta Tirk jî tenê ji ber ku gelê Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir û li gel Emerîkayê şer kir, dijminatiyê li wan dike. Kes nizane ku Trump bi Erdogan re der barê çi axivîn û lihevkirineke çawa pêk anîn. Vekişîna bi vî rengî ya Emerîkayê ya ji nişka ve bêguman exlaqî nîne. Rêbazeke komployî ye. Di vir de careke din tê fêhmkirin, ku Emerîka dikare her tim dest ji hevkarê xwe berde."

'VEKIŞÎNA EMERÎKA JI BO ME NE SURPRÎZ BÛ'

Karayilan destnîşan kir ku vekişîna Emerîka ji bo wan surprîz nebû û got, "Em her tim li bendê bûn ku tiştekî wiha rû bide. Hêzên ku xwe naspêrin hêza xwe, hêzên ku nikarin bi rengekî serbixwe siyasetê bikin dibe ku li pêşberî vê biryarê matmayî bin. Lê belê dihate zanîn ku wê rojekê pêk were. Ji ber ku ew tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Bi vê biryara Trump re hate fêhmmkirin ku bi van hêzan re ne dostanî, ne merdî û ne jî rûmet heye."

Karayilan anî ziman ku yên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin Kurd û dostên wan bûn, yên ku DAÎŞ xwedî kirin jî dewleta Tirk û Qatar bûn.

Karayilan destnîşan kir ku eger pêşî li vê dagirkeriyê neyê girtin wê DAÎŞ li herêmê ji nû ve xurt bibe û got, "Ji ber ku Erdogan riya DAÎŞ'iyan diqusîne, navê wan diguherîne û weke leşkerên xwe bi kar tîne. Niha jî hêza ku jê re 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' dibêje piraniya wan çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê ne. Gelo Emerîka çawa bi vê rastiyê nizane, mirov matmayî dimînin bi rastî jî. Wekî din Trump dibêje 'ez yekî têgihiştî me, biryarên min nizanim çawa ye'. Baş e beriya pênc salan ne hûn bûn ku gotin 'Eger em têkiliya navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê nebirin wê DAÎŞ lawaz nebe'? Ev yek gotinên wan ên wê demê bû. Niha jî ji dewleta Tirk re dibêje 'Were tu bikeve nava SAûriyeyê'. Dewleta Tirk jî bêyÎ li ber xwe bikeve dibêje, 'Ez ê li dijî terorê şer bikim' û hewl dide bikeve nava Rojava. Ev yek dereweke mezin e, ji bo xapandina raya giştî ye. Di vir de lîstikeke mezin heey. Ev biryar wê DAÎŞ'ê xurt bike, wê bêhnê bîne ber DAÎŞ'ê. Biryara Trump mirov dikarin bi vî rengî vebêjin, wekî din wateyeke xwe nîne. YPG, YPJ û QSD'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de roleke girîng lîstin. Ev rastî li pêş çavên tevahiya dinyayê ye."

Karayilan anî ziman ku di vê pêvajoyê de hêzên YPG, YPJ û QSD'ê du tiştên girîng kirin û got, yek ji wan ew bû ku canê xwe ji bo tevahiya mirovahiyê kirin sîper, ya duyemîn jî rastiya neteweya demokratîk afirandin ku gelên Kurd, Tirk, Asûrî, Suryanî bi hev re li gel hev bijîn.

Karayilan destnîşan kir ku ev sîstema demokratîk ji bo çareseriya li Sûriyeyê modelek mînake.

'EGER EMERÎKA RÊ BIDE BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK, JI KUŞTINA HER KURDEKÎ WÊ TRUMP Û EMERÎKA BERPIRSYAR BE'

Karayilan diyar kir, eger Emerîka qada hewayî ya Sûriyeyê li dewleta Tirk veneke wê dewleta Tirk nikaribe zêde bi pêş ve biçe û got, "QSD dikare bi hêsanî artêşa Tirk têk bibe. Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe nikare li dijî QSD'ê şer bike. Eger Emerîka qada hewayî ya di kontrola wan de ye li dewleta Tirk veke hingî ji her Kurdekî bê kuştin wê Trump û Emerîka berpirsyar bin. Divê gelê Kurd û raya giştî ya dinyayê bi vê zanibe. Eger Emerîka destûrê bide ku balafirên şer ên Tirk derbasî Rojava bibin û li milîtanên YPG, YPJ û QSD'ê bixin, ev yek wê bibe durûtiyeke mezin. Trump wê ji encama vê yekê berpirsyar be. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe.

Dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê serdest be. Tirkiye gelek caran dibêje, 'Em li dijî parçebûna Sûriyeyê ne û alîgirê yekparebûna xaka Sûriyeyê ne'. Ev rast e. Çima rast e? Ji ber ku Tirkiye naxwaze parçeyekî Sûriyeyê bi dest bixe, dixwaze temamiya Sûriyeyê bi dest bixe. Dixwaze sîstemeke nû li Sûriyeyê ava bike ku di bin kontrola wê de be û Sûriyeyê bike wîlayeteke xwe. Ji ber vê yekê naxwaze Sûriye parçe bibe. Rêveberiya heyî ya Sûriyeyê divê vê baş zanibe: dewleta Tirk dema ku dikeve cihekî gelo ji wir derdikeve yan na? Dewleta Tirk çi dibêje? Dibêje, heta ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe ez ji Sûriyeyê dernakevim. Dewleta Tirk ji xwe li Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê heye. Eger Hesekê û Kobanê jî bi dest bixe, hingî wê sîstema ku dixwaze li Sûriyeyê ava bike û di ser Sûriyeyê re hewl bide xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bîne. Ji bo vê jî dixwaze bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di bingeha rastiyê de dagirkerî, mêtingerî û qirkerî heye.

Hin hêz, hin dewlet û Neteweyên Yekbûyî dibêjin, 'Em fikarên ewlekariyê yên dewleta Tirk fêhm dikin'. Ev yek sextekarî ye. Bila li rastiya rewşê binerin, fikareke ku gefê li ewlekariya Tirkiyeyê bixwe nîne. Li wê deverê 8 sal in şoreşke heye lê belê fîşekek bi tenê jî ber bi aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye teqandin. Dewleta Tirk derewan dike, Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef li wan nexwariye. Tiştekî bi vî rengî nîne."

'GELÊ ME YÊ ROJAVA BILA JI HÊZA XWE PIŞTRAST BE'

Karayilan bi bîr xist ku gelê li Rojava 8 sal in di nava şer de ye û got, "Hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo gelên Sûriyeyê û gelê Kurdistanê berpirsyariyeke mezin dan ser milê xwe. Roleke girîng û mezin lîstin. Ji ber vê yekê bûn hedefa dewleta Tirk. Welatparêziya xurt a gelê Rojava, berxwedêriya bi biryar, mîrateya şehîdan û sîstema biratiyê ya bi gelên Ereb, Asûrî û Suryanî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin û vê êrîşa dagirkeriyê ya neheq têk bibin. Ji bo vê jî divê gelê me bi xwe, bi hêza xwe piştrast be. Eger sûd ji tecrûbeyên berxwedanên Kobanê û Efrînê bên wergirtin, eger ruhê berxwedana Kobanê û tecrûbeya Efrînê bikin yek wê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke mafdar dimeşînin. Bala tevahiya dinyayê li wan e. QSD, YPG û YPJ'ê li dinyayê deng vedan. Weke hêzeke şerker a fedakar a ji bo mirovahiyê li dinyayê deng vedan û her kesî ji wan hez kir. Niha jî nerazîbûna li nava sîstema Emerîkayê, her wiha nerazîbûna li Ewropa û deverên din nîşan dide ku dewleta AKP-MHP'ê ya faşîst di vî şerî de bi tena serê xwe ye. Ji ber ku gelê me mafdar e û dostên wan wê zêdetir bibin. Dibe ku hin dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji nedîtî ve bên lê belê gelên dinyayê wê piştevaniya lehengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin."

Karayilan anî ziman ku li gorî agahiyên gihîştin wan şervanan xwe baş amade kirine û got, "Eger gelê me li şûna xwe bimîne û şervan jî rola xwe baş pêk bînin, wê destê dagirker ê dewleta Tirk a mêtinger bê birîn û ji Rojava bê avêtin. Fedayiyên YPG û YPJ'ê di vê astê de ne ku vê yekê bikin. Divê gelê me bi vê piştrast be. Ya girîng ew e ku ji kêmasî û tecrûbeyên berê sûd bên wergirtin û bi rê û rêbazên encamgir hewldan bê kirin. Eger QSD bi vê amadekariya xwe û bi gel re sekneke bi biryar nîşan bidin wê ti hêz nikaribin bi wan. Em ji vê yekê piştrast in."

'GELÊ QAMIŞLOYÊ BERXWEDANA NISÊBÎNÊ YA 9 MEHAN JI NÊZ VE ŞOPAND'

Karayilan berxwedana Nisêbînê weke mînak nîşan da û got, "Gelê Qamişloyê 9 mehan berxwedana lehengî ya dîrokî ya li Nisêbînê ji nêz ve şopand. Li wê deverê 90 şervan hebûn û piraniya wan jî xwendekar bûn. Lê belê wan ciwanan 9 mehan nehiştin ku dewleta Tirk bikevin nava kolan, taxên Nisêbînê. Gelek leşkerên Tirk ketin Sendroma Nisêbînê, aqlê xwe winda kir. Gelek ji wan dîn bûne û hîn rehet nebûne. Ji ber ku ewqas demê nekarîn bikevin nava Nisêbînê. Eger bi rê û rêbazên rast berxwedan bê kirin wê serketin teqez a QSD'ê be, ya gelên me, ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Bila kes nebêje dewlet e, nizanim çiqas hêza xwe heye. Na, ewqasî hêzeke xwe nîne. Ev 40 sal in em li dijî vê dewletê şer dikin û baş nas dikin. Hêzeke xwe ya bi wî rengî nîne. Eger bi rêbazên rast têkoşîn bê kirin hingî dikarin bên têkbirin."

'ŞER Û BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE, EM Ê HETA DAWIYÊ PIŞTEVANIYA WAN BIKIN'

Karayilan destnîşan kir ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî ye û got, "Em ê heta dawiyê piştevaniya wan bikin. Em li daxuyaniyên heta niha dinerin, ji hemû parçeyên Kurdistanê piştevaniya wan tê kirin. Piraniya raya giştî bi wan re ye. Ya herî girÎng jî divê gelê me zanibe ku dijminê li hemberî me dijminekî lawaz e. Rejîma AKP-MHP'ê ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bike vî şerî dikin. Ewqasî xurt nînin. Şert û merc ne weke pêvajoya Efrînê ye. Di dema Efrînê de hîn xurt bûn, moralê wan bilindtir bû. Lê belê moralê wan ketiye, li her qadê lawaz bûye. Dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwînê birijînin û li Tirkiyeyê şovenîzmê geş bikin û desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê dijmin dikare bê têkbirin. Eger ev hêza faşîst bê têkbirin, ev yek wê ne tenê ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê serketin be, di heman demê de wê serketina gelê Kurdistanê, gelê Sûriyeyê, gelê Tirkiyeyê, herêmê û tevahiya gelên dinyayê be. Eger li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi ser nekevin hingî dewleta AKP-MHP'ê wê bi vê destwerdanê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bibe metirsiyeke mezin. Ji ber ku wê bi DAÎŞ'ê re bibe yek, wê bêhnê bîne ber DAÎŞ'ê û faşîzma AKP-MHP'ê wê bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Ev yek jî ji bo gelên herêmê metirsî ye. Ji ber vê yekê divê gelên me hemû zanibin ku ev şer şerekî pîroz e, bi rastÎ jî têkoşîna ji bo mirovahiyê ye, çi ji bo vê bê kirin kêm e. Em nabêin ku bila her kes yekser her tiştên xwe feda bikin. Em dibêjin derfetên serketinê hene."

'ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÊÇARE NÎNE'

Karayilan anî ziman ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêçare nîne û got, "Gelek derfetên leşkerî, siyasî û dîplomatîk hene. Alternatîfên xwe hene, ne mehkûmî tiştekî bi tenê ye. Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî got, 'Ew dikarin bi Sûriyeyê re têkiliyê deynin û pê re bixebitin'. Ev yek mijareke gelekî girînge. Ev yek jî nîşan dide ku alternatîfên xwe yên cuda hene û kes bêçare nîne. Divê her kes êdî zanibe ku Kurd êdî li qada siyasî, leşkerî û dîplomatîk hêz in, dikarin bi gelên cîran re biratiyê û hevkariyê bikin.

Ev pêvajo pêvajoyeke nû ye, ji rêzê nîne û dîrokî ye. Ji bo gelê Kurd bi temamî pêvajoya man û nemanê ye. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe. Eger dewleta Tirk Rojava dagir bike û li pêşiya statuya Kurdan bibe asteng vê carê wê berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku li vir jî statuyeke gelê Kurd heye. Di vê xusûsê de pêwîstî bi yekîtiya gelê Kurd heye. Lê belê eger vê yekê bêjim dibe ku hinek rabin bêjin, 'PKK tengav bûye, ji ber ku êrîş tên kirin banga yekîtiyê dike'. Lê belê pêwîstiya gelê me ya bi yekîtiya neteweyî rastiyeke û divê em careke din bêjin. Mesela divê Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de bibe yek. Ji bo vê jî divê ENKS ji hespê xwe peya bibe. Ji ber ku li hespekî şaş siwar bûye."

Karayilan pêşniyarek li ENKS'ê kir û got, "Divê du endamên xwe yên di nava komîteya amadekar a destûra bingehîn a Sûriyeyê de vekişîne. Divê vê yekê ragihînin û endamên xwe vekişîne. Ji ber ku mafên Kurdan herî kêm 20 endam in û ne tenê du kes in. Eger xwe jê vekişîne hingî zemînê yekbûnê wê biafire. Wê demê wê PYD, TEV-DEM û rêxistinên din ên li Rojava jî divê di rêbazên xwe yên teng û şaş de israr nekin û li ser bingeha platformeke neteweyî li hev kom bibin. Niha rayedarên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyên piştevaniya Rojava radigihînin, em wan dişopînin. Dikarin giraniyê bidin ser vê mijarê û bêhtir rolekê hildin ser milê xwe. Ya girîng pratîk e bi tenê bi daxuyaniyan nabe. Eger di vê çarçoveyê de hewldanek bê kirin hingî wê hin rastî bêhtir xuya bikin. Divê her kes hovîtiya ku dewleta Tirk li Efrînê kir bibîne, li dijî hovîtiyeke nû divê Kurd hemû bibin yek, bi berpirsyarî tevbigerin û nebin hevparê vê hovîtiyê."

'HELWESTEK MÎNA DEMA KOBANÊ DIVÊ'

Karayilan destnîşan kir ku divê gel zanibe ew di pêvajoyeke girîng de ne û got, "Di pêvajoya Kobanê de çawa ku gelê me li Bakur, Başûr, Rojhilat û li her qadê rabû ser piyan û li rûmeta xwe bû xwedî, îro jî divê heman tiştî bike. KNK'ê banga seferberiya neteweyî kir. Ez jî bangê dikim: Ev dem dema seferberiyê ye. Divê her kes karê xwe biguherîne. Em nabêjin her tiştên xwe bi temamî bidin aliyekî, lê belê divê guhertinê bikin. Divê were zanîn ku dijmin êrîşeke giran li dijî hebûna gelê me dike. Her êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê li dijî hebûna tevahiya Kurdane. Lewma çi li derveyî welat çi jî li her parçeyên Kurdistanê divê em li dijî vê êrîşê rawestin. Çi ji destê kê tê divê bike. Bi taybetî ciwanên Kurd divê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin."

Karayilan bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê nêzî demê bibin û li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî. Karayilan got, "Ev yek wezîfeya me hemûyane. Rizgarkirina Efrînê wezîfeya me ye. Dijmin niha dixwaze Rojava dagir bike. Wê demê divê berxwedaneke dîrokî bê kirin û em bi her rengî fedakarî nîşan bidin. Eger berxwedaneke bi vî rengî hate kirin wê hingî gelê me û gelên Rojhilata Navîn hemû bi ser bikevin."