Karayilan bang li dewletên rojavayî kir: Dawî neheqiya sed salî bînin!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li welatên rojavayî kir ku dawî li neheqiya ji sala 1923'an û vir ve dewam dike, bînin û têkoşîna rewa ya gelê Kurd nas bikin.

Di beşa duyemîn a hevpeyvîna Medyanewsê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi taybetî rola welatên rojavayî ya di pirsgirêka Kurd de nirxand.

Bersivên Karayilan ên ji bo pirsên Medyanewsê wiha ne:

Beriya niha bi demeke nêz, di rapora 'Li Tirkiyeyê temsîliyeta polîtîk a Kurdan û wekheviyê' de ya ji aliyê komeke li parlamenta Îngilistanê ve hate amadekirin, hate ragihandin ku ne li Ewropayê ne jî li tevahiya cîhanê biryareke dadgehê nîne ku nîşan bide PKK rêxistineke terorê ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin. Eger PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya DYE û Yekîtiya Ewropayê bê derxistin wê encamên xwe yên polîtîk çi be?

Ji ber vê pirsê malavayiya we dikim. Rast e, ne li Ewropayê ne jî li tevahiya cîhanê biryareke dadgehê nîne ku PKK'ê weke terorîst nîşan dide, yan jî biryarek nehatiye dayin ku PKK karên terorîstî dike. Ji ber ku karekî bi vî rengî yê PKK'ê nîne. PKK rêxistineke terorê nîne. Berevajî vê yekê, dewleta Tirk li Kurdistanê terorê dike. PKK li dijî tundiya mêtinger û faşîst a dewleta Tirk, parastina rewa dike. Gelê me hebûna xwe, mafên xwe yên çandî û zimanê xwe diparêze û PKK jî parastina rewa ya vê yekê dike. Niha eger Brîtanya yan jî Fransa ji aliyê hêzeke biyanî ve bê dagirkirin û zimanê wê derê bê qedexekirin, çanda wê bê qedexekirin, dewlemendiyên wê hemû bêne desteserkirin, dîroka wan bê qedexekirin, di rewşeek wiha de gelê Brîtanyayê yan jî gelê Fransayê wê çi bike? Herhal wê li ber xwe bide. Gelê Kurd jî li ber xwe dide. Û îro HPG bi navê gelê Kurd hêza berxwedanê ya rewa ye. PKK û Rêber Apo nûnerên siyasî yên gelê Kurd e. Rastî bi vî rengî ye. Lê belê Emerîka û Yekîtiya Ewropa ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî PKK xistine nava lîsteyên terorê. Eger ev dewlet niha PKK'ê ji lîsteya terorê derxînin wê çi bibe? We pirseke wiha kir. Dibe ku pêvajoyeke nû ya aştiyê bikeve rojevê û şer raweste. Eger zext li dagirkeriya Tirk bê kirin, zext li dewletên mîna Îran û Sûriyeyê bê kirin dibe ku şer bisekine. Rastî bi vî rengî ye. Eger Emerîka û Yekîtiya Ewropa bi duristî tevbigerin, eger naxwazin ku Kurd ji aliyê dewletên dagirker ve çi Tirkiye, çi Îran an jî dewleteke din bêne kuştin, eger bi rastî jî jiyaneke azad a Kurdan dixwazin, di şexsê PKK û Rêber Apo de divê dawî li vê neheqiyê bînin. Yanî ev dewlet bi biryarên xwe piştgiriyê didin şer, piştgiriyê didin tundiya li Kurdistanê. Ji xwe xuya dike ku ev dewlet piştgiriyê didin dewleta Tirk. bi vî rengî hevkariyê ji tundî û terora dewleta Tirk re dikin. Lewma divê dawî li vê yekê bînin. Em ji vir bang dikin; Ji biryara Lozanê ya 1923'an û vir ve hûn neheqiyê li gelê Kurd dikin. Êdî vê siyaseta xwe ya şaş û neheq bi dawî bikin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têkoşîna rewa ya mafê xwezayî ye. Ji vê yekê re nebêjin teror. Dest ji vê berdin, dest ji vê siyaseta bêwijdan, neheq û bêedalet berdin. Êdî nebin hevparê komkujiyên li Kurdistanê. Banga me li van dewletan bi vî rengî ye. Ev bi vê helwesta xwe dewletên serwer ji bo şer teşwîq dikin, yekser an jî neyekser piştgiriyê didin. Bi vî rengî dibin hevparê trajediyên li Kurdistanê. Lewma em bang li van dewletan dikin ku dest ji vê şaştiyê, dest ji vê siyaseta neheq berdin. Gelê me 100 sal in li dijî vê siyaseta şaş li ber xwe dide, êdî vê fêhm bikin û dawî li vê siyasetê bînin. Banga me bi vî rengî ye.

PKK yek ji tevgerên polîtîk e ku li tevahiya cîhanê herî zêde nîqaş li ser tê kirin. Lîteratureke akademîk hatiye avakirin ku li dora pênaseyên teror, têkoşîna azadiyê ya çekdar û têkoşîna gerîla hatiye afirandin. Ji bo kesên ku vê hevpeyvînê bişopîne û der barê PKK'ê de fikreke xwe nîne, hûn dixwazin çi bêjin? Hûn çawa têkoşîn û xeta polîtîk a PKK'ê vedibêjin?

Beriya her tiştî divê ev rastî were zanîn. Gelê me, gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn û herêma Mezopotamyayê gelê herî qedîm ê xwecihî ye. Dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve hate dîzaynkirin, bi peymana Lozanê ya 1923'an re hebûna gelê Kurd hate înkakirin û Kurdistan di nava 4 dewletan de hate parvekirin. Ev neheqiyeke mezin bû. Gelê me sed sal in li hemberî vê yekê serî netewandiye. Lê belê dewletên dagirker bi rengekî hovane bi ser gelê me ve hatin. Yanî ji hingî ve li Kurdistanê trajediyeke mezin heye. Qirkirin, komkujî, asîmîlasyon hatin kirin. Di salên 1970'î de, di vê demê de ku ev siyaset bi rengekî metirsîdar li Bakurê Kurdistanê hate meşandin, Rêber Apo weke ciwanekî Kurd ji malbateke xizan li metropolên Tirkiyeyê, li Enqereyê dema ku diçû zanîngehê, ev rastî xiste rojevê. Di şexsê gelê Kurd de mirovahî dihate binpêkirin. Yekî ku bi vê rastiyê hesiya û fêhm kir, êdî nikarîbû ev rastî ji nedîtî ve bihata. Eger ji nedîtî ve bihata wê ji mirovbûnê derketibûya. Rêber Apo jî ji nedîtî ve nehat. Wê demê komek ji ciwanên bi wijdan li hemberî vê neheqiyê li hev kom bûn, ciwanên Kurd û Tirk civandin û sala 1973'an komek ava kirin. Vê komê bi vî rengî dest bi têkoşînê kir û weke PKK gihîşt heta vê demê. Lê belê dewleta Tirk endamê NATO'yê bû. Û hêzên NATO'yê hemû li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd piştgirî dan dewleta Tirk. Bi çavê dewleta Tirk li meseleya Kurd û PKK'ê nihêrîn. Ji ber vê yekê jî weke 'teror' dîtin. Ne tenê weke terorê dîtin her wiha ji bo weke terorê bê dîtin jî hewl dan.

Mînak, sala 1985'an serokdewletê Swêdê, mirovekî demokrat bû ku piştgirî dida tevgerên azadiyê hemûyan. Olaf Palme hate qetilkirin û bûyera kuştinê xistin stuyê PKK'ê. Çima? Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd weke terorîst bê pênasekirin. Lê belê piştre eşkere bû ku rastî ne bi vî rengî ye. Yanî divê mirov bi rastiyê zanibin. Dewleta Tirk ti carî bi tena serê xwe li dijî me şer nekir. Her tim bi piştgiriya dewletên NATO'yê li hemberî me şer kir. Dewleta Tirk ev şer bi vî rengî meşand. Em mafekî rewa dixwazin. Em neçûne me dest dananîne ser mal û milkê kesî. Ew hatine dest danîne ser welatê me. Em li hemberî vê yekê mafê hebûnê dixwazin, mafê xwe yê xwezayî dixwazin. Lê belê tevî vê yekê jî hêzên NATO'yê timî piştgiriyê didin dewleta Tirk. Piştgirî dan zilma dewleta Tirk.

Piştre sala 1998'an li dijî Rêber Apo di 9'ê Cotmehê de dest bi pêvajoyeke komployê kirin. Bi pêşengiya Emerîkayê komployeke navneteweyî pêk anîn. Bi vî rengî Rêberê me dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Armanca vê çi bû? Bi temamî tasfiyekirina vê tevgerê bû. Lê belê Rêber Apo di sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bi têgihiştî kûr bû. Ev komplo pûç kir. Û bi paradîgmayeke nû bersiv da. Li ser bingeha demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê paradîgmayek afirand. Bi vî rengî kir ku PKK xwe nû bike û hîn mezintir bibe. Hem ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareserî afirand, hem jî li hemberî modernîteya kapîtalîst rêya rizgariyê ya cîhana sosyalîst pêşkêş kir. Li hemberî modernîteya kapîtalîst teoriya modernîteya demokratîk afirand, perspektîfa wê ava kir. Bi vî rengî hem têkoşîna gelê Kurd mezin kir hem jî Rêber Apo ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn xizmeteke girîng kir. Rêber Apo bi vî rengî bersiv da êrişên komployê yên dixwestin gelê me û PKK'ê tasfiye bikin.

Ev jî bû sedem ku PKK mezin bibe. Kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bibe têkoşîna azadiyê ya gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermen, Tirk, Fars û gelên herêmê hemûyan. Yanî têkoşîn bêhtir berfireh bû, mezin bû. Ji bo vê jî PKK têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzma demokratîk dimeşîne. PKK têkoşîna azadiyê ya gelan, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna demokrasiyê dimeşîne. Û PKK'ê bi siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn, dogmatîzma li Rojhilata Navîn ji binî ve hejandiye. Li hemberî neheqiya modernîteya kapîtalîst, bû berxwedana gelan û berxwedana mirovên bindest hemûyan. PKK çîroka vê yekê ye.

Elmanya di serî de li hin welatên Ewropayê hewldanên krîmînalîzekirina tevgera azadiyê ya Kurdan didome. Ne bi tenê li dijî Kurdan, li ser heyetên ku ji bo di navbera Kurdan de şer çênebe jî zext hatin kirin. Hûn vê polîtîkaya krîmînalîzasyonê çawa dinirxînin?

Dewleta Elmanyayê wekî kevneşopiyekê ji 150 salan zêdetir li hemberî gelê Kurd berê piştgirî didan Împaratoriya Osmaniyan û niha jî piştgiriyê didin Komara Tirkiyeyê. Di siyaseta qirkirinê de bi ser de di qirkirina Ermenan de jî para Elmanan hene. Di heman demê de li ser êrişên li dijî Kurdan de jî di yên li ser Rûman de jî rola dewleta Elmanyayê heye. Ne bi tenê Elmanya, hêzên NATO’yê jî di nav de. 

Wekî bersiva pirsa berê, gelê Kurd mafê xwe yê xwezayî, mafê xwe yê hebûnê dixwaze, tiştekî din naxwaze. Li ser vê axê mafê gelê Kurd ê jiyana azad heye. Lê mixabin li Elmanya û gelek dewletên Ewropayê û endamên NATO’yê vê heqîqetê nabînin, ji bo berjewendiya xwe ya siyasî û aborî, çavê xwe ji zilma li ser gelê Kurd digirin û bi ser de piştgiriyê didin dewleta Tirk.  Bi vî awayî dibin hevkarê qetlîama li Kurdistanê. Heqîqet wisa dimeşe. 

Li Elmanya û Ewropayê gelek dost û hevalên me û enternasyonalîst hene, dixwazin piştgiriyê bidin me lê li ser wan jî zext û êriş tê kirin. Ev siyaseteke emperyalîst e, naxwazin  gel û çînên bindest bibiînin. Bi tenê hegemonyaya xwe ji xwe re dike esas. Ev ne siyaseteke rast e. Ji aliyekî ve îddîa dikin ew demokrat in û alîgirên mafên mirovan in lê ji aliyê din ve jî dibin hevkarê şîddeta li Kurdistanê. Bêguman gelê me bang li van hêzan dikin û daxwazên gelên me hene. Ev zilmê nekin. Nebin hevkarê êrişên qirkirinê. Daxwaza gelê me ev e. Neheqî û bêhiqûqtî têkirin. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye. Îro li Îmraliyê êşkenceya li ser Rêber Apo di tu qanûnên navneteweyî de tune, di tu hiqûqê de tune. Ne exlaqî ye. Dema ku Rêber Apo hate revandin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin jî rola van dewletan heye.  Em dizanin ku di pergala Îmraliyê de rola wan heye û ew jî şirîk in. Haya wan ji van polîtîkayan heye. Ji bo vê jî daxwaza gelê me jî ev e ku ev neheqî bi dawî bibe.

Zilma li Îmraliyê li hemû Kurdistanê tê kirin. Lê gelê me li hemberî vê neheqiyê bi îradeyeke mezin têkoşîna xwe didomîne. Em bawer in ku wê bi saya alîkariya derdorên enternasyonalîst, demokratîk û alîgirên mafên mirovan wê doza azadiyê ya gelê Kurd bi ser bikeve.  Ji ber ku dozeke mafdar e. Ew a niha dixwazin PKK’ê qels bikin. PKK tasfiye nabe. Çima? Ji ber ku PKK gel e, civak e, wê çawa tasfiye bibe? Îro PKK çi dixwaze? Biçe Kurdistanê gundiyek, karkerek û bi ser de sermayedarek çi dixwaze, PKK jî wê dixwaze. PKK daxwazên gelê Kurd temsîl dike. Dixwaze bi çanda xwe ya dewlemend û bi zimanê xwe li ser vê axê bi azadî bijî. Têkoşîna vî tiştî dimeşîne. Heke ev dewlet jî dibêjim em hemdem in û alîgirên azadiyê ne, divê dev ji vê siyaseta xwe ya şaş berdin.

Derdorên şoreşger ên ku ji bo gelên cihanê dixwazin guherîneke polîtîk pêk bînin, têkoşîna PKK’ê û bi giştî têkoşîna azadiyê ya Kurdan û di demên de geşedanên li Rojava dişopînin. Gele kes û komên enternasyonalîst bi hesta hevgirtinê di nav têkoşîna gelê Kurd de cih digirin. Hûn peyameke çawa didin têkoşîna ku li hemberî pergala ekonomîk û polîtîka a cîhanê?

Beriya her tiştî ez rêhevalên ku bi hesta enternasyonal hatine Kurdistanê û li hemberî siyaseta faşîzm û qirkirinê tevlî nav têkoşîna azadiyê ya gelê me didin û hêzên didin têkoşînê bi rêz û hurmet silav dikim.  Ev tiştekî mirovî û watedar e. Wekî hûn dizanin hin heval hene tevlî nav refên me bûne û piştre şehîd bûne.  Di şexsê Ronahî (Andrea Wolf) û Şiyar (Jakob Raîmer) de ez hemû şehîdên enternasyonal bi bîr tînim. Li pêşberî bîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînim. Bi rastî serbilinidteke mezin e ku ji Elmanya yan jî ji welatekî din werin piştgiriya gelê Kurdistanê û şehîd bibin. Ev ji bo mirovayetiyê asteke bilind û serbilindî ye. Em soz didin ku em ê armanc û xeyalên şehîdan temsîl bikin, ji bo ku pêkanîna armanca wan têkoşînê bi ser bixînin û em ê hêviya wan geş bikin.

Hin kes û rêxistin hene ku bi têkoşîna me bûne yek. Ev ji bo me pîroz e. Lê bi giştî ji aliyê tevgerên çepgir û sosyalîst qelsiyek heye. Derbarê têkoşîna li Kurdistanê têra xwe eleqeya wan tune, bi ser de helwesteke wan a sar heye. Asta hevgirtina ji bo van tevgeran hê jî baş derneketiye holê. 

Îro li Kurdistanê ne bi tenê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo gelan jî têkoşîn tê dayîn. Îro li Kurdistanê xeteke nû tê temsîlkirin. Him têkoşîne çînên bindest û him jî têkoşîna gelan tê meşandin. Di heman demê de li hemberî hêzên hegemonîk metodên têkoşînê geş dibe. Wekî mînak gerîlayên modernîteya demokratîk wekî metoda têkoşîna gerîlayên sedsala 21’emîn li Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn metodên têkoşînê yên nû geş dikin.

Me dixwest hêzên çepgir û sosyalîst ên li dinyayê jî alîkariyeke mezin bidana û hêviya me ev bû. Di vî warî de qelsî hene. 

Fikr û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî wekî xeta rizgariya jinan û di warê formulasyona neteweya demokratîk, bingehên dogmatîk ên Rojhilata Navîn hejandiye. Rewşeke şoreşger derxistiye holê. Li hemberî modernîteya kapîtalîst diyar kiriye ku gelên cîhanê ne bêçare ne û çareserî derxist holê. Bi geşkirina Modernîteya Demokratîk re, pêleke nû dest pê kir, alternatîfeke nû derket holê. Ev têkoşîna sosyalîzma demokratîk e, têkoşîna gelan e, têkoşîna azadiyê ye. Bi rastî jî têkoşîna jiyaneke nû ye. Ev tiştên gelekî girîng in. Ji bo vê jî hêzên demokratîk û sosyalîst ên dinyayê divê piştgiriyê bidin gelê Kurd û vê fikrê. Îro êrişên dagirker tê kirin. Dagirkeriya Tirkan wekî rejîmeke faşîst bi pêşengtiya AKP û MHP’ê tê pêşxistin. Ev faşîzm dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelan têk bibe, dixwazin me îmha bikin û ji bo domandina desthilatdariya xwe planan dikin. Hesabê wan ev bû ku me îsal tasfiye bikin, Başûrê Kurdistanê dagir bikin û hilbijartinan bikin. Hesabê wan ev bû ku di meha Mijdarê de hilbijartin bikirina û desthilatdariya xwe ya faşîst bidomandina. 

Gerîlayên Apoyî, gelên me, siyaseta demokratîk û zindan di serî de Rêber Apo tevî hemû berxwedêrên zindanê, gel, tevger û Rêbertî em li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê re me pêla faşîzmê şikand. Ji ber vê îsal hilbijartin pêk nehat. Çima? Ji ber ku em tasfiye nekirin. Ji ber ku nekarîn me tasfiye bikin. Îro berxwedana ku bi ruh, rê û metodeke fedaî tê kirin, ji bo hemû gelên cîhanê ye. 

Ev berxwedan li Rojhilata Navîn hegemonyaya faşîzmê hildiweşîne, rêya têkoşîna azadî û demokrasiyê vedike. Em ji bo mirovayetiyê xizmteke wisa girîng dikin. Ev pêleke nû ya şoreşgerî ye. Lê em dibînin ku hêzên demokratîk, çepgir û alîgirên mafên mirovan bala xwe didin çapemeniya serwer.

Medya di bin kontrola hêzên serwer û hegemonîk de ye. Ev derdor jî bi taybetî çapemeniya serwer a dewleta Tirk esas digirin. 

Ji ber vê heqîqeta berxwedana mezin ku li ser navê gelê Kurd û gelan li Kurdistanê ji bo mirovayetiyê tê kirin, baş nayê dîtin. Vê berxwedana mezin a ji bo miroveyetiyê roleke wê ya mezin heye, nayê dîtin. Hevgirtina ji bo vî tiştî pêk nayê.  Em dibêjin ku heqîqeta Kurdistanê gelekî mezintir e. Heqîqeta di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan de gelekî mezin e. Rê, çareserî, azadî û demokrasiya rizgariya ji hovîtiya modernîteya kapîtalîst nîşan dide. Ji ber vê, ev têkoşîn têkirin. Ji ber vê li çiyayên Kurdistanê em têdikoşin. 

Mînak; niha dewleta Tirk li dijî me çeka kîmyewî bi kar anî. Dibe ku haya hêzên hegemonîk ji vê yekê heye, ji xwe hin ji van hêzan piştgirî dan dewleta Tirk. Dewleta Tirk pişta xwe dispêre wan, dewleteke faşîst e. Dixwaze li Kurdistanê zilmê dewam bike. Her wiha dixwaze zilmê li gelê Tirk jî bike. Dewletên hegemonîk vê yekê ji nedîtî ve tên. Lê belê hêzên alîgirê mafên mirovan, demokratîk û sosyalîst divê li ber vê rabin, kiyametê rakin. Yanî dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûc dike. Çekên qedexekirî bi kar tîne. Em li bendê bûn ku li nava raya giştî divê nerazîbûneke xurt bê nîşandan, lê belê ev yek pêk nehat.

Lê belê dîsa jî hêvî û baweriya me heye. Beriya her tiştî em ji hêza xwe û hêza gelan bawer dikin.

Em pişta xwe naspêrin kesî. Em pişta xwe dispêrin xwe, hêzên xwe, dostaniya gelan û piştevaniya enternasyonal. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna me ya ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê, wê bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser bikeve û piştgiriya heq dike ji cîhanê werbigire. Piştevaniyeke enternasyonal şoreşger wê pêk were û li hemberî faşîzmê em ê teqez bi ser bikevin. Em ê ala azadî û demokrasiyê li Kurdistanê bilind bikin. Ev yek jî bang û rêya nû ya ji bo gelên Rojhilata navîn û gelên cîhanê ye.