Karayilan: Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve

Mûrat Karayilan: Divê her kes li dijî vê dagirkeriya namerd a faşîzma AKP-MHP'ê raweste, berxwedana pîroz mezin bike. Rojên bê û serketin wê ya gelan be. Ya têk biçe wê dewleta Tirk a faşîst be. Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat de bersiv da pirsên Serdar Yektaş.

'DEWLETA TIRK LI PÊŞ ÇAVÊN DINYAYÊ QIRKIRINÊ DIKE'

Karayilan diyar kir ku ew di serdemek gelekî dîrokî de ne û got, "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya dinyayê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta xwe ya qirker bi rengekî hovane dimeşîne. Şerekî bêhevsengî û bêpîvan dimeşîne. Li aliyekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku ji bo şeref, rûmet, hebûn û azadiya xwe bi çekên di destê xwe de li ber xwe dide, li aliyê din jî dewleteke barbar heye ku teknîka pêşketî ya serdemê pê re ye. Şerekî bi vî rengî yê bê edalet heye."

'ÊRÎŞEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk a mêtinger tevî çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û yên ji ber El Qaîdeyê mane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, "Ev êrîş ji bo rizgarkirina DAÎŞ'ê ji tinebûnê ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov binirxîne hingî êrîşeke ku li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Dibe ku hinek nerazîbûna xwe li dijî vê êrîşê tînin ziman lê mixabin tenê tînin ziman. Halbûkî li pêşiya çavên her kesî êrîşeke bêperwa tê kirin. Şerê ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin ne tenê li dijî berxwedêrane. Deverên ku destpêkê êrîş ıkirin, bombe kirin nexweşxane ne, qadên sivîlane, depoyên avê ne û firinên gel e. Her wiha derdora girtîgehên ku DAÎŞ'î lê girtîne bombe dikin. Bi vî rengî hewl didin ku bikin êsîrên DAÎŞ'ê birevin."

'KOALÎSYON DIBÊJE EW LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ YE, WÊ DEMÊ BILA QADA HEWAYÎ BIGIRE'

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk vê yekê bi rengekî eşkere li pêş çavên tevahiya dinyayê dike û got, "Sûcê şer ê barbarî li pêş çavên hêzên koalîsyonê yên li wê deverê tê kirin û ew tenê li vê temaşe dikin. Hêzên koalîsyonê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Eger bi rastî jî li dijî vê dagirkeriyê ne wê demê bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigirin. Dikarin vê bikin, ji ber ku di kontrola wan de ye. Eger vê bikin wê hingî hevsengiya şer biguhere hem jî wê dewleta Tirk nikaribe bi rengekî hovane êrîşî sivîlan bike. Eger vê nekin wê demê ev hêz samîmî nînin, durû ne. Ev yek rastiyeke eşkere ye. Li pişt perdeya êrîşa dagirkeriyê ya heyî ev heye. Li ser bingeha berjewendiyane. Ji ber vê yekê weke komployekê hate kirin. Hin hêzên hegemonîk ev dagirkerî li gorî berjewendiyên xwe dîtin û rê dan barbariya AKP-MHP'ê."

'DI CENGA ROJAVA DE WÊ GELÊ KURD BI SER BIKEVE'

Karayilan destnîşankirin ku yekemcar e di vê astê de xwedîderketin li doza azadiyê û berxwedana hebûnê ya gelê Kurd rû dide, piştevanî tê kirin û got, "Her çend hin hêzan komplo kirin û qelêşî kirin jî, gelên dinyayê, wijdanê raya giştî li dijî vê yekê rabûn ser piyan, nerazîbûn nîşan dan. Ji Emerîkayê heta Hindistanê li dijî vê dagirkeriyê nerazîbûn heye û helwest tê nîşandan. Ev yek bi rastî jî piştevaniyeke gelekî xurt e, derfeteke mezin e ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Şervanên QSD'ê û gelê me wê bi vê piştevaniya xurt a raya giştî barbariya mêtingerên qirker têk bibin. Derfetên vê yekê hene.

Li aliyekî dewleta Tirk a dagirker û faşîstên qirker hovîtiyê li gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bi rengekî bêperwa êrîş dikin û şehadet rû didin, fedakariyeke mezin tê kirin û barê gelê me giran e. Lê belê dijminê li hemberî me dijminekî welê ye ku di nava xwe de xwedî pirsgirêkên giran e, di nava krîzê de ye û li dinyayê bi tena serê xwe maye. Em bawerin ku ev rastî wê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixîne. Di Berxwedana Cenga Rojava de wê ne faşîstên Tirk ên qirker, lê belê gelê Kurd û gelên herêmê bi ser bikevin."

'DEWLETA TIRK BI XWE BOMBEYAN LI NISÊBÎNÊ DIBARÎNE'

Karayilan bal kişand ser durûtî û rewşa derewîn a rejîma AKP'ê û got, "Yên ku li Nisêbînê gotin, 'Divê kevir li ser kevir nemîne, serî li ser bedenê nemîne' û bi rengekî hovane êrîşî gelê Nisêbînê kirin heman barbar in. Niha jî dibêjin, 'QSD top û hawan avêtiye Nisêbîn, Kaniya Xezalan, Pirsûsê'. Lê belê rayedarên QSD'ê daxuyanî eşkere kirin û diyar kirin ku ev yek derew e û wan top, hawan neavêtine. Gelê me yê Nisêbînê bi wêrekî tevgeriya û rastiya bûyerê raxist pêş çavan. Di çapemeniyê de hin dîmen hatin weşandin ku nîşan didan topên hawanê yên hatine avêtin ên Tirkiyeyê ne. Yanî dewleta Tİrk hawanên xwe avêt Nisêbînê û wan deveran bombe dike. Gelê Nisêbînê yê welatparêz û hêja ev yek bi xwe raxist pêş çavan. Heman tişt li Pirsûsê jî bû, dewleta Tirk top avêt wê deverê.

Çima bi zanebûn hawanan diavêjin Nisêbîn û Pirsûsê? Ji ber ku zanin ku gelê li wan navçeyan welatparêzin, welatparêziya wan xurt e. Bi vê êrîşê dixwazin bi carekê du derban lê bidin. Ya yekemîn; bi qetilkirina gelê me yê li Nisêbîn û Pirsûsê dixwazin derbê li gelê me bidin, gel û partiyê ji hev dûr bixîne û bi vî rengî bêmoral bikin. Ya duyemîn jî ji dinyayê re bêjin, 'Binerin QSD sivîlan qetil dike, em ji ber vê yekê operasyonê li dijî QSD'ê dikin'. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo planên xwe yên namerd pêk bîne bombe avêt jin û zarokên li Pirsûs û Nisêbînê û mirovên me şehîd xist. Ewqasî namerdin, ewqasî durû ne." Karayilan got, "Bila gelê me hemû zanibe ku mirovên me yên li Nisêbîn û Pirsûsê bi destê van faşîstan hatin kuştin."

'LI WÊ DEVERÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN'

Karayilan destnîşan kir ku gelê Rojava di nava berxwedaneke mezin de ye û got, "Bêguman ne karekî hêsane ku berxwedan di vê astê de bê kirin. Vê berxwedanê ji dil hîs dikin û dijîn. Mîna ku min beriya niha got, em timî bi gelê xwe re ne. Her berxwedan xwedî zehmetî û berdêlane. Gelê me jî di pêvajoyeke vî rengî ya berxwedanê de ye. Çar roj in berxwedaneke gelekî mezin û pîroz tê kirin. Li wê deverê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Bi taybetî li Serêkaniyê, li Girê Spî û li tevahiya xeta sînor berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ'ê, berxwedana gelê me berxwedaneke dîrokî ye û gelekî hêja ye. Bi vê wesîleyê şervanan hemûyan ji dil pîroz dikim, silav û hezkirinên xwe ji wan re dişînim û serketinê ji wan re dixwazim. Şehîdên leheng ên di vê oxirê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Me bihîst ku Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hewrîn Xelef di encama êrîşeke namerdî de şehîd bûye. Em şehîdên vê berxwedana pîroz û bi rûmet weke şehîdên xwe dibînin, wan bi minet bi bîr tînin û dibêjin ku em ê tola wan hilînin."

'DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SÎSTEM Û RÊVEBERIYA XWESER DIKE'

Karayilan diyar kir, ku ti eleqeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Tirkiyeyê, bi Bakurê Kurdistanê re nîne û got, "Niha hinek radibe sîstema li wê deverê, vî şerî bi PKK'ê ve têkildar dikin. Halbûkî ti eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne. Rast e eleqeya PKK'ê li parçeyên Kurdistanê hemûyan heye, lê belê ya ku qala wê tê kirin welateke ku 5 milyon mirov lê ne. Rêveberiyeke xwe ya xweser heye. Ev rêveberî ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûriyan pêk tê. Êrîşa tê kirin li dijî van gelan hemûyan êrîşa qirkirinê ye. Dewleta Tirk li wê deverê li dijî rêxistinekê şer nake. Yekser êrîşî sîstem û rêveberiya xweser a li wê deverê dike. Divê her kes zanibe ku ya ku dewleta Tirk qebûl nake û dixwaze ji holê rake şêweyê jiyana xweser a Kurdane. Dema ku bi topan û balafirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike nabêje 'Li kê dikeve, li Ereban, Kurdan an jî Asûriyan'. Ev rejÎma faşîst dijminê sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dijminê gelên li wê deverê hemûyane û êrîşî hemûyan dike."

'AKP-MHP DIXWAZIN DAÎŞ'Ê JI NÛ VE ZINDÎ BIKIN'

Karayilan got, "Serokê DYE'yê dibêje, 'Kurd û Tirk 200 sal in şer dikin û me xwe ji navbera wan vekişand'. Kê ev agahî ji wî re gotibe dereweke mezin kiriye. Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye kengî şerê hev kirine? Ji sînor fîşekeke bi tenê jî hatiye teqandin gelo? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ku li dijî Tirkiyeyê şer kirine? Tiştekî bi vî rengî nîne. Ev yek propagandayên derewîne ji bo rewakirina dagirkeriya qirker tên kirin. PKK 41 sal in li dijî dewleta Tirk şer dike ev rast e. Ji xwe tê zanîn ku em kî ne û li ku ne. Em vî şerî îro jî dikin û heta gelê me azad bibe em ê bidomînin. Lê belê em ne li wir in, em li çiyayên Kurdistanê ne. Lê belê ji ber ku li dijî sîstema demokratîk a li wê deverê ne, ji ber ku li dijî statuya gelê Kurd in dixwazin ji holê rakin. Vê yekê jî bi tifaqa bi çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra re hewl didin bikin. Em dibînin ku DAÎŞ'iyên li girtîgehan dixwazin bidin revandin. Wê belayekî mezin bînin serê herêmê. Ji ber vê yekê êrîşa dagirkeriyê li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

AKP-MHP zane ku wê têk biçe û tine bibe, lewma li herêmê dest bi şerekî nû kir û ji bo Osmaniya nû dixwaze herêman dagir bike, DAÎŞ'ê li Sûriyeyê serwer bike û bi vî rengî weke çoyekî li dijî tevahiya herêmê û gelên dinyayê bi kar bîne. Lewma dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike. Lîstikeke bi vî rengî tê lîstin. Gelê me yê li Rojava çawa ku 8 sal in ji bo mirovahiyê û tevahiya dinyayê fedakariyeke meizn û berxwedaneke bêhempa dike niha jî heman tiştî dike. Lewma divê her kes zanibe ku Cenga Berxwedana Rojava berxwedaneke mirovahiyê ya pîroz e.

'TAKTÎKA DIJMIN VALAKIRINA BAJARAN E, DIVÊ GELÊ ME BI TI CIHÎ VE NEÇE'

Taktîka bingehîn a dijmin ew e ku mirovên li herêmê koçber bike û bajaran vala bike. Ji ber vê yekê li derdora gundan û bajarn dixe, dixwaze gel bitirsîne û koçber bike. Divê vê yekê bi rengekî eşkere bêjim; hin saziyên medyayê yên heyî jî carna ji nezantî dibin amûrê vê psîkolojiyê. Raste li sivîlan didin lê belê armanca bingehîn qetilkirina hin mirovên ji gel e û koçberkirina yên mayî ye. Bi vî rengî dixwazin çeteyên xwe bixin wan deveran. Dixwazin paqijiya etnîkî bikin û demografiyê biguherînin. Divê gelê me qet netirse û kes warê xwe neterikîne. Divê şaşitiya li Efrînê hate kirin kes neke, divê gelê me bi ti deverê ve neçe û her kes li mala xwe, li kolan û bajarê xwe bimîne. Ev yek gelekî girîng e û stratejîke. Ji ber ku taktîka bingehîn a dijmin li ser vê bingehê ye û divê di vê çarçoveyê de bê têkbirin. Divê em zanibin ku dijmin bi bombardûmaneke giran û şerê psîkolojîk dixwaze gelê me koçber bike û herêmê ji gel xalî bike. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, li gorî vê yekê tevbigere û li dijî şerê psîkolojîk ê dijmin hişyar be."

'YÊN KU SÎNG BI SÎNG LI DIJÎ DIJMIN ŞER DIKIN DIKARIN SERKETINÊN MEZIN BIAFIRÎNIN'

Karayilan destnîşan kir ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî berxwedaneke dîrokî heye û got, "Dikarin piştî demekê van deveran dorpêç jî bikin. Divê kes ji dorpêçkirinê netirse. Ne li temamiya bajarên Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û Sûrê lê belê tenê li çend taxên wan berxwedanê bi mehan dom kir û artêşa Tirk hate rawestandin. Ji ber vê yekê yên dorpêçkirî dikarin bi hêsanî li ber xwe bidin û eger bi rê û rêbazên rast têbikoşin wê teqez encamê werbigirin. Dorpêçkirina deverekê nayê wê wateyê ku wê wê deverê bi dest bixin. Ev şer wê bi şêweyên cuda, bi taktîkên cuda bidome. Gelê me divê sekna xwe ya lehengî ya heta niha bidomîne. Divê di helwesta xwe ya berxwedêriyê de israr bike. Berxwedana ku çar roj in tê kirin nîşan dide ku QSD û YPG dikarin roleke dîrokî pêk bînin, mîna li Kobanê dikarin careke din dîrokeke nû binivîsînin. Ev berxwedêrên ku li dijî dijminekî welê hov û barbar sîng bi sîng şer dikin dikarin serketinên mezin biafirînin.

GEŞBÛNA GIYANÊ YEKÎTIYA NETEWÎ EM BI HURMET PÊŞWAZÎ DIKIN

Ev şer ne tenê yê Rojava û gelên Bakur - Rojhilatê Sûriyê ye. Li dijî barbariya dewleta Tirk a mêtingriya qirker a faşîst, bi pêşengiya gelên Kurd û Ereban, Tirk jî di nav de şerê parastina hebûn û azadiya hemû gelên herêmê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ û El Nûsra berxwedaniyeke ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Geşedanên li hemû parçeyên Kurdistanê nîşan didin ku gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedar hay ji vê heqîqetê hene û ji ber ve jî giyanê yekîtiya netewî a bilind geş bûye. Em bi hurmet pêşwaziyê li geşbûna yekîtiya netewî ya bi vê astê dikin û bêguman em jî parçayek ji vê ne. Di vê rêye de çi ji me were xwestin em hazir in ku bikin. Em partiyên Kurd her çendî fikrên me ji hev cuda bin jî dawiya dawî em di yek keştiyê de ne. Heke em noq bibin em ê bi hev re noq bibin û heke em bi ser bikevin em ê bi hev re bi ser bikevin. Ev heqîqetek e û ji her demê bêhtir bi lezgînî pêdviya me bi yekîtiya netewî heye.

Gellekî girîng e ku hevgirtina netewî ev çend geş bibe û ev çend destek ji bo Rojava çêbibe. Bi rastî jî geşedaneke wiha ye ku kelecaniyeke mezin bi mirov re çêdike. Îro 12'ê Cotmehê ye, ji Emerîka bigirin heta bi Japonya, li hemû deverên cîhanê û Kurdistanê, li dijî êrîşên qirkeriya faşîst a dewleta Tirk meş têne kirin. Hem gelê Tirk û hem jî dostên gelê Kurd bi girseyî tevlê dibin. Li her deverê bi sed hezaran mirov tevê dibin. Helbet ev pir watedar e. Biya me wê encamên girîng bi xwe re bîne. Raya giştî ya cîhanê di dîrokê de ev cara pêşî ye ku wiha li doza azadiyê ya mafdar a gelê Kurd xwedî derdikeve û meseleya Kurd dibe ya cîhanî. Dema Berxwedana Kobanê, '1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hatibû ragihandin''. Ev destekeke pir girîng e.

BAKURÊ KURDISTANÊ DIVÊ ASTTENGIYA POLÎSAN BIŞIKÎNE DERKEVE KUÇEYAN

Gelê Bakurê Kurdistanê jî di vê pêvajoyê de divê bi rola xwe rabe. Li Bakurê Kurdistanê jî, di serî de Amed û Botan her kes divê bi berpirs rabe. Em pê dizanin ku li ser gelê zexteke giran a polîsan heye. Lê divê em hemû zanibin kêr gihaye hestî, ti gotineke ku were kirin nemaye û roj roja pratîkê ye. Ji ber vê divê her kes polîsan astengiyan bişkîne û tevbigere. Rewşeke pir giran a lezgîn heye. Her kes divê xwe berde kuçeyan. Di serî de ciwanên Bakurê Kurdistanê hemû ciwanên Kurd bi çalakiyên partiyên yasayî, bi çalakiyên bêîtîaya sivîl divê qîma xwe neyînin, bi asteke ji van wêdetir divê xwe berdin kuçeyan. Li kuçeyan di cih de divê çalakiyên korsanî werin kirin, di cih de pêvajoya serhildanê bidin destpêkirin û li djî polîsan divê li ber xwe bidin. Hewceyî pê heye ku pêvajoyeke mîna ya pêvajoya 6-7-8'ê Cotmehê were destpêkirin ku Berxwedana Kobanê vedigot û giyanê mezin ê serhildanê bû.

CIWAN Û JIN HEM DIVê TEVLÎ NAV GERÎLA BIBIN Û HEM JÎ HER DEVERÊ BIKIN MEYDANA SERHILDANÊ

Nexasim ciwanên me yên li Bakurê Kurdistanê û ciwanên me divê di vê pêvajoya dîrokî de tenê temaşe nekin û ew jî bi rola xwe ya dîrokî ya ku ji wan tê hêvîkirin rabin. Ji ber vê jî hewceyî pê tine ku ji ti kesî tiştekî hêvî bikin, divê bi xwe insîyatîvê bi kar bîne, teqez divê gavên nû bavêje û ez pê bawer im ku wê bikin jî. Ciwan hem divê tevlî nav gerîla bibin û hem jî kuçeyan bikin meydanên şer ên serhildana gel. Hêviya me ji gelên me, ji jin û ciwanan ev e.

Ya ku ji gelê me, ji jinan, ji ciwanan tê hêvîkirin ev e. Divê were zanîn îro xwedî derketina li Berxwedana Cenga Rojava, peywira me ya netewî, exlaqî, wijdanî û mirovî ye, deynê li ser sukra me ye. Divê em li vê berxwedana dîrokî, birûmet û pîroz xwedî derkevin. Ne tenê ku em li pişt bisekinin û destekê bidinê.

Divê em li cem, di nav de bin, em xwe bidin bin bar û bi berpirs rabin. Em hemû bi vê çarçoweyê divê tevlî nav pêvajoyê bibin. Îro êrîşa giran a dijmin li ser parçayekî Kurdistanê heye. Ev êrîş li dijî me hemûyan e, divê em wiha fêhm bikin û divê em zanibin ku em di serdemeke pir derasayî de ne. Her kes di vê serdema derasayî de divê gavên nû bavêje, serhildanên gel werin kirin û li dijî dagirkeriy faşîzma AKP-MHP'ê bêdeng dimîne.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ JÎ WÊ BI ROLA XWE RABIN

Hemû gerilayên azadiya Kurdistanê jî vê pêvaoya derasayî we bişopînin. Di vê demê de bi wêrekî û afirîneriyê hewceyî bi nêzîkatiyên derasayî heye. Ez wiha difikirim ku gerîlayên azadiya Kurdistanê HPG û YJA Star di vê serdema dîrokî de wê berpirsyariya ku ketî ser wan bi cih bînin. Bêguman wê vê bi rê û rêbazên rast, bi plan, bi bêhna fireh û biaqil bikin. Bi vî rengî wê destekê bidine Berxwedana Cenga Rojava, li eniya paş a dijmin wê hesab ji dagirkeriyê bipirse. Di vê pêvajoyê de ku giyanê yekîtiya netewî, hîsên netewî geş bûne û kelecaniyeke mezn heye gerîla jî bêguman wê bi rola xwe rabe.

GERÎLA LI CIHÊ KU LÊ YE DIVÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKE

Ji bo desteka li Berxwedana Cenga Rojava ne hewceye ku gerîla biçe Rojava. Biya me, mîna pêvajoya 2014'an hewcehiya QSD'ê, YPG'ê bi şervanan tine.. Jiwe têra xwe şervanên wan hene û şer dikin. Herî pir hewcehiya wan pê heye ku hêzên dagirker ji derve derbê bixwin. Em jî ji derve divê destekê bidin. Her kes li cihê ku lê ye divê berxwedanê geş bike. Di berfirehkirina eniya berxwedanê, li her deverê bi lêxistina vî dijminê dagirker, divê em rê û rêbazên wiha bibînin ku dijmin qels bikin. Hemû hêzên me yên gerîla li ser vê bingehê divê pêvajoyê rast bixwînin, li dijî vî dijminê derewkar, dirû, barbar, nemerd û qallêş divê bersiva hewce bidin. Peywira ku dikeve ser me ev e.

ROJÊN PÊŞ Û SERFIRAZÎ WÊ YA GELAN BE

Me diyar kir ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne, gelê me yê Rojava, li gel birayên xwe yên Ereb, Asûr û Sûryan berxwedaniyeke dîrokî dikin. Divê zanibin ku em jî li pişt wan in. Ne tenê em, hemû gelê Kurd û gelên cîhanê jî li pişt wan in. Divê ji vê hêz, wêrekî û moralê bistînin. Divê vê êrîşa dagirker ku dijmin bi asteke zêde bi şerê psîkolojîk rê ve dibe bişkînin. Bêguman ne hêsan e, divê fedekariyê nîşan bidin. Ev berxwedana ku ev 4 rojan bi rengekî mezin tê kirin, bi fedekariyeke mezin tê kirin, heta niha niha bersiva hewce daye mêtingeriya qirker û serfiraziyên mezin heq kiriye. Wê serkeftin û serfirazî çêbibe. Di vê serdema dîrokî û krîtîk de, çi kesê ji xwe re dibêje, 'mirov im', 'demokrat im', çi Fars,çi Ereb, çi Tirk be, çi jî ji gelên cîhanê be, çi kesê ku dibêje, 'demokra im' û alîgirê azadî, demokrasî û mafê mirovan e divê li dijî vê dagirkeriya alçaxî û nemerdî ya faşîzma AKP-MHP'ê bisekine, xwedî li vê berxwedaniya mezin derkeve û berxwedanê geş bike. Niha em dibînin ku pêvajoyeke wiha geş dibe. Ji ber vê siberoj û serfirazî wê ya gelên berxwedêr be. Ê ku wê winda bike û têk biçe wê dewleta Tirk be. Li ser vê bingehê di serî de slavê ji bo gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişînim, serkeftinê ji wan hemûyan re dixwazim."